Rojnameya Ronahî

Şano rastiyên jiyanê li ser dikê vedibêje

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Bi boneya 27`ê Adarê roja şano ya cîhanî di heman demê de jî salvegera 20`mîn a şehadeta Yekta Herekol li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo çalakiyên hunerî û pêşandana şanoyan hate pêşkêş kirin.

Li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo çalakiyek bîranînê hat li dar xistin û bi dirêjiya du rojan berdewam kir. Di çalakiyê de axaftin  hatin kirin û şano hatin pêkêşkirin. Derbarê vê mijarê de derhênerên şanoyan ji rojnameya me re behsa naveroka şanoyan kirin û asta ku şano gihiştiyê li Rojava nirxandin kir.

 

Girêdayî çalakiya ku hatî li dar xistin derhêner Fewaz Mehmûd ji me re behsa şanoya Cotiyar kir: “Bi boneya bîranîna şehîd Yekta Herekol û roja şano ya cîhanî em tevlî çalaiyê bûn û me şanoya xwe ya bi navê Cotiyar pêşkêş kir, şanoya me ji hêla navenda Qidûrbeg û bi hevkariya navenda Mihemed Şêxo ve hat pêşkêş kirin.”

Derhêner Fewaz Mihmûd got: “Şanoya Cotiyar şanoyek floklorî ye behsa dîroka kurdî û suriyanî û hemû pêkhateyên din dike ku çawa tevahiya gel bi hemû pêkhateyên wê ku li ser vê xakê bi hev ve jiyan dikirin, hejmara lîstikvanên me 26 lîstikvan bûn ji herdû navendan.”

Di heman demê de Xelîl Tehlo derhêner û nivîskarê şanoya Hevjiyana Azad jî ji me re behsa naveroka şanoya xwe kir û di destpêkê de jî şehîd Yekta Herekol bi bîr anî û wiha behs kir: “Şanoya me ji hêla Koma Şehîd Hêvî ya Rimêlan ve hat pêşkêş kirin, naveroka şanoyê li ser hevjiyana azad ya ji destpêka mirovahiyê di xwezayê de bû ku çawa jin û mêr bi hev re jiyan dikirin û her yek ji wan karê xwe dikirin ji xwe karê mêr nêçîr bû û jin jî derman çêdikir, zarok xwedî dikirin bi hemû warên jiyanê mijûl dibû, beşa duyemîn ji şanoyê behsa karê jin û mêr dikir, di naskirina cîhanê de û naskirina roj, heyv û stêrkan, bi hev re keşf dikirin.”

Derhêner Xelîl Tehlo wiha domand:”Piştî vê demê jî desthilatdar derketin pêş dixwestin ku jiyan ji yek kesî re be û ew hevjiyan ji hevdû qut kir, mêr kir dostê xwe û jin kir kole û sistema kaptalîst jî xwe li ser netew dewletê ava dike û xwîna gelan dimije. Kapîtalîzim her tiştî dike nava destê wan ji teknîkên herî pêşketî heta çekên herî nû ku karin her derê tune bikin, di beşa dawî ji şanoyê de felsefa Rêber Apo derdikeve pêş ji Ekolojî, jin û xweza ku her kesê di nava vê felsefeyê de hewand bi demokratîk xwest gel bi hev re jiyan bikin.”

Ji aliyê xwe ve derhêner Dilcan Osman Oso axivî û got: “Şanoya me a koma Çand û Huner a kantona Cizîrê bi navê (Em yan Ez) hat pêşkêş kirin, behsa şerê di navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya kapîtalîzimê dike ku îro ev herdû şaristanî bûne sedema gelek bûyerên ku di cîhanê de çêdibe û her şaristaniyek jî sembola wê heye mînak şaristaniya demokratîk sembola wê xak û xweza ye her wiha sembola şaristaniya kapîtalîzimê dolar, pere û teknolojîke her wiha kesên yek rengin di nava xwe de ku tu kesên din qebûl nake.”

Di heman demê de derhêner Ekîn Ronî endamê şanoya çiya jî behsa şanoya xwe kir û got: “Îro 20`emîn şehadeta heval Yekta Herekol e ji bo bîranîna wî me çalakî li dar xist û me şano pêşkêş kirin. Navê şanoya me (Prometheus Zinciîrkirî) ye ev şano lîstikek kevnare ji Yûnanê ye beriya zayînê ji hêla (Aîskîlos) hatiye nivîsandin. Şano ji hêla endamên Tev-Çand, şanoya çiya, Hîlala Zêrîn û çend hevalên biyanî yên Enternasyonalîst ve nêzî 30 endam li ser dika şanoyê pêşkêş kirin.”

Derhêner Ekîn Ronî wiha domand:”Şano bi giştî behsa pirsgirêkên gel dike ku pir nêzîkî dema me ya heyî dike, ji hêla Îqtîdar û desthilatdaran ve agir tê qedexekirin û her wiha behsa milê zehmetiyên jiyanê dike. Prometheus agir ji desthilatdaran didize û li ser gel belav dike piştre tê girtin û ji bo rizgarkirina wî gel radibe li ser piyan û bi rengekî mûzîk û dans Prometheus rizgar dikin, ev şano me pêşkêş kir têkildarî pêngava hemleya ku hatiye destpêkirin ji bo serok Apo ji ber ku şanoya me û rewşa Rêber Apo dişbihin hev ku çawa em daxwaza azadiya wî ya fîzkî dikin, bi fikir û feslefeya wê xwe rêxistin dikin.”