Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5 sal derbas bûn, nîşaneyên xetereya DAIŞ`ê didomin

23/03/2024
in NÛÇE
A A
5 sal derbas bûn, nîşaneyên xetereya DAIŞ`ê didomin
Share on FacebookShare on Twitter

5 sal beriya niha çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngariyê de ji aliyê QSD’ê ve hatin qedandin. Lê di du salên dawîn de êrişên wan ên li ser Sûriyeyê zêdetir bûn. Ev dide nîşandan ku xetereya DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23`yê Adara 2019`an xewna çeteyên DAIŞ`ê ya “avakirina xîlafetê” li bajarokê Baxozê tune kir.

Piştî ku DAIŞ`ê li ser erdê bi bin ket bermahiyên wê xwe veşartin û dest bi stratejiyeke nû bi navê “gurên bi tenê” û şerê lêxistin û xweveşartinê di 5 salên dawîn de meşand. Di encamê de komkujî û sûcên xwîndar çêbûn. Nemaze ku hîna ezmûna wê ya leşkerî heye û endamên wê pispor in û xwe li herêmên çolistana Sûriyeyê veşartine. Li gorî fermandarên QSD`ê hejmara wan nêzî 10 hezar çete ne.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaayê di 20`ê Çileya 2022`yan, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve ku şaneyên xwe yên veşartî bi kar anîn ji bo ku çeteyên di girtîgehên QSD`ê de birevînin, ji 2019`an ve êrişa herî berfireh e.

Di girtîgeha Sînayê de çeteyên tundraw ên ji 50 welatan hene. Dema êrişa li ser girtîgehê, tevlihevî û îsiyan çêbû, deriyên hucreyan hatin şikandin, ji ber wê gelek çete ji girtîgehê reviyan û ketin taxên dora girtîgehê. Lê belê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez girtîgeh kontrol kir û kesên xwe di wan taxan de veşartîbûn, tune kir.

DAIŞ`ê dixwest bi wê planê Hesekê kontrol bike û bigihêje kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ`ê tê de ne. Dûre biçe Reqayê ku berê navenda wan a sereke bû. Lê bi rastî bi saya destwerdana lezgîn a QSD`ê û dorpêçkirina cihê şer, ew plan negihişt serî.

Îro, navendên girtina çeteyên DAIŞ`ê, ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncew e nemaze ku hîna çarenûsa vê dosyayê ne diyar e û gelek dewlet jî naxwazin hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de vegerînin.

Xetereya Kampa Holê ji ya wan girtîgehan ne kêmtir e em dikarin wek “bombeyeke demkî” bi nav bikin. Ji ber ku li seranserî cîhanê kampa herî xetere ye. Ji ber ku hevjînên çeteyên DAIŞ`ê yên bi wê hişmendiyê ve girêdayî ne, nifşekî nû ku ji berê tûndtir û tundrawtir mezin dikin.

Sala 2023`yan li Sûriyê ya herî xwîndar bû. Ji ber ku tevgera çeteyên DAIŞ`ê zêde bû ku tirs û tevlîhevî belav kir. Çeteyan 336 êriş pêk anîn. Jê 165 li herêmên Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Yên din jî li herêmên din ên Sûriyê kirine. Di encamê de 700 kes hatin kuştin di nav de sivîl û hêzên leşkerî jî hene. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ew bûyer, bi çekên cur be cur hatine kirin, çi bi rêya dabenceyên bêdeng an jî kêr an jî mayîn û bombe.

Ji destpêka 2024`an ve, çeteyên DAIŞ`ê bi dehan êriş li çolistana Sûriyê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de pêk anîne. Dema di navbera 15`ê Sibatê heta 16`ê Adarê de, di encama şer, êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 80 kes hatin kuştin di nav de jin, zarok û leşker jî hene.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn di Sibata borî de di operasyoneke ewlehiyê ya berfireh de ku li Hesekê û heta navçeya Şedadê li dar xistiye, 13 çeteyên DAIŞ`ê girtin ku plan dikir êrişan li dar bixin ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.