Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê Dengê Silêman Ehmed bighînin cîhanê’

23/03/2024
in NÛÇE
A A
‘Em ê Dengê Silêman Ehmed bighînin cîhanê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Desteya Rêveber a Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm diyar kir ku ew wekî Yekîtiya Ragihanda Azad û rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Silêman Ehmed gelek çalakî li dar xistine û wiha got: “Ji bo eşkerekirina çarenûsa Silêman Ehmed me xwe gihand hin saziyên mafên mirovan yên li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanî, herwiha wê çalakiyên me jî berdewam bin”

Xiyaneta PDK`ê ya li hemberî gelê kurd bi 10’ê salan dewam dike. PDK`ê bi dijminê gelê xwe re dibe hevalbend ji bo ku deng û berxwedana gelê kurd ji cîhanê veşêre, rojnemevanên şopidarên rastiyê armanc dike, da ku rastî dernekeve û dijmin bi rehetî sûcên xwe li ser kurdan pêk bîne. Û yek ji berxwedêrên ronîkirina rastiyê ku bûye armanca sûcên hovane yên PDK`ê rojnemevan Silêman Ehemed e.

Silêman Ehmed di ajansa Rojnews’ê de xebatên edîtoriya beşê Erebî dikir, dema ku di 1`ê Cotmeha 2023`an ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê û 25`ê Cotmehê de, dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê PDK`ê ve hat revandin û heta niha agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK`ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandin e.

 Derbarê revandina edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, endama Desteya Rêveber a Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Evîn Ibrahîm diyar kir ku 5 mehin çarenûsa rojnemevan Silêman Ehmed ne diyare û wiha got: “Dema ku endamê Yekîtiya Ragihandina Azad Silêman Ehmed xwest vegere Başûrê Kurdistanê, ji bo ku xebatên xwe yên rojnemevaniyê berdewam bike, ji aliyê asayişa PDK`ê ve hat revandin û ev dibe nêzî 5 mehan çarenûsa wî ne diyare. Rojnemevan Silêman Ehmed bi fermi derbasî Rojava bibû, da ku serdana malbata xwe bike û bi awayekî fermî careke din vegere ser kar û xebatên xwe, lê dema vegerê de li deriyê Pêşxabûrê (Sêmalka) ji aliyê PDK`ê hat revandin.  Herwiha revandin Silêman binpêkirinên yasayên di derbarê azadiya Rojnemevan de ne.”

‘Dengê Rojnemevan Silêman Ehmed bigîhin cîhanê’

Evîn Ibrahîm nerazîbûna Yekîtiya Ragihandina Azad ji revandina rojnemevan Silêman Ehmed nîşan da û wiha got: “Yekîtiya Ragihandina Azad û hemû rojnemevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê revandina rojnemevan Silêman Ehmed de nerazîbûna xwe nîşan dan. Herwiha me wek Yekîtiya Ragihanda Azad ji bo Silêman Ehmed gelek çalakî li dar xistin, hem me xwe gihand hin saziyên mafên mirovan yên li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanî, ji bo ku em karibin dengê Rojnemevan Silêman Ehmed bigîhin cîhanê. Herwiha ji dema revandina Ehemd ve û heta niha agahî jê nayê girtin, ji ber PDK`ê  hevdîtina parêzer û malbatê bi Silêman re asteng dike, lewra hin Saziyên Mirovî jî hewletên nerazîbûnê nîşan dan û mixabin hin sazî jî bêdeng man. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê dema ku em bi sendîkeyên rojnemevan re ketin têkiliyê de, sendîkya rojnemevaniyê ya bajarê Hewlêrê bê helwest ma, hinekî sendîkeya rojnemevaniyê ya Silêmaniyê hewlestinê xwe derxistin pêş, lê ne di wê asta ku karibin çarenûsa Silêman diyar bikin.”

‘PDK`ê gelek rojnemevan binçav kirine’

Evîn Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Perpirsyariya Silêman Ehmed di destê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev ne cara yekemîn ku rojnemevanan bi vî awayê hovane direvînin, ji ber ji dîrokê heta îro gelek rojnemevan binçav kirine. Herwiha azadiya rojnemevanêyê ya ku behsê dikin ne di wê asta ku tê xwestin, ji ber nêzîkatiyên hovane li hemberî rojnemevanên ku dixwazin riya heqîqetê bişopînin, dengê rojnamegeriya azad û gelê xwe bighînin cîhanê didin meşandin. Lê bera baş nas bikin ku rojnemevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wê li dû doza Silêman Ehmed de bin, bê guman gelek çalakî ji bo Ehmed hatin lidarxistin, lê di dema pêş de heger çarenivîsa Silêman Ehmed neyê diyarkirin wê helwetên me yên cudatir bên nîşandan. Û em ê li dû doza azadkirina rojnemevan Silêman Ehmed bimînin heta ku pênûsa rastiyê veger dîrokê binvîse û ronî bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.