Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima jin ji xwe fedî dikin?

20/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 Nehîd pale

Jin ji ber ku jin in, ji xwe fedî dikin, gelo çima? Di hişmendiya wan de çi hatiye çandin? Ji xwe fedîkirin, nesaxiyeke ku nefesê li jinê qut dike, wê bê îrade dike û di bin rehmeta mêr de dihêle. Ez jêre dibêjim nesaxî ji ber bandoreke mezin li fîzîk û piskolojiya jinê dike.

Dewletên dagirker gelê Kurd xistibû rewşa ku ji ziman, çand û civaka xwe şerm bikin, jin jî ketiye rewşa ku ji her tiştê xwe şerm bike. Ji ber vê yekê hinek jin hene ku xwe weke jin înkar dikin, teqlîda mêr dikin û hinek jî hene ku ji heqîqeta jin gelekî dûr dikevin û ji jinê hez nakin. Her tim pêdiviya xwe bi mêr dibînin û dibin koleyên dildar ên mêr.

Her tiştê jin şerm dîtin gelo çavkaniya xwe ji çi digre? Dema dengê jinan bilind tê, yên derdora wan xwe bi wan de aciz dikin û dibêjin eybe dengê xwe kêm bike. Dibe ku dayîk nizanibin çima eybe dengê jinê were bihîstin, lê belê çavkaniya xwe ji zîhniyetê digire.

Em ê li ziman û çanda gelên Rojhilata Navîn vegerin, di zimanê erebî de gotina Ew,ra ji bo jinê tê bikar anîn. Di ferhenga erebî de Ew,ra weke gotin tê wateya şerm û kêmbûn û têgehî jî tê wateya star ango jin divê were setir kirin, her tim di bin parastina mêr de be. Li gorî zîhniyeta mêrê desthilatdar jin kême û jê şerm dikin, ji ber vê yekê jin Ew,ra tê dîtin.

Jin kêm tê dîtin, ji ber dibêjin Hawa ji qemaxê Adem çêbûye û ji xwe Hawa ji aliyê Xwedê ve hatiye lanet kirin. Fîzîka jin hemû eyb tê dîtin, ji ber wê ol tenê destûr dide ku dest û riwê jinê xuya bike. Qedexeye ku jin nimêj bike û serê wê vekiriye yan canê wê xuya bike. Di bin navê jin Ew,ra ye yan jî şerme canê jinê xuya bike, zagon diyar kirine û zextê li jinê dikin ku li gorî van zagonan bimeşe.

Piştî sedsala 19`emîn êdî çeteyên mîna Hizbullah, Ixwan Muslimîn, Talîban, DAIŞ, Huda Par û hwd. xuyakirina dest û riwê jinê jî qedexe kirin. Êdî divê jin ji serî heyanî ling xwe bipêçe û canê wê bi temamî xuya nebe. Jin dema ku her tiştê wê eyb were dîtin, wê çawa ji xwe hez bike? Bi milyonan jin ji ber ku jinin ji xwe şerm dikin, an jî lanetê li xwe tînin. Beşek ji jinan jî heyanî ku dimrin her tim hewl didin ku xwe têxin çavên mêr de û civak jê razîbe.

Di civaka xwezayî de heyanî 4000 BZ. jin pîroz dihat dîtin û ew çavkaniya bereket û edaletê dihat dîtin. Jinê civak birêve dibir û rojekê kesî ji wê şerm nedikir an wê ji xwe şerm nedikir. Civaka ku êdî li gorî zîhniyeta mêrê desthilatdar difikire û teşe girtiye bi tûndî nêzî jinê dibin. Jina Sudanî, Afxanî, Lîbî, Sûrî, Iraqî û hwd. hemû nixumandî ne lê her roj têne kuştin û tecawiz kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.