Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza 2024’an pîroz be

17/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

2724 salin Newroz tê pîroz kirin. Gelên bindest ên Rojhilata navîn û gelên Qafqasiya vê cejnê pîroz dikin. Weke xwe nûkirina xwezayê û herikandina jiyanê jibona zindîbûna destpêka xwezayê tê diyar kirin. Her çiqas ev tişt rastiya xwe hebe jî, lê di bingeha xwede ruhê Newrozê û Miletê Kurd afirandiye  wateyekî civakî û sîyasî lê pêçandiye. Wateya wê ya rasteqînî jî divê ligor Mirovahiyê be. Lewre ji bo Mirovahiyê tiştê herî bi qîmet azadiye. Jiber bi hebuna azadiyê însan jî, wek xwezayê xwe nujen dike û rugeş dibe. Ji Fîrdewsî bigre heta nivîskar û lêkolînerên roja me ya îroyin, nivîsên di derbarê Newrozêde hene ew nêrîna me piştrast dikin.

Roja meya îro  de jî, yê Newrozê zindî dike û li gor bingeh û armanca Newrozê pîroz dike mîlletê Kurde. Ev sed salê dawiyê û bi taybet ev pêncî salên ku em dîroka Newrozê ya zindî dijîn û dişopînin wateya Newrozê ya rasteqînî Kurd dijîn û dixwazin bidin jiyîn.

Jibo zindî kirina ruhê Newrozê, bizava Netewa Kurd bi deh hezaran Cangorî dan û niha jî ev qurbanî bê navber berdewame. Dehhakên hemdem weke Erdogan Hamaney, Beşar û Al- Sudanî xwîna xort û keçen Kurdan bê navber dirijînin. Dewleta kemalîst bi kuştin û wêrankirinê têr nebuye û ev çend salên dawiyê, dixwaze vê cejna berxwedanê, ji naveroka wî valake û bike cejna Nijadperestiyê. Ev taybetmendiyek dîrokî ya Desthelatdara ne. Dema beramber tekoşîna gel têk diçin, serî livê rêbaza qirêj û nerewa didin. Çawa di dîroka me da Ol û Raman jibo desthelata xwe bikar anîne, nehajî daxwaza tiştên jibo gel çavkaniya liv û tevgerê, dixwazin dijî gel bikar bînin. Buyerên dij desthelata wane, an xeteriyek jibo desthelata wan peyda dikin, dixwazin berovajî bikin, ger bi ser nekevin, wêca wan ji naveroka wan durxînin.

Heta çend sal berêjî di dewleta Tirk de Newroz qedexe bu. Bi taybet binavê Ola Îslamê pîrozkirina Newrozê weke heram û qedexe binav dikir û kesên ev Cejn pîroz bikra weke Kafir binav dikir û kuştina Mirovan helal dikir.  Jibo dijiyatî û alternatifa Newrozê, binavê Ola Îslamê Mewluda pêxember bi deste dewletê organize dikir. Ev lêystikên hanê hemu hatin puçkirin. Nehajî kesên jiber Newroz pîroz dikirin dihatin qetil kirin weke ne Kurd dixwazin nîşan bidin. Qatilên wan jî weke ehle Newrozê werin pênase kirin. Ev qirêjî û bê exlaqiya dewletan li ber çavên me zindî tê jiyin. Neha kesên jibo mafê Kurd û Kurdîstanê millete me qetil dikir, desthelat dixwaze wan weke xwadiyê doza Kurd û Kurdîstanê bide nîşandan.

Carna mirov dixwaze qîr bike: Ma mirov çawa dikare ewqas qirêj û bê exlaqbibe. Desthelat û berjewendiyên takekesî karin Mirovan ji mirovahiyê derînîn. Qur’an dibêje “Hey Hat”: Ev rewş ‘esfeleî safilîne, (taqa herî jêrîn) jivê rewşê bê exlaqtir rewş nîne! Divê gelê me van qirêjî û bê exlaqiyan bibîne û xwe jê durxîne.

Cejna milletê me yên berxwedêr ku bi ruhê Newroza rasteqînî, Newroz pîroz kirin û Newroz vegerandin wateya wê ya dîrokî Newroza wan pîrozbe.

Biherikin qadên Newrozan, hilweşînin Textên Dehhakên derewker.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.