Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Newroza 2024 Wê Bibe Newroza Azadiya FÎzîkî ya Rêber Apo’

19/03/2024
in NÛÇE
A A
‘Newroza 2024 Wê Bibe Newroza Azadiya FÎzîkî ya Rêber Apo’
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Newroza 2024 an li tavahî aliyên cîhanê bi eşq û coşeke pir mezin tê pêşwazîkirin. Gelê Efrînê jî li herêma Şehbayê rûxmî 6 sal ji koçberiyê, êrîş û dorpêça Hikumeta Şamê lê bi biryardarî û hezkirin pêşwaziya Cejna Newrozê dikin.

Ji bo gelê Kurd Newroz nîşaneya vejîneke nû li hember zordarî û desthilatdariyê ye. Di her sal de gelê Kurd li çar aliyên cîhanê bi rengê gelêrî pêşwaziya Cejna Newrozî dikin. Bi taybet ev roj li Kurdistanê weke rojeke pîroz tê destgirtin. Di Newrozê de helwest û armancên mezin tên sazkirin û her sal gavên mezin ber bi azadiyê ve tên avêtin. Ji agirê Kawayê Hesinkar bigire heyanî agirê Newroza 2024 an gelê Kurd roj bi roj vejînê jiyan dike.

Li Şehbayê jî ji 6 salan ve rûxmî hemû şert û mercên koçberiyê û siyasetên ku tên pêkanîn. Lê her sal bi moral û bi kelecaneke mezin ji bona rizgarkirina Efrînê Newroz ji aliyê gelê Efrîn û Şehbayê ve tê pîroz kirin. Têkildarî newroza sala 2024 an li Şehbayê Endamê Kordînasyona Kongira Star ya kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo û Endamê Meclîsa Kampa Serdem Gulistan Mistefa ji rojnameya me re axivîn.

`Newoza 2024 an wê bibe misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo`

Ferîde Îbo di destpêkê de Newroza 2024 an li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bê guman Newroz ji bo me weke rojeke pîroz tê destgitin, her sal bi biryardariya pêkanîna gavên nû agirê Newrozê tê pêxistin. Lê bi taybet di Newroza 2024 an de em tenê bi yek armancê nêz dibin û tavahî hêviyên gelê azadîxwaz jî ew e ku ev Newroz bibe Newroza Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Bi taybet di van demên dawiyê de azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne tenê bi dengê gelê Kurd tê gotin û daxwaz kirin, Rêber Apo bi felsefe û Paradîgmeya Netewa Demokratîk bûye Rêberê gelên azadîxwaz. Bi însiyatîfên ku gelên cîhanê yên ji bo azadiya Rêber Apo dane destpêkirin. Tekez dibe ku dîwarên Îmraliyê bi hêza îradeya gelan wê were şikandin. Li ser vî bingehê em jinên Kurd hêviyên me ew e ku Newroza 2024 an bibe misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêbertî”.

`Newroz dibe Nûkirina soza têkoşîna jinê`

Her wiha Ferîde diyar kir ku Jinên Kurd li ser bingeha felsefeya Azadiyê gihîştin vê astê û wê her têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Jinên Kurd bi tevgera Azadiyê ya ku zêdetirî 50 salî dewam dike, karîn xwe di hemû aliyên jiyanê de îsbat bikin û sînorên hişmendiya zilamtiya hezarsalan bi têkoşîna xwe bişkînin. Bê guman ji bo nûkirina soza têkoşîna me Newroz dibe bingeh û em bi vê yekê re gavên nû ji bo azadiya tavahî jinan û mezinkirina têkoşîna doza azadiya jinê de davêjin. Li ser bingeh û stratejiya Şikandina zincîrên koletiya jinê û hilweşandina hişmendiya zayendeparêzî di sedsala 21 mîn de em Newroza îsal bi hêvî û bawerî pêşwazî dikin”.

`Gelê Efrînê bi hêviya rizgarkirina Efrînê Newroza 2024 an pîroz dike`

Gulistan anî ziman ku gelê Efrînê bi hemû êş û mercên koçberiyê Newrozê pêşwazî dike û wiha domand: “Ji 6 salan ve Newroz ji aliyê gelê Efrînê ve li Şehbayê tê pîroz kirin. Rûxmî êrîşên rojane yên dagirkeriya Tirkiyê û siyaseta ambargoya Hikumeta Şamê jî, lê gel biryara xwe ya berxwedanê û rizgarkirina Efrînê daye û ji vê biryarê gav şûnde navêje. Gelê Efrînê çawa ku li Efrînê Newroz pîroz dikirin bi wê coşa tijî hezkirin li Şehbayê jî bi hêviya vegera Efrînê wê Newroza xwe ya 2024an pîroz bikin. Her çiqas jî dijmin bi siyasetên xwe xwestiye em gav paş de bavêjin, lê bi berxwedanî û mezinkirina têkoşînê li Şehbayê gelê Efrînê planên dijmin têk birine. Ji lewra em ê, Newroza 2024 an ji xwe re bikin bingeha rizgarkirina Efrînê”.

Her wiha Guilstan bi hêviya rizgarkirina tavahî herêmên dagirkirî û bidawî anîna li faşîzmê axaftina xwe bi dawî kir û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê û komên çete, tenê ji bo astengkirina pîrozbahiyên gelê Kurd ji bona Newrozê di Efrînê de komkujî li ser gelê Kurd û zarokan pêk tîne. Divê em vê yekê tu carî ji bîr nekin û ev Newroz wê bibe bingeh ji avêtina gavên nû ji bo rizgarkirina tavahî heremên dagirkirî û tunekirina faşîzmê li ser axa me”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.