Deriya Çiya/Qamişlo
Şano di dîrokê de yek ji hunerên herî kevin e û weke dayîka hunerê tê pênasekirin, dîroka wê jî digihe zêdetirî dû hezar salan. Yekem car di sala 1962’an roja 27’ê Adarê wekî Roja Şano ya cîhanî hat qebûlkirin û pîrozkirin.
Şano di dîrokê de yek ji hunerên herî kevin e û weke dayîka hunerê tê pênasekirin, dîroka wê digihe zêdetirî dû hezar salan. Şêwazê wê yê nû jî digihe serdema Yewnanan. Dikên ku destpêkê karê sihrebaziyê li ser dihatin kirin, piştre bûn dikên nîşandana şanoyan. Li gor hin çavkaniyan, yekem şano ji beriya zêdetirî 2 hezar sal hatiye nîşandan. Ev roj di sala 1948’an de ji aliyê rêxistina UNESCO enstîtuya navnetewî ve hatiye damezrandin û Navenda Cîhanî ya Şanoyê ji bo rêxistinkirina karê şanoyê roja 27’ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanî hatiye diyarkirin. Ji sala 1962’an de heya roja me ev roj weke Roja Şanoyê Ya Cîhanî tê qebûlkirin. Şano di sedsala 18’an de li seranserî Awrupa belav bû.
Dîroka şanoyê
Şano hunereke kevnar e ku ji demên kevnar ve di nav Misir û Yewnanan de tê zanîn, di destpêkê de bi rêûresmên olî ve girêdayî bû, lê di demek kurt de bû hunerek bi serê xwe. Armanca wê ne tenê şahî ye, lê rewşenbîrî û perwerdehî jî ye, ji ber vê yekê şano wek dibistana gel tê binavkirin. Piraniya nivîskarên ku hunera şanoyê lêkolîn kirine, di wê baweriyê de ne ku destpêka wê bi Yewnaniyan re bûye, ji ber ku ev huner di nav Yewnaniyên kevnar de dewlemend bûye, û destpêka xuyabûna wê di nav Yewnaniyan de vedigere sedsala 5’an berî zayînê. Ji ber vê yekê di şaristaniyên beriya Yewnanan de, ramana ku hunera şanoyê beriya Yewnaniyan tunebû, wekî înkarkirina şiyana mirovên ji çandên cihêreng tê hesibandin ku xwe xweş bikin. Bi taybetî ku şano navgîneke cihîrenge e û ne tenê îfadeye. Ji ber vê yekê şano bi şêwazên xwe yên cihêreng weke hunereke derbirînê tê hesibandin. Ji demên kevnar ve ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin, diyarkirina cih û demê zehmet e. yekem eslê rastîn ê şanoyê. Trajedî di sedsala şeşan a berî zayînê de li Atînayê derketine holê û hatine kirin, di sedsala pêncan a berî zayînê de gihîştine lûtkeya geşbûna xwe. Ew ji nêz ve bi merasîmên ku rê û resmên olî yên kevnar temsîl dikin ve girêdayî bû.
Çima 27ê Adarê?
Roja Cîhanî ya Şanoyê cara yekem di 27ê Adara 1962an de, roja vekirina demsala Şanoya Gelan li Parîsê hat pîrozkirin. Ji wê demê ve, Roja Şanoya Cîhanê her sal di vê rojê de li ser asta cîhanê tê pîroz kirin .
Armanca Roja Şanoya Cîhanê
Li gorî malpera fermî ya enstîtuyê, armanca Roja Cîhanî ya Şanoyê ew e ku ev şêweya hunerî li seranserê cîhanê belav bibe, hişyariya girîngiya vê hunerê zêde bibe û rêberên ramanan bikşîne da ku nirxê civakên dîlan û şanoyê nas bikin. Xurtkirina fikra kêfkirina vê hunerê bi serê xwe wek armanc e.
Yekemîn deqa şanoyê
Ev huner ji serdema Xwedawendê yûnanî Ziyos bi awayê dîlanê û rêûresmên olî derketiye û piştî wê êdî bû hunereke serbixwe bi şêweyê şanogeriya kilasîk ku bi awayekî helbestî dihat nivîsandin. Li gorî agahiyên dîrokî şanoya nivîskî ya yekê ji aliyê şanonivîsê yûnanî Asxîlos ve hatiye nivisîn. Asxilos di 524`ê berî zayînê jidayîk bûye û yekem deqên şanoyî ji aliyê wî ve hatiye nivîsîne. Hijmara deqên şanoyê ku wî nivîsandiye 90 deqin. Lê niha tenê 7 berhemên wî mane. Hêjayî gotinê ye ku berhema wî ya yekê û dibe weke deqa şanoyê ya destpêkê Piromîsiyosê Zincîrkirî bû.
Şano li Rojavayê Kurdistanê
Li Rojavayê Kurdistanê di dema desthilatdariya rêjîma Baas de tu carî nedihişt ku kurd di warê wêje, huner û zimanê xwe de kar bikin. Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û piştî salên 80’î, xebata siyasî, çandî û wêjeyî li Kurdistanê ji nû ve vejîn bû. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê bi saya Tevgera Azadiyê hin komên çandî û hunerî hatin çêkirin, van koman jî di rojên Newrozan de şano pêşkêş dikirin.
Lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji kurdan û gelên herêmê re vejîneke çandî, hunerî, wêjeyî û zanistî bi xwe re anî, êdî pê re bingeha hunera şano jî li Rojava çêbû û tevî êrîş û derfetên kêm jî, şano bi awayekî berbiçav pêş ket, bi 10’an komên şano û şanogeriyê derketin holê û Mîhrecanên şanoyê salane tên lidarxistin.
Roja Şanoya Cîhanê her sal di 27ê Adarê de tê pîrozkirin
Roja Şano ya Cîhanî, yekem car di 27`ê Adara 1962`an de, ji aliyê Komîsyona Şanoyê ya Navneteweyî ve hatiye destnîşankirin, piştî ku Serok Arvi Kivimaa di Hezîrana 1961’an de li 9’emîn Kongreya Cîhanî ya li Viyanayê li ser navê Navenda Fînlandiya pêşniyar kir û ev Pêşniyar bi coş hat erêkirin. Herwiha ji wê rojê û bi şûn de her 27’adarê, cîhan bi giştî ji bo Roja Şano ya Cîhanî şanoyan pêşkêş dikin û şahiyan li dar dixin.