Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD`ê li bajarê Qamişlo panêlek li dar xist

17/03/2024
in NÛÇE
A A
MSD`ê li bajarê Qamişlo panêlek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Meclisa Suriya Demokiratîk (MSD) derbarê  salvegera Serhildana 12`ê Adarê, Kirîza Sûriyê û dagirkirina Efrînê li bajarê Qamilo, panêlek li dar xist.

Bi beşdarbûna partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rûsipiyên herêmê, Mecilsa Suriya Demokiratîk li hola Zana ya bajarê Qamişlo panêlek li dar xist.

Di panêlê de li ser 3’ê mijarên sereke nirxandin hatin kirin û we jî wiha ne:

  • Serhildana 12`ê Adara 2004`an, ji aliyê Emced Osman ve hat dayîn.
  • Kirîza Suriyê, ji aliyê Hisên Ezam ve hat dayîn.
  • Dagirkirina Efrînê ji aliyê Sewsen Reşîd ve hat dayîn.

Di vê çarçoveyê de endamê komîteya têkiliyan a Meclisa Suriya Demokiratîk Baqî Hemze ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Di sala 2004`an de ku rêjîma Bass komkujiyek li ser gelê kurd pêk anî, armanca wan ew bû ku tevlîheviyê di navbera kurd û ereban derxin. Li ser vê bingihê serhildana Qamişlo hat destpêkirin û deng li tevhî cîhanê veda. Serhildana Qamişlo ya 12`ê Adara 2004`an, tirsa rêjîma Sûriyê ji dilê gelê kurd derket. Her wiha êdî bi hemû hêz û îrade gelê kurd derketin qadan. Di heman demî de serhildana 12`ê Adarê bû hêz û îradeya xurt ji destpêkirina şoreşa Rojava û Suriyê re, êdî tirs nema û her kesên bêmaf, daxwaza mafê xwe kir. Serhildana 12`ê Adarê bandoreke mizin li ser tevahiya Suriyê kir.”

‘Bi fikirê demokiratîk em ê kirîza Sûriyê çareser bikin’

Endamê Komîteya têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokiratîk Baqî Hemze di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwaze dewleta Tirk a dagirker ew bû ku Efrîn dagir bike û derbeyekî li Suriyê bixe. Niha jî wek tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker pirojeyê xwe ya Mîsaqa Milî li Efrînê pêk tîne. Ji ber vê yekê eger pirsgirêka Efrîn çareser nebe, wê demê pirsgirêka Sûriyê jî çareser nabe. Dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku Kirîza Sûriyê were çareser kirin. Herwiha armanc ji vê panêlê ew e ku her kes bibe yek dest û yek fikirê demokirat, heya ku em muxalif bin û li gor berjewandiyê xwe tev bigerin, em bi ser na kevin.”

Panêl bi nîqaş û pêşiniyarên mêvanan hat bi dawî kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.