Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Efrînê di salvegera 6 emîn ya dagirkirinê de soza rizgarkirinê nû kir

18/03/2024
in NÛÇE
A A
Gelê Efrînê di salvegera 6 emîn ya dagirkirinê de soza rizgarkirinê nû kir
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Di salvegera 6 emîn ya dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkyê ve bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê li herêma Şehbayê bi meşekî girseyî salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Beriya 6 salan dagirkeriya Tirkiyê û komên çete di 20’ê Çileya 2018 an de bi pilaneke navnetewî Efrîn dagirkirin. Piştî 58 rojan ji berxwedanê di 18’ê Adara 2018 an de Efrîn bi temamî hat dagirkirin û zêdetirî 300 hezar gelê Efrînê koçberî herêma Şehbayê û Bakur û Rojhilatê sûriyê bûn.  

Bi durişma “Bi rihê berxwedana biratiya gelan emê dîwaran hilweşînin û Efrîn û tavahî xaka Sûriyê rizgar bikin”. Bi hezaran gelê Efrînê ji 7 salî heyanî 70 salî daketin qadan û bi meşeke girseyî salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kirin û soza tolhildan û misogeriya rizgarkirina Efrînê nû kirin.

Meş ji çarxereya Ehdas hat dest pê kirin û heyanî parka 4’ê Nîsanê dewam kir. Piştî wê dema ku meşvan gihiştin parka 4’ê Nîsanê di destpêkê de deqeyek rêzgirtin ji bona cangoriyên azadiyê rawestiyan. Di meşê de li ser navê saziya Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo û bi ser navê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa axaftin hatin kirin.

`Êrîşên li ser Efrînê êrîşên qirkirinê bûn`

Xedîçe Îbo bal kişand ser berdewamkirina siyaseta qirkirinê ya faîzma Tikriyê û wiha got: “Efrîna warê zeytûnê bi xweşikbûn û azadiya xwe bû armanca dagirkeiryê û hêzên navnetewî. Di dagirkirina Efînê de hemû hêzên serdest bi Tirkiyê re bûn yek û li hemberî dagirkeriya trik dengê xwe nekirin. Siyaseta qirkirina gelê kurd ji sed salan ve di xwîna Osmaniyan de diherike û komkûjiyên ku bi dirêjiya dîrokê li ser gelan pêkanîne şahidê vê yekê ne. Careke din faşîzma Tirkiyê rengê Kurdewariyê, aşîtiyê û demokrasiyê ya ku bi saya bedelên giran yên ciwanên Kurd û bi felsefeya Rêber APO hatibû avakirin tehmul nekir. Ji lewra di Efrînê de jî siyaseta qirkirina gelê Kurd da destpêkirin û ev yek jî heyanî niha him li Efrînê û him jî bi êrîşên xwe li ser herema Şehbayê tê meşandin”.

`Me bi sekna berxwedanê pilanên dijmin têk birin`

Her wiha Fewzî Mistefa tekez kir ku bi sekn û mayîndebûne berxwedanê ku 6 salan tê domandin wê Efrîn rizgar bibe û wiha anî ziman: “Gelê Efrînê di şerê ku hatiye meşandin de bi têkoşîna hemdemî ya ku di 58 rojan de hate meşandin, ji tavahî cîhanê re weke her car hêza îrade û têkoşîna gelê Kurd tekez kirin. Gelê ku di qonaxa yekemîn û duyemîn ji Berxwedana Serdemê, berxwedana efsanewî raber kir û ji bona rizgarkirina Efrînê heyanî îro jî di nava têkoşîn û berxwedanê de ye. Li ser wî bingehî di 6 emîn salvagera dagirkirina Efrînê de em soza rizgarkirin û vegera bi rûmet ya Efrînê nû dikin. Di asta yekemîn de dagirkiriya Tirkiyê û hêzên navnetewî bila bizanibin ev gel bi berxwedanî û sekna xwe li Şehbayê hemû pilanên dagirkeriyê têk birin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.