Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bangawaziya ji bo Îmraliyê

26/03/2024
in NÛÇE
A A
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bangawaziya ji bo Îmraliyê
Share on FacebookShare on Twitter

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bibîr xist ku ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê 3 sal in agahî nagirin û xwest ku ev rewşa bê bidawîkirin.

Ji Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin re, ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî agahînegirtina 3 salan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Buroyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev 3 sal in agahiyê nagirin û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanên edlî û îdarî destûr nayê dayîn ku hevdîtinek were kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku rewşa agahînegirtina mutleq bi pêkanînên derveyî hiqûqê re didome û Girava Îmraliyê li pişt “perdeya nepenîtiyê” tê hiştin.

Meqamên  biryarê sûc dikin 

Daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya sedsalê ve hate kirin wiha ye: “Rewşa agahînegirtina mutleq a heyî, ji bilî pêkanînin keyfî bi ‘biryarên darazê’ yên di mewzûata Tirkiyeyê de tu palpişta wan nîne tê domandin. Cezayên dîsîplînê ku weke sedemên qedexekirina serdanên malbatan û biryarên ku pêşî li ziyareta parêzeran digirin tên nîşandan, binpêkirina qanûnan e û ji bo meqamên biryardayînê sûc e. Her wiha mafê nivîsîn û ragihandina bi telefonê jî nayê nasîn. Lê belê li gorî rêgezên Mandela, ne pêkane ku têkiliya bi cîhana derve re bi temamî were birîn. Di nava her şert û mercî de divê ragihandina herî kêm a girtiyan bi cîhana derve re bê ewlekirin. Krîterên kêmtirîn bi cih nayên anîn û biryarên li ser bingeha van pêkanînan ji parêzeran tên veşartin.

Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin 

Bi van pêkanînan re Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin. Raya giştî, bi taybetî malbat û parêzerên wan, li ser rewşa heyî ya muwekîlên me yên 3 sal in li girtîgeheke giravê bê navber tên ragirtin, nahêlin agahiyeke herî biçûk bigirin. Li ser mafên bingehîn ên muwekîlên me yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatine ewlekirin, bi taybetî li ser mafê tenduristiyê ti agahî li ber destê me nînin.

Îşkenceya Giran

Rewşa agahînegirtina mutleq ku di dîrokê de mînaka wê nîne, modêla îşkenceyeke giran e. Ji ber serlêdana me ya li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tavilê dawî li agahînegirtina mutleq were anîn, ku ev yek weke rehenda vê rejîma îşkenceyê tê bikaranîn û tu wekheviya wê li gorî rêziknameya qanûnî nîne, komîteyê biryara bergiriyê dabû. Komîteyê di îlona 2022’yan de bang li hikumeta Tirkiyeyê kiribû ku ‘rewşa agahînegirtina mutleq ya serlêderan bê bidawîkirin û bêyî ku astengiyek hebe serlêder bikarin parêzerekî ku ew hilbijêr in xwe bigihîninê.’ Ji bo ku ev biryara tedbîrê nehate bi cih anîn Komîteyê di meha çileyê ya sala 2023’yan de biryara tedbîrê ji bo ku hikumet bi cih bîne dîsa jê re ragihandibû. Lê hikumetê dîsa hiqûqa navîn û ya navnetewî pêk neanî, biryara tedbîrê bi cih neanî  û di polîtîkayên xwe yên agahînegirtina mutleq de israr kiriye.

Serdana CPT’yê 

Di meha Îlonê ya 2022’yan de ku rewşa agahînegirtina mûtleq bikûrkirinê hatiye berdewam kirin de CPT’yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Lê têkildarî vê serdanê rapora xwe hêj jî aşkere nekiriye û têkildarî şertên ragirtin û tenduristiyê de jî ji raya giştî re daxuyaniyek nedaye. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serlêdana krîtîk ya pêkanînên tecrîdê yên Girtîgeha Îmraliyê digire nava xwe, tevî ku 13 sal in li pêşiyê ye jî xwe ji biryardayînê dûr dixe. Bêguman li gel hikumetê, helwesta organên Konseyê nîşan dide ku pêkanînên li Îmraliyê ne bi biryarên hiqûqî, bi biryarên polîtîk ên asta navnetewî de hatine wergirtin.

Divê rejîma tecrîdê were bidawîkirin

Her wiha pir zelal e ku rejîma tecrîda mutleq, pêşniyara civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Rêber Apo pêşxistî ye hedef digire. Tevî rejîma tecrîda giran, projeyên xurt ên çareseriyê ku daniye pêşiya xwe, têkoşîna ku di berjewendiya gelan de nîşan da, hêza ramanî û bîrdozî ya ku hilberand; Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên dijberiyê û şer bûye modêla jiyana herî alternatîf. Ji ber vê yekê bidawîkirina pergala tecrîdê ya li Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, dê di rêya avakirina jinûve ya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dê bibe gaveke mezin. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku bandora polîtîkayên agahînegirtina mûtleq ên li ser Rêber Abdulla Ocalan tê sepandin, li her qada jiyanê xwe dide nîşandan.

Banga li mûxatabên têkildar

Her ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên sepandin kûr dibin, di serî de pirsgirêka kurd, krîzên piralî yên gelên Tirkiyeyê ketine nav mezintir dibe. Yekane rêya derketina ji vê rewşa pirrengî ya krîzê û avakirina civakeke demokratîk, aştiyane, pêkanîna têkiliya Birêz Ocalan bi cîhana derve re ye. Ji bo ku pirsgirêkên dîrokî û jiyanî yên li erdnîgariya me hatine jiyîn derbas bikin, bidawîkirina tecrîdê girîng e. Girseyên ku di ferqa vê rastiyê de li her qadê berteka xwe mezin dikin. Helwesta ji nedîtinê ve hatinê ya kesên siyasetmedar, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û rewşenbîrên ku weke pêşengên civakê tên pênasekirin nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê em bang li mûxatabên pêwendîdar dikin ku rastiyê bînin ziman û bi berpirsyariyên xwe yên bingehîn rabin.

 Divê rewşa agahînegirtinê were bidawî kirin

Di vî warî de em careke din dixwazin diyar bikin ku; Li gorî berpirsyariya ku ji aliyê prensîbên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ve tê xwestin, divê hemû mafên muwekîlên me, bi taybetî jî mafê hevdîtina bi parêzeran re bêyî ku bên sînorkirin demildest bên pêkanîn. Rewşa agahînegirtinê ya 3 salan ku ji bo me parêzeran û piraniya civakê bûye sedema fikaran divê demildest were bidawî kirin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.