Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza azadî û berxwedanê 

21/03/2024
in NÛÇE
A A
Newroza azadî û berxwedanê 
Share on FacebookShare on Twitter

Bi dirûşmeya ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî şêniyên bajarê Qamişlo, Dêrik û Hesekê bi rengê xwe Newroza 2024’an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan

Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi coş û kelecanekî herikîn qada Newrozê. Qada Newrozê bi wêneyên Rêber Apo û şehîdan hate xemilandin. Berî ku bernameyên Newrozê dest pê bike, şêniyên bajarê Qamişlo deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê sekinîn. Piştre bi navê komîteya amadekar a Newrozê Şemsîxan Gilo axivî û xêr hatina hemû mêvanan kir. Newroza 2024’an li hemû gelan, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan û li Rêber Apo pîroz kir. Piştre bi navê PYD Asiya Abdullah û bi navê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivîn. Di gotinan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û gotin ku bi saya şehîdanê ku li hemberî faşîzmê şer kirin îro em bi milyonan kes newrozê pîroz dikin. Bi saya berxwdana 50 salî ya Rêber Apo Îro em xwedî nasname, proje û xwedî nirxên dîrokî ne. Di gotinan de banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd hat kirin. Herwiha pêwîste bêdengiya ku li hember kiryarên der heqê Rêber Apo pêk tê bi dawî bibe.

Piştî bidawîbûna axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Her wiha bernameyên Newrozê destpêkirin stranên neteweyî û govendên folklorî hatin pêşkêşkirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê jî Newroza 2024’an bi coş û kelecanekî mezin pîroz kirin, şahiya Newrozê bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan destpêkir. Destpêkê qomîta Amadekar bi xêrhatina hemû mêvanan kir û Newroza 2024’an li Rêber Apo û hemû şehîdên doza azadiyê piroz kirin.

Di berdewamiya şahiyê de hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û wiha got: “Newroza 2024’an bi dirûşmeya berxwedan jiyane li Rêber Apo û hemû pekrewanên azadiyê pîroz dikim, li cih û warê Ferhad Dêrik pîroz dikim. Ev Newroza berxwedan û serhildanêye, herwiha wê bibe newroza rizgarkirina Rêber Apo.”

Di heman demê de li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Telet Yûnis wiha got:” Em bi rih û silogana ” ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî ” vê newrozê bi germahî û bi kelecana agirê Newrozê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em ê vê newrozê bikin Newroza azadî, serkeftin û bidawîkirina dagirkeriya li ser gelê me. Em bi rihê newrozê tekoşîna xwe berdewam bikin ji bo avakirina Sûriyeke demokrat. Herwiha em ê li hemû qadan agirê xwe pêxin û bi serbilindî li berxwebidin da ku ev sal bibe sala rizgarkirina Efrîn, Girê spî û serêkaniyê.”

Herwiha koma Cûdî jî bi kelecanek mezin û bi dengên xwe yên xweş Newroza 2024’an li hemû şêniyên bajarê Dêrikê pîroz kirin. Di heman demê de koma ava mezin bi dilekî bi coş şanoyên xwe pêşkêş kirin. Koma şehîdên qereçox jî bi stranên koçerî şahî geş kirin. Di berdewamiya şahiyê de koma Tilkoçer a Ereban bi dengên xwe dîlan gerandin. Di dawiyê de jî hunermend Hisen Dêrik û Mehmûd Koçer sitarnek diyarî Rêber Apo kirin û paşî bi çend stanan dîlan berdewam kir.

Di heman çarçoveyê de bi hezaran gel newroza 2024`an, li Sede Xerbî ya girêdayê bajarê Hesekê, bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi coşekî mezin hat pîroz kirin, bi baweriya xwe ya ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê nîşan dan. Bi tevlî bûna bi hezaran gelê Kurd, Ereb û Suryan bi renge xwe şahî xemilandin bi cil û bergên kurdî, alên kesk û sor û zer û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de bi siloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û bi nîşana serkeftinê şahî hat bilind kirin.

Berî destpêkirina şahiya newrozê deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre ji aliyê dayikên şehîdan ve agirê newrozê hat dadan, herwiha dengê peyama Rêber Apo ya li ser cejna newrozê hat guhdarkirin.

Di heman demê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rifet Derwîş axivî. Rifet di destpêka axaftina xwe Neweroz li hemû gelên azadîxwaz, bi taybetî li Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Her sal wê agirê Newrozê ji bo ronahiya azadiyê were pêxistin û ev yek bi hevgirtina pêkhateyan em ê pêk bînin. Bi rihê Newrozê em ê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mesoger bikin.”

Piştre li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman diyar kir ku newroz roja vejîn û berxwedana gelê bindeste.

Şahiya Newrozê bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî yên Koma Tolhildan berdewam kir. Herwiha di şahiyê de, Koma şehîd Zelal ya Tohildan, Koma Gerstêrk ya Hîlala Zêrîn, Koma Çiyayê Kurmênc ya Efrîn, Koma Zîlan Tolhildan û hunermend Sîpan Xelat, Ibrahîm Cemal, Basil Can, Hemîd Yûsif, Mihemed Tesar û Abdulla stranên şoreşgerî û newrozê bi zimanên Erebî û Kurdî pêşkêş kirin. Di heman demê de koma Şehîd Zîlan ya Tilbirak, Koma Tolhildan û koma Ermeniyan govendên filklorî dan pêşkêşkirin. Herwiha 2 şano ji aliyê Koma Çiya û Şehîd Mizgîn hat pêşandan.

Şahiya Newrozê bi stran û govendên gelêrî hat bidawîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di şahiya Newrozê de berxwedan û mîzgîniya Gêrîlayên azadiyê hat pîrozkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.