Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Adarê de 35 kes li Efrîna dagirkrî hatin revandin

30/03/2024
in NÛÇE
A A
Di Adarê de 35 kes li Efrîna dagirkrî hatin revandin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li Efrîna dagirkirî, ji 1 heta 27`ê Adarê 35 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin.

Ji despêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, welatiyên Efrînê rojane bi revandin, guştin û işkencekirinê re rûbirû dimînin.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê ji 1 heta 27’ê Adarê li ser destê çeteyên dewleta Tirk 35 şênî li Efrîna dagirkirî hatine revandin.

Dem, cih û navên şêniyên ku hatine revandin wiha ne:

-1’ê Adarê çeteyên Artêşa Nîştimanî (polîsa sivîl) yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê 3 şêniyên bi navên; Ziyad Şeref (49), Ebdurehman Şeref (62) û Salan Dilo (58) revandin.

Her wiha çeteyên Artêşa Nîştimanî (polîsa sivîl( şêniyê bi navê Kamîran Dîbor Seydo (44) li gundê Hec Hesna yê navçeya Cindirêsê revand û bir cihekî nediyar.

-2’yê Adarê çeteyên Artêşa Nîştimanî (polîsa leşkerî) bi ser gundê Emara yê navçeya Mabetayê de girt û bi awayekî bê ser û ber lêgerî di malan de çêkirin. Her wiha 3 şênî ji heman malbatê revandin. Navên wan wiha ne: Rozelîn Kemal Murad û hevjînê wê Fethî Ebdulhenan Mihemed (70) û kurê wan Şêrzad Fethî Mihemed.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (polîsa leşkerî) şêniyên bi navên Omer Reşo (43), Nîhad Hesen (37), Ziyad Reşîd Mihemed (48) li navçeya Cindirêsê revandin.

-3’yê Adarê çeteyên Artêşa Nîştimanî bi ser navçeya Mabetayê de girt û şêniyên bi navên Ferhad Henîf ê ji gundê Qenterê, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Hemkê Hisên û Mihemed Ridwan Mistefa ên ji gundê Eraba ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

7’ê Adarê çeteyên Artêşa Nîştimanî (polîsa leşkerî) şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm Henan (48) li gundê Badîna yê navçeya Recoyê, şêniyê bi navê Rêzan Şêx Mihemed (36) li gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

-8’ê Adarê çeteyên Firqeya Nehan ên dewleta Tirk a dagikrer zêdetirî 13 şêniyên ku vê dawiyê ji aliyê desthilata Tirkiyeyê ve bi rêya deriyê sînor Cerablusê ji Tirkiyeyê hatine derxistin, revandin ji ber ku li ser bendeke kontrolê ya çeteyan a li nêzî deriyê sînor, qebûl nekirin baç bidin wan.

-19’ê Adarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mihemed Îsmaîl (41) ji mala wî ya li nêzî nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê revand.

-20’ê Adarê çeteyan şêniyê bi navê Mistefa REşîd ê ji gundê Til Tawîlê û ciwanê bi navê Hisên El Nesîrî (22) yê ji navçeya Cindirêsê revandin.

-23’yê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyê bi navê Mihemed Hesen Hesen ê ji gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê li mala wî ya taxa Eşrefiye ya Efrînê revand.

-26’ê Adarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Şêx Îsmaîl (55) li gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê revand.

-27’ê Adarê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Farûq Mihemed Cemîl Şêxo (49) li gundê Sêmalka yê navçeya Mabetayê revand.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.