Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê em xwedî li dengê xwe derkevin’

26/03/2024
in NÛÇE
A A
‘Divê em xwedî li dengê xwe derkevin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku divê ew hem dengê xwe bi kar bînin, hem jî xwedî lê derkevin û got, “Li vê derê pêşbirk di navbera Kurdan û dewletê de tê kirin.“

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê demeke kurt ma. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Li Amedê û navçeyên wê bênavber dixebite. Tevî vî karî her wiha ji bo ewlekariya dengan jî dixebite. Ji bo vê jî li 3 hezar û 975 sindoqên dengdanê wezîfedar amade kiriye.

Hevserokê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn têkildarî parastina dengan ji ajansa ANF’ê re axivî.

‘Me karên xwe hemû temam kir‘

Abbas Şahîn li ser ewlekariya sindoqa dengdanê wiha got:  “Gelê Kurd baş zane ku ev pêvajo û hilbijartin gelekî girîng û diyarker e. Ne tenê hilbijartina şandina qeyûman e, di heman demê de hilbijartina azadiyê ye. Gelê me ev yek li qadên Newrozê nîşan da. Em ji bo wê yekê dixebitin ku mejiyê qeyûm vegerînin û bikin ku careke din neyê. Dema ku mirov bala xwe didin ser hilbijartinê tê dîtin ku hilbijartin di navbera muxalefet û desthilatdariyê de tê kirin, lê belê hilbijartinên me gelekî cuda ne. Ji bo Kurdan hilbijartin her tim di navbera wan û dewletê de hatiye kirin. Mejiyê ku hewl da li Kurdistanê îradeya gel bi rêya qeyûman tine bike, ji bo pêşî li îradeya gel bigire serî li gelek rê û rêbazên mîna veguhestina hilbijêran dide, hîleyên hilbijartinê dike û hewl dide îradeya gel desteser bike. Ji ber ku gelê Kurd di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye, hemû karên têkildarî mijarê li ber qedandinê ye.”

‘Pêşbirk di navbera gelê kurd û dewletê de tê kirin‘

Şahîn anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî bêusûl gelek hilbijêr veguhestine gelek navçeyên Amedê û got, “Li navçeya Pasûrê zêdeyî 2 hezar û 800 hêzên ewlekariyê hatin bicihkirin. Di heman demê de li navçeyên Egîl, Hênê û Hezroyê jî hewl dide ku bi polîtîkayên şerê taybet gel ji dengdanê vegire. Li hemberî vê yekê em niha di nava têkoşîneke cidî de ne, em gelê xwe hişyar dikin. Ji ber ku sîstem naxwaze gelê Kurd di nava siyaseta demokratîk de hebe. Nêrîna li siyaseta demokratîk û sekna serbilind a gelê Kurd hêja ye. Hilbijartin bi dengdanê tê qezençkirin. Me karên xwe yên li ser ewlekariya sindoqên dengdanê qedandine. Li tevahiya Amedê 3 hezar û 975 sindoqên dengdanê hene. Me wezîfedarên xwe li ser van sindoqan erkdar kir. Em ji vê derê dixwazin bangekê bikin; ji bo hilbijartin di atmosfereke hîn demokratîk û ewle de derbas bibe bila gelê me jî xwedî li sindoqên dengdanê derkeve. Îsal wê milyonek û 164 hezar û 165 kes li Amedê dengê xwe bide û îradeya xwe nîşan bide. Têkildarî vê jî banga me li gelê me ew e ku hem dengê xwe bi kar bîne û hem jî xwedî lê derkeve. Ji ber ku li vê derê hilbijartin di navbera desthilatdarî û muxalefetê de nîne, hilbijartin di navbera Kurdan û dewletê de tê kirin.”

‘Yên ku polîtîkaya hilweşandinê amade kirin bi xwe hildiweşin‘

 

Şahîn destnîşan kir ku hilbijartin diyarker e û got, “8 sal in polîtîkayeke hilweşandin û têkbirinê heye. Yên ku polîtîkaya hilweşandinê amade kirin bi xwe hildiweşin. Em vê yekê li qadan gelekî baş dibînin. Sîstema ku hewl dide Kurdan li derveyî hilbijartinê bihêle bi ser neket. Sîstema qeyûm bi taybetî xisar da ziman, çand, binesazî û aboriya gelê Kurd. Di nava 8 salan de ciwanên me bi rengekî cidî ber bi narkotîkê ve hatin dehfdan. Em baş zanin ku ev hemû ji bo pêşîgirtina li sekna polîtîk a gelê me ne. Gelê Kurd gelekî polîtîk e û vê rastiyê baş zane. Baş zane ku di hilbijartinan de çawa xwedî li dengê xwe derkeve. Em ji gelê xwe dixwazin ku dengê xwe bi kar bînin û xwedî lê derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.