Rojnameya Ronahî

Komeleya Efrînê dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Ronaz Silêman/Qamişlo

Komeleya Civakî ya Efrînê û Meclisa Navçeya Qamişlo dagirkeriya dewleta Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Komeleya Efrînê ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ya ku di 20`ê Çileya 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hat destpêkirin û di 18`ê Adara 2018`an dagir bû, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Weke vê rojê di sala 2018`an de dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya çeteyên xwe yên ji komên çekdar ên opozisyona îslamî, bi rûpoşên medyayî û siyasî di bin navê hêzên dijber bi hemû cureyên çekên bejayî û hewayî bajarê Efrîn dagir kir. Dagirkirina  Efrînê  bê guman bi hevkariya hêzên navdewletî û herêmî pêkhat. Lewra di 18`ê Adara 2018`an de balafirên dewleta Tirk a dagirker 24  saetan bê rawestandin Efrîn bombebaran kirin.”

Berxwedana serdemê nayê jibîrkirin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şerê ku li Efrînê qewimî ji aliyê leşkerî û lojîstîkî ve yek ji şerên herî dijwar bû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker – duyemîn hêza herî mezin a NATO`yê ye û bi piştgiriya komên çete şer li dijî gelên ku tenê xwediyê wê ne pêk anîn. Tevî vê yekê gelê Efrînê di qonaxa yekem de, li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke mezin û bê hempa ku bi navê Berxwedana Serdemê tê naskirin, nîşan dan. Di qonaxa duyemîn de, piştî 6 salan ji dagirkirina Efrînê re, gel tevî dorpêçkirina Rêjîma Sûriyê li herêmên Şehbayê hê jî li ber xwe didin û hêvî û vîna wan ya vegera Efrînê xurte.”

‘Dewleta Tirk guhertina demografîk li Efrînê pêk tîne’

Daxuyanî wiha hat domandin: “Dewleta Tirk a dagirker û komên tûndrew ên îslamî ji bo wêraniyê li Efrînê pêk bînin û fikrên îslama tûndrew belav bikin hemû cûreyên qirêj pêk tînin. Di êrîşa li ser Warê Zeytûnê de guhertina demugrafîk li seranserî Efrînê pêkanî. Ev hemû binpêkirin li ber çavê cihanê û rêxistin û komeleyên mafên mirovan hatin kirin. Herwiha piştî dagirkirina Efrînê, dagirkeriya Tirkiyê dest bi pêkanîna siyaseta guhertina demografîk kir, ji ber ku dewleta Tirk zêdetirî 40 kampên mîtingriyê ji bo bi cih kirina çete û malbatên wan li Efrînê ava kirin û qedexekirina zimanê Kurdî yê welatiyên resen yên Efrînê û ferzkirina zimanê tirkî pêk anî. Navên gund û bajarokan hatin guhertin û li dibistanan ferzkirina zimanê tirkî hat kirin û bi zimanê erebî jî nasnameya kurdî ya herêmê ji holê tê rakirin.”

‘Piştî 6 salan ji dagirkeriyê kiryarên hovane berdewam dikin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Heya niha jî kiryarên hovane li dijî gelên li Efrînê berdewam in, ji ber vê yekê em gelê Efrînê ku niha li bajarê Qamişlo ne û bi navê Komeleya Civakî ya Efrînê û Meclisa Navçeya Qamişlo dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Herwiha em bang li hemû saziyên mafên mirovan, parastina jîngehê û parastina zarokan dikin ku dawî li dagirkeriya Efrînê û sûcên dijmirovî were. Herwiha em daxwaz dikin ku li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li dagirkeriyê bê anîn.”