Rojnameya Ronahî

Dayîka Rojnamevan Silêman Ehmed: Ger bê xwestin ezê biçim Başûrê Kurdistan`

Zana Roj/ Şehba

Girtina Rojnemavan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve 147 roj derbas kirin, Silêman bi rengekî bê hiqûqî hatiye girtin û PDK’ê heyanî niha destûr nedaye parêzer hevdîtinan çêbikin. Dayîka Silêman Ehmed bang kir ku ew dixwaza aqîbeta lawê wê were naskirin û eşkere kirin.

Rojnamevan Silêma Mihemed Ehmed yê ji herêma Efrînê weke edîtorê beşa Erebî di ajansa Roj News de li Başûrê Kurdistanê kar dikir. Dema ku bavê wî wefat kir bi awayekî fermî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibû û di wê demê de ji milê PDK’ê ve bi rengekî ne qanûnî hate girtin. Rojnamevan Silêman di riya vegerandinê de û dema ku di deriyê Sêmalka re derbasî başurê Kurdistanê bû ji aliyê hikumeta PDK’ê ve di 25’ê Cotmehê de hat revandin.

Rojnamevan Ehmed rûxmî ku bi awayekî fermî di Başûrê Kurdistanê de kar dikir û derbasî herêmê bibû, lê PDK’ê bi awayekî ne qanûnî Silêman Ehmed girtin. Di mijara girtina Ehmed de gelek lêpirsîn ji aliyê Ajansa Roj News, Berpirsên Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê û malbata wî ve hatin kirin.

Ajansa Roj Newsê di 25’ê Çileya 2024 an de konferansek çapameniyê li navenda Metro li Bajarê Silêmaniyê li darxistin di wir de tekez kirin ku; PDK’ê bi girtina Silêman re dide nîşandan ku mijara girtina Silêman siyasî ye û hedef bêdengkirina dengê rastiyê ye.

Di heman çarçoveyê de Parêzerê Rojnamevan Silêman Ehmed Narîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku Asayîşa Dihokê rê nedan ku parêzer derbasê gel wî bibin û hevdîtinan bikin. Rûxmî ku li gorî zagonan her parêzerek dikare bi muwekilê xwe re hevdîtinan bikin. Lê PDK’ê zêdetirî 5 mehan e destûr nade.

Di vê derbarê de dayîka Rojnamevan Silêman Ehmed Sultan Ehmed ji rojnameya me re axivî.

`Em dixwazin bizanibin sedema girtina lawê me çiye`

Dayîka Sultan ya ku li Helebê dimîne di destpêkê de anî ziman ku Silêman bi awayekî fermî hat serdana Rojava, û li ser çi esasê ew hatiye girtin divê bizanibin û wiha got: “Silêman zêdetirî 4 sala ye li Başûrê Kurdistanê kar dike. Bi kêfxweşî piştî 4 salan û bi awayekî fermî hat ziyareta me. Silêman 15 rojan li gel me ma û ji bo karê xwe diviya bû careke din vegere. Silêman bi şêwaz û fermiyeta ku derbasî herêmê bûye xwest careke din vegere ser karê xwe. Dayika Sultan got çima li vegerê lawê min hat girtin em dixwazin ji me re bidin diyar kirin ku sedema girtina Silêman çiye û ji bû çiye”.

`Silêman ji bo doza gelê xwe têkoşîn dike`

Dayîka Sultan xuya kir ku Silêman tu karekî xirab nedikir û ji bo doza gelê xwe têkoşîn dikir û wiha domand: “Silêman ji destpêka şoreşê de di nava ragihandinê de kar dike û ji bo gelê xwe ev xebatê dida meşandin û kesekî ku di karê xwe de serkeftî bû. Tu heqê kesî nîne ku Silêman bigire, ji ber lawê min tu karekî xirab nedikir û ji bo doza gelê xwe têkoşîn dike”.

`Ger bê xwestin ezê biçim Başûrê Kurdistanê`

Dayîka Rojnamevan Ehmed yadê Sultan di dawiya axaftina xwe de ev ragihand: “Em ji şeş salan ve koçber bûne û di oxira Efrînê û doza gelê Kurd de weke malbateke welatparêz me tu carî dev ji doza xwe berneda ye. Ez jineke nexweşim ger pêwîst bike ezê biçim Başûrî Kurdistanê ji bo ez doz û sûcên lawê xwe nas bikim. Tu heqê PDK’ê nîne ku Sliêman bigire ger tiştek hebûya dikarî ji 4 salan ve bikira. Ez ji hemû aliyên têkildar û bi taybet ji hukumeta Başur dixwazim ku doza Silêman were naskirin û eşkerekirin û hevdîtina me û ya parêzeren qebûl bikin. Herwiha bi awayekî lez divê çarenûsa Silêman were eşkere kirin û pêwîste ku derfet were vekirin ku em bi lawê xwe re biaxivin”.