Ronaz Silêman/Qamişlo
Helbestvanê helbesta resen nemir Seydayê Tîrêj ji bilî nivîsandina helbest û çîrokan, têkoşîneke ramyarî jî meşandiye. Helbestên xwe ne tenê li ser evînî û xemgîniyê divîsand, lê di helbestên xwe de bi dengekî bilind bangî keç û xortên kurdan dikir ku bi rola xwe ya dîrokî rabin.
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923`an de li Nicmok yê girêdayî bajarê Qamişlo hatiye dinê. Navê wî yê rastî Mele Nayif e Heso ye. Gava ku temenê Tîrêj dibe 6 salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Tîrêj; ji bilî nivîsandina helbestan, têkoşîneke ramyarî jî meşandiye
Tîrêj di sala 1937’an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. 5 salan li dibistana bajarê Amûdê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye, ev têkilî bandora evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de gul vedide. Bi wan re xebata niştimanperweriyê kiriye û wek gelek welatperwer û rweşenbîrên Kurdan, Seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Li gel nivîsandina helbest û çîrokan, têkoşîneke ramyarî jî meşandiye.
Banga Seyda; keç û xort bi rola xwe ya dîrokî rabin
Seyda di sala 1952`an de bi destê desthilatdariya wê demê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin. Piştî ku Seyda ji zindanê reha dibe, berî dide nav Erebên Cibûran û ji neçarî demek pir dirêj xwe li nav wan diparêze. Di sala 1973’an de berî dide bajarê Hisiça û li wir bi cîwar dibe. Di 23’ê Adara 2002`an de diçe ser koça xwe û li gundê Girkeftar hat veşartin. Herwiha mamostayê mezin û bi nav û deng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser Seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje -Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ku bi rola xwe ya dîrokî rabin:
Xortê jîr û xwendevan çare û hêviya netew
Rabe ji xew tu carek serê roja me derket
Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket
Li çar kenar û hawêr şer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket
Li şûnwara nemînî dem pir xwêş e birader
Divê wextê nemane tu kes bê al û şewket
Seyda; helbestên xwe bi hunerek mezin û bilind hûnandiye
Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera rewanê wê daye, di heman demê de bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421 cotmalik in. Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû, leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman. Pesnê dîroka gelê xwe dida û her û her digot:
Bihûştek Xwedê ye li xakî zemîn
Berê ew bi navê Meya Farqîn
Ne dûre ji havîngehên ber Fêrat
Bi nav û bi deng bûye bûka welat
Ji beriya hezar sal Meya Farqîn
Dibû dewletek serbixwe nazenîn
Dema bûye dewlet bi serxwe’v dihat
Helebesa Seydayê Tîrêj ya bi navê Ey welat
Ey welat ez can fidayê, deşt û zozanê te me
Can fidayê av û dehl û bax û bîstanê te me
Sûnd û peyman bî, li ser min, dê te parêz kim welat
Xwîna narincî birêjim, merdê pêwanê te me
Dest li ser darê tifing im, şog ji erdê nabirim
Pa Sîpan û leşkerê armanc û nîşanê te me
Can bisojim, dê bi pêt û agirê cenga welat
Agirê Zerdeşt bî, ez bi xwe perwanê te me
Bostekê ez ji te nadim, bi welatê Hind û çîn
Tu bihişta millt e, ez şûr û gerdanî te me
Dê bibirim, ez bi şûr û xenceran, destê çepel
Hîmê bintar û asasê, birc û eywanê te me
Dê bi hêz û hinera xwe, ez te parêz kim welat
Ala rengîn jor ve hildim, ez li ser banê te me
Rengê tîrêj û birûskan, dê xwe berdim ser neyar
Ser bind im bê guman, pêşmergê Barzanî te me
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
-Dîwan Xelat
-Dîwana Zoza
-Dîwana Cûdî
-Serpêhatiyên Kurdan
Berhemên wî yên neçapkirî :
-Xelata roja helbestên Kurdî li Sûriyê 1995`an.
-Xelata 100 saliya Rojnemevaniya Kurdî. 1998`an de li Hewlêr.
-Xelata Koma Helecayê ya Folklorê Kurdî li Cezîrê- Hisiçe 2001`an de.