Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişa Mosko bi destê Tirkiyê pêkhat

27/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar  Cizîrî

Di êvara salvegera 5’an a tunekirina DAIŞ’ê ku roja 23’yê Adara 2019’an de li Baxoza Dêrazorê pêk hat, êrişeke hovane ya bi xwîn li paytexta Rûsiyayê pêk hat. Êriş li salona Kerkos Sîtî ya li rojavayê Mosko ji aliyê komeke çekdar ve pêk hat. Hate gotin ku di encamê de 137 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 145 kes jî birîndar bûn.

Di saetên destpêkê de malpêrên nêzî çeteyên DAIŞ’ê êriş girt ser xwe û dîmenên taybet ên êrişê, li kêleka wê wêneyên îda dikirin, ên êrişkarane belav kirin. Hate gotin ku 4 endamên DAIŞ-Xuresan êriş pêk anîne û bi selametî gihiştine bargehên xwe. Lê paşê hêzên ewlekariyê yên Rûsiya diyar kirin ku wan 11 kesên tewanbar binçav kirine. Di roja 7 Adarê de dest bi dadgehkirina wan kirin.

Balkêşe di roja 7’ê Adarê de jî hêzên ewlekariyê yên Rûsiya şaneyek girêdayî DAIŞ’ê li Paytext Mosko girtin. Hate îdakirin ku wê şaneyê amadekarî dikir êrişî Kenîseyek cûhiyan kiriba. Beriya wê jî balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amarîka ya Moskoyê hişyarî dabû ku pîlana êrişa li dijî kombûyînan li bajar heye. Di roja 19’ê adarê de Serokê Rûsiyê Pûtin got ku hişyariyên DYA’yê di çarçoveya sorkirinê de ye.

Lê di encamê de êriş bi rastî pêk hat û bi dehan welatiyên sivîl ên bê guneh bi awayekî hovane hatin kuştin û birîndar kirin. Bêyî demek dirêj derbas bibe, li ser malpêrên civakî dîmenê êrişkarekî hatibû girtin, li xwe mukir dihat û tê de digot ku ew ji Tirkiyê hatiye. Ên wî şandine jî soza milyonek Rûbilên Rûsî (12 hezar Dolar) beranberî kuştina hemû kesên di salonê de dan.

Lê tişta balkêş, ne ragihandinê yên Rûsiya û ne jî rayedarên Rûsî bal ne kişandin ser cihê êrişkar jê derbasî Rûsiya bûne. Tevî daxuyaniya Ukraniya zû daxuyanî da û diyar kir tu têkiliya wan bi êrişê tune ye, Wan bal kişand ser wê yekê ku êrişkaran dixwestin derbasî Ukraniya bibin hatin girtin. Di heman demê de gotin ku têkiliya êrişkaran bi aliyên Ukraniya ve heye. Dibe têkiliya hikûmeta Ukraniya bi êrişê hebe, ez di vir de tiştekî nabêjim.

Lê pirsa bi rastî xwe dide der, çima Bûtin û hikûmeta wî heta niha naxwaze balê bikşîne ser dewleta Tirk ku êdî hemû cîhan dizane ew navenda DAIŞ’ê ye. Di demên pêş de wê rewş wiha ji Tirkiyê re nemîne û dosya DAIŞ’ê wê li dijî wê were bikaranîn.

Li aliyê din jî êrişa Mosko wê bandorê li dosya Sûriyê ku yek ji navendên hebûna DAIŞ’ê ye, bike. Bi taybet jî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yek ji navendên sereke yên tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ye. Ji ber wê jî heger Rûsiya ku hîn metirsîna êrişan li dijî wê hene, gerek siyasetên xwe li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî bide guhertin. Bi taybet jî di mijara Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî de.

Bi wate heger ew herêm neyên rizgarkirin û destê Tirkiyê ji Sûriyê û Iraqê neyê qutkirin, ihtîmalên êrişan li dijî Rûsiya û welatên Rojavayî  hîn jî zêde ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.