Rojnameya Ronahî

Delîl Mîrsaz; heskerê saz û awazên resen

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hunermend û nivîskar Delîl Mîrsaz hunermendiya xwe bi lêdana tembûrê da destpêkirin û bi gelek ziman stranên xwe gotiye, lê kêleka stranan jî Kilîpan çêdike û pirtûkan jî dinivîsîn e, di heman demê de, di flman de jî rol lîstiye.

Efrîna dagirkirî li kêleka xweşbûna erdnîgarî, avahewa û darên zeytûnê xwe yê navdar, dewlemendbûnekî huneriyê jî digirt nava xwe. Yek ji hunermedên bajarê Efrînê, Delîl Mîrsaz e ku di sala 1966`an de, li gundê Erebê Hemşelekê yê girêdayî Efrînê ji dayik bûye. Delîl dibistana seretayî li gund bi dawî kiriye. Piştre bi malbata xwe re berê xwe dide bajarê Helebê. Û demekê baş li Helebê jiyan kiriye. Berî ku Delîl here Helebê, li derdora govaşteyên zeytûnan ve, dibîne ku mirov kom bûne, Delîl nêzî komê dibe, dibîne kesek li tembûrê dide, wê demê matmayî dimîne, ji ber ku ev yekem car ew dibîne mirovek li tembûrê dide û stranan dibêje. Wê demê hizkirina tembûr û stranbêjiyê li cem Mîrsaz çê dibe û lêdana tembûrê di xeyalên Delîl de dimîne.

Delîl hunermendiya xwe bi lêdana tembûrê da destpêkirin

Berî ku amûrên pêşketî derkevin û di dema radyoyan de Sêlik hebûn. Herwiha sêlikek li gundê Delîl peyda dibû, lewra Delîl her êvar bi bavê xwe re diçû mala sêlik lê hebû, da ku lê guhdar bike. Di heman demê de, bavê Delîl jî nêzîkatî û hizkirina Delîl ji stranbêjiyê re hîz kiribû. Delîl tevî ku guhdarkirina stranan bidawî nedikir, lê cihê ku lê guhdar dikir, ezber dikir. Li cem birayê Delîl tembûrek hebû, lê tu kesî ji malbata Delîl nizanîbû lê bide, Delîl jî dixwest fêrî tembûrê bibe, lê nizanîbû ku çawa fêr bibe ji ber dengê lêdana wê nexweş dihat. Rojekê hevalê birayê Mîrsaz, diçe mala wan, ew jî li tembûrê didê, berî ku hevalê birayê Delîl li tembûrê bide, wê dîzayîn dike, wê demê Delîl sedema nexweşbûna dengê tembûra bê dîzayîn nas dike, êdî qonaxa Delîl ya yekem di nava hunerê de dest pê kir û bi hewildanê xwe fêrî tembûrê bû.

Mîrsaz dibe berpirsyarê koma ‘Agirî’

Hunermendên Kurd dema ku dest bi huneriya xwe kirin, destpêkê li şahî û dawetan ditrandin, di nava dewatan de, bi stranên şoreşgerî dengê şoreşê belav dikre, Delîl jî bi vê yekê dest bi xebatên hunerî kir. Lewra dema ku Delîl ji leşkeriya rêjîma Bass ya wê demê vedigere malê, tevlî ‘Koma Agirî’ dibe. Di nava Komê de, li tembûrê dide, êdî piştî demekê, Delîl derbasî nava beşê stranbêjiyê jî dibe. Delîl di sala 1989`an de yekem car li Helebê, derdikeve ser dikeya Cejna Newrozê û strana‘Tivinga me serî hildaye’ pêkêşî gel kir. Piştî demeke baş di nava Koma Agirî de, Delîl xwe di xebatên huneriyê de li pêş dixe, lewra dibe, berpirsyarê ‘Koma Agirî’.

Ji Delîl re serdana parçeyekî din ji Kurdistanê xeyal bû

Dema ku Delîl bû berpirsyarê Koma Agirî, komên Efrîn jî girêdayî wî dibin, di heman demê de, bi riya huneriyê jî Delîl serdana gelek bajaran dike û naskirina wî ji koman re çê dibe, êdî têkiliyên wî bi giştî herêmê re çê dibe. Delîl di rojên bîranînên partiyê de, mîna 15’ê Tebaxê û Cejna Newrozê de serdana Libnanê jî dikir û li wir stran pêşkêş dikirin. Di heman demê de, Delîl tevî hin hevalên xwe çûye Başûrê Kurdistanê da ku çanda Rojava bi riya hunerê nîşanî gelê kurd li Başûr jî bide. Ji Delîl re serdana parçeyekî din ji Kurdistanê xeyal bû. Delîl berî ku biçe Başûrê Kurdistanê, diçe bajarê Hesekê û Dêrikê û bi gera xwe fêrî çand û zimanên derdora xwe jî bû.

Mîrsaz berhemên rengereng saz kiriye

Delîl li Başûrê Kurdistanê li Newroza Helebçayê beşdar dibe û stranan dibêje, piştre li Başûrê Kurdistanê digere. Dema gera Delîl li Başûr bi dawî bû, li Silêmaniyê Koma Mezopotamyayê ava kir, herwiha li Silêmaniyê dest bi xebata çand û hunerê kir, bi vî rengî Mîrsaz demekî dirêj li Başûr xebatên hunerê da meşandin. Di heman demê de Delîl demekê dirêj jî li çiyayên Kurdistanê jiyan kiriye. Delîl 24 salan li Başûr û çiyayên Kurdistanê maye. Li Eremenistanê jî 8 mehan xebatên hunerî daye meşandin. Salekê jî li Bexdayê jî xebat kiriye û kovara hunerî ya Dicle ava kiribû, lê ji ber rewşa awelekariyê zêde nebaş bû, Delîl vegeriya Kerkûkê û ew kovar ji Bexdayê anî Kerkûkê, berhemên rengereng saz kiriye, piştî wê Delîl vedigere çiyayên Kurdistanê, li wir jî di nava Gêrîlayên azad de kilîpan çêdike û xebatên hunerî li wir dide meşandin. Delîl li çiya stranên xwe bi gelek zarvayan straye û stran ku yekem di nava Gerîlayên azad de hat çêkirin bi destê Delîl bû.

Bingehekî dengbêjiyê li Efrînê hebû

Delîl di sala 2013`an de vegeriya Rojava, li Rojava jî xebatên xwe li bajarê Dêrikê dide meşandin. 2 salan li navenda Dicle ya çand û hunerê a bajarê Dêrikê dimîne. Piştî wê berê xwe dide bajarê Qamişlo û li Qamişlo karê hunerî dike, di heman demê de li akademiyan jî waneyan di derbarê mûzîkê de daye, herwiha di sala 2016`an de Delîl diçe Efrînê, li Efrînê jî xebatekî baş yê hunerî da meşandin, ji xwe derfetê karê hunerî li Efrînê bêtire, ji ber bingehekî dengbêjiyê li Efrînê hebû, herî dawî piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Delîl hat bajarê Qamişlo û cihê xwe di nava hunergeha welat mîna Rêveber digire.

Delîl ji derveyî xebatên huneriyê jî nivîskar e

Hunermend Delîl Mîrsaz ji derveyî lêdana tembûrê û stranbêjiyê, di filman de jî rol lîstiye, di heman demê de nivîskare û pirtûkan dinivîse, heya niha 3 pirtûkên wî hatine çapkirin, navên wan jî evin: ji ava feratê dilopeke,  helbesteke bi navê Keskesor, yan din jî çîroka stranekê ye, amadekariyên wî ji pirtûka 4 re jî heye. Herwiha tevlî nêzî 80`ê kilîpê bûye û nêzî 110 stran bi zimanê, Kurdî, Erebî, Hewramî, Kelhorî, Lorî û Zazakî jî strandiye.