Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leheng û Cangorî

27/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li cîhanê peyva ‘şehîd’ û ‘qehremaniyê’ gelek tê bikaranîn. Herkes ji aliyê xwe de ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Lê divê di destpêkê de em van herdû peyvan bi kar neynîn. Bibêjin; ‘cangorî û leheng’.

Li cîhanê di dîrokê de gelek lehengên navdar hene. Wan lehengan di demên zor û zahmet de, pêşengiya civaka xwe kirine.

Dî dîrokê de navê gelek lehengan derbas dibe. Mînak yek ji wan Che Guevera ye. Van kesan û Che Guevera di nav wan de ji bo civaka xwe leheng bûn. Ji bo me ne leheng bûn. Û em mînaka li derve negirin.

Em vegerin lehengê xwe. Em vegerin cem Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz-Egîd.

Li Kurdistanê jî, di her demê de lehengên mezin derketin ser dika têkoşînê.

Pêvajoyên ku êdî hêvî nema bûn, hin leheng, ew rewşa ku ber bi jêr ve diçû guherandine û dawî li wê rewşa metirsîdar anîne.

Lehengiyê ne bi tenê di warê leşkerî de, di heman demê de di hemû warên jiyanê de jî xwe da der. Lehengên têkoşîna doza Kurdistanê di her serdemê de, bi rêbazên cur bi cur hem hebûna xwe û hem jî şerên xwe meşandin.

Ji wê rojê heya îro, li dijî zilmê weke leheng ji bo pêşketina mirovahiyê bi rola xwe rabûne. Fîlozof, nivîskar George Santanya, dibêje; “leheng ew kes e ku cesareta xwe bê şahid nîşan dide.”

Mazlûm Dogan jî wisa bû. Dema çalakiya xwe ya fedayî pêk anî şahidê wî tune bûn. Hevalên wî jî hetanî 3 darikê kibrîtê nedîn hinek bi sîtem bûn.

Lê Mazlûm baş fikirîbû li benda Newrozek din nema. Roj ew roj bû. Pêdivî bi şahidekî jî tune bû.

Dema ku çalakiya canbexşane pêk anî li pey 3 darikên kibrîtê yê şewitî û gotina “Berxwedan jiyan e” jî hiştibû. Ev 3 darik û ev gotin wê rêberî bikirina di dewsa wî de. Mahsûm Korkmaz-Egîd, pêşengê pêngava 15‘ê Tebaxê bû. Bi wê çalakiya xwe bêdengiya 100 salî bi dawî kir. Piştî vê çalakiyê herkesî nav û dengê Egîd bihîst. Li Kurdistan ev nav belav bû.

Lê esas lehengiya wî di 28’ê Adara 1986’an de li çiyayê Gabarê di şer de derket pêş. Û di vî şerî de jî şehîd bû. Ji şehadeta wî re jî tu kesî şahidî nekir. Ew roj bi şehadeta xwe kî dizane çiqas heval û hogirên xwe di vî şerî de rizgar kirî bû..

Ji bo ku leheng hin kesên wiha bûn. Ne bi tenê di jiyanê de leheng bûn. Di heman demê de piştî mirina xwe jî lehengiya wan ji serkeftinê re rêhberî bikira.

Ka bêjin li cîhanê kesên li du xwe bi lehengiya xwe jiyanek nû dane destpêkirin nîşanbidin. Îroj li Kurdistan her gerîlayek û şervanek ji bo Kurdan leheng in. Lehengên, leheng Egîd in. Ji lehengiyek gerîla re me di van demen dawî de şahidî kir. Dema ku di sibata sala 2021‘ê de li Garê êrişên dijmin dest pê kirin  me ji têkçûna artêşa dagirker re şahidî kir. Erdoganê behsa mizgîniyek kiribû lê bi cenazê çend dîlên şer ên di dest PKK‘ê de bûn vegeriyan Enqerê.

Di Adara 2024‘an de, Murat Karayilan jî behsa mizgîniyek kir û hefteyek şûnde jî ev mizgînî bi raya giştî re bi delîlan par vekir. Murat Karayilan bi legehengiyên gerîla bawer bû ku mizgînî dida. Hevalê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bû, çi bigota diviya pêk baniya. Û pêk anî.Êdî SÎHA‘yên dewleta dagirker li asîmanan nebûn, li jêr di bin mekapên gerîla de bûn

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.