Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mizgînî û encamên wê!

24/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Di dîroka gelê Kurdistanê de Newroz ê, li dijî zaliman mohra xwe li ruhê serîhildanê û serkeftinê xistiye.  Ev ruhê serîhildanê û berxwedanê, ji hezar salan heta roja îro hatiye, lê ji bo tefandina rohniya agirê vê destana hêja ya dîrokî êrîşên qirker ên desthilat û talankeran bê navber dewam kir.

Hema mirov dikare bêje hatibû qonaxa tarîkirina vê rohnahiyê, Rêber Apo di Newroza 1973 ya de li Bendava Çubuka Enqereyê ev agirê li ber vemirandinê bû, ji nûve pêxist.

Bi çalakiya Kawayê Hemdemî Mazlum Doxan re ya li zîndana Amedê di Newroza 1982 ya de, ew agirê mîna ji xweliya xwe ve hatibû afirandin derbasî qonaxa duduyan bû.

Bi pêşengiya Mahsum Korkmaz a pêngava 15′ ê Tebaxa 1984 an de,  derbasî qonaxa sisê ya bû û heta îro bi hemû lehengiya xwe dewam dike.

Bi dilgirtina Rêberê Tevgêra Azadiyê ya dibe 26 salan û bi şehadeta ewqas pêşengan, her wiha bi êrîşên her cûre çekên klasik û modern ên kîmyewî jî li gel, ev agir venemirî,  “ xeyala ku xistibûn bin axa çiyayê agirî” ji nûve şitilî û qonax bi qonax pêşdiket.

Gava mirov van bûyerên 52 salan ên ji “Bendava Çubuk a Enqereyê” heta îro, hemûyan di zik hev de li ber çavan re derbas dike, êdî pêşîgirtin li vê tevgêrê û vî gelê berxwedêr nabe, êdî ev Rêbertî, Tevgêr û gel ewqas bi hev hatine girêdan û bûne xwedî îradeyek ji pola, kes nikare wan ji hev biqetîne û vê şoreşê bide rawestandin!

Ev jî ne bes bû, di êvara  Newroza îsal a 2024 an de, mizgîniya xêrê  jî bi ser ve hat û Cejna îsal a NEWROZÊ pirtir xemiland û tacidar kir.

Ev mizgîniya giring û watedar, ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel(NPG) ve hat û dibêje; ”Gerilayên Azadiya Kurdistanê, bûne xwedî  sîstema fuzeyên ku dikarin sîhayan bêbandor bikin; ji 13ê Sibata 2023an vir ve me 15 SIHA xistin xwarê…”!

Bi vê mizginiyê re, êdî şoreşa gelê Kurdistanê derbasî qonaxek nu dibe.

Hema di serî de, bandora propagandeya wê tirsa ku bi rêya van “ makîneyên mirinê” dikirin hat şikandin.

Her wiha dewleta tirk, wê bazirganiya li ser van SIHA ya dikir êdî weke berê nikare bike.

Vê mizginiyê, careke din gotinên Rêber APO piştrast kir ku “teknîka  herî mezin mirovin”  Bi gotinek din, heke mirov û tevgêr mejî baş bixebitînin, dikarin ji dewletan bêhtir afirandinê bikin û serkeftinan bi dest bixin!

Bêgûman ev mizgîni ji bo hemû gel û baweriyên jêrdest e, jiber ku ev dewleta faşîst, ne tenê Kurd, jibo hemû azadixwaz û demokratan xetere.

Bi vê mizgîniyê re, ew propagandayên dewleta tirk ku digotin, ”PKKê çeka datinin û hwd.” jî pûç bû.

Bi vê mizgîniyê re, gelê Kurdistanê û dostên xwe herikîn  pîrozbahiyên Cejna Newrozê, bi coş û cesaret zêdetir bû.

Kurt kurmancî, encamên vê mizgîniyê, berevajî siyaset û planên dewleta faşist û hevalbendên wê, piralî û gelemperî bi coş hate pêşawazî kirin û wê baştir jî bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.