Rojnameya Ronahî

Bedirxan: Meha Remezanê meha dilovaniyê û paqijiya Giyan e

Ayşa Silêman/Qamişlo

Cîgerê hevserokê Kongra Islama Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdurehman Bedirxan diyar kir ku  meha Remezanê meha paqijkirina giyan ji hemû gunehaye û mirov nêzî xwedê dike û got, ev meh meha xêr û paqijiyê ye.

Di derbarê hatina meha Remezanê de, wate û baandora wê li ser civakê Cîgerê hevserokê Kongra Islama Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdurehman Bedirxan bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn  wiha bû:

– Wate û bandora meha Remezanê ji bo civakê çi ye?

Dema şirîeta Isalamê hat, hemû perestinên ku ji mirov hatin xwestin, bi armanc bûn. Tiştekî ku bandora wê li mirov yan civakê nebe nehatiye ferzkirin li ser mirov.  Bi taybet ji bo Meha Rojiyê xweda  di ayetên pîroz de dibêje; Ev rojî divê sê tiştan di nava mirov de çêke, yek jê  tirsa ji xweda  da ku gavan ne avêje bi aliyê tiştên xerab de, ya duyem  mirov dikare di vê meha pîroz de xwe dûrbixe ji  têkiliyên di navbera jin û mêr de,  ya sêyemîn  dilovaniyê dixe dilê mirov de ku bi feqîr û hejaran hîs bike. Herwiha pêxember jî dibêje; Armanca rojiyê di nav civakê de ew e ku kesek di derheqê te de şaş bibe, divê tu lê venegerîne û tu bêje; elahume inî saîm. Herwiha mirov dikeve dibistanekê ew dibistana exlaq e, nêzîkbûna mirov ji xweda ve bêtir çêdibe.  Hemû tiştên ku di rojiyê de çêdibin  bandora wê li civakê dibe. Herwiha tê diyarkirin ku mirov heya çi astê dikare xizmeta derdora xwe bike.  Di heman demê de di vê meha rojiyê de fitir hene, ev fitir berî cejna Remezanê bi çend rojî ji mirov tê xwestin ku belav bike li feqîr û hejaran, da ku feqîr jî kefxweşiya xwe bikin di roja cejnê de. Rojî him bandorê li canê mirov dike, nêzîkatiyeke xurt di nav bera wî û xweda de çêdibe.

-Di her olekî de rojî hene, cûdahiya van rojiyan di nav olan de çi ye, herwiha sûdmendiyên wê çi ne?  

Xwedayê dilovan di pirtûka pîroz de dibêje; Ey mirovên ku baweriya we bi islamê hatiye, rojî li ser we hatiye ferzkirin, ku çawa li ser yê berî we hetibû ferzkirin. Ev yek belgeke ku hemû olên ku beriya islamê jî rojî têde hebûn, lê belê her olek rojiya  ji aliyê xwarin û vexwarinê ve cûda ye. Lê bandora hemû rojiyan nêzîkbûna ji xweda ye. Ola Yehûdiya çend rojan rojî digrin di wan rojan de wek lêborînekî ji xweda dixwazin, heger kêmasî kiribin di derheqê ola xwede werin efûkirin.  Herwiha ji roja serkeftina pêxember Mûsa re roja Aşûrai tê gotin, dema pêxember Mihemed derbasî cem wan bû û ji wan pirsî sedema girtina rojiyê di vê rojê de çiye, diyar kirin ku  ev roja serkeftina pêxember Mûsa li ser Firewn e, em jî rojî digrin da ku em şukra xwedê bikin li ser vê rojê. Herwiha hin mirovên xwedî felsefe wek Bûza li ser rojiya mislimana dibêje; Heger tu hewqasî bi nefsa xwe karibê ji aliyê xwarin û vexwarinê û tu nefsa xwe azad bikê ji xwestekên xwe, ev tê wateya ku tu mirovekî dikarê bighêjî xwedayê xwe. Herwiha di ola filehan de jî Elsewm Elekber heye, nêzî 40 rojî rojî digrin, ji 8’ê êvarî heya 12’ê nîvroyê rojî digrin.

 -Wek Kongra Islama Demokrat gotina we çiye ji bo hatina rojiyê?

Em wek kongra Islama demokrat banga me ji bo hemû mirovên bawermend re û ji bo her kesê ku li ser royê erdê jiyan dikê, divê di meha rojiyê de xwe dûr bixin ji tiştên ku zirarê dide nefsa mirov û civaka wî.  Herwiha banga me ji hemû bazirgana re ye ku alîkar bin bi civatê re, ji ber ku di vê mehê de her tişt buha dibin, di heman demê gel di aliyê madî de gelek astengiyan dibîne, lê gava  em bibin destek, em ê bikaribin alîkariyê bidin hev. Di heman demê de em bang dikin ji hemû xêrxwazên li herderî ku alîkar bin bi gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî re. Herwiha hevalên pêxember Mihemed digotin ku; Çiqasî pêxember yekî xêrxwaz û camêr bû di miha rojiyê de camêrtir dibû.  Em bi hêvîne ku xwedayê mezin vê mehê li ser me bi xêr û xweşiyê bigerîne û îşele ev rojiya azad kirina mirov ji kolrtiya nefsa wî be.