Rojnameya Ronahî

Birînên me şoreşgerên tolhildêr zîl didin

Idrîs Henan

Dema ku êşa mirov parçeyekî wî be, bi janan re dibe yek beden û di nava hev de, bi kapasîteya mirovekî nûzayî re li hawîrdora xwe, bi sosret temaşe dike. Gelekî temenê wî hezarê salan derbas kiriye, her rûbirûyî kêliyên hebûn û nebûnê maye, bi hilqetandin û pişaftinê re hatiye misdan, lê dîsa jî belgeya vejînê bi xwînê xwe mohir kiriye. Ew mirovê bi xwezayê re mezin bûye û ji malzarokatiya Big Bangê derketiye, bê guman, ti babelîskên asîmîleker nikarin koka wî ziwa bikin. Lew re jî; demxeya terzê jiyana xwe ji tevayî mirovayiya îroyîn re bûye mal û post-senteza jiyana geşbûyî.

Ev gelê wiha qedîm û bi kok ku di hembêza newal û çiyayên Toros – Zagrosan de, li ser sîngê deştên Hîlala Zêrîn ên bi xêr û Bereket navê xwe neqişandiye, îroj rastî qirkirineke bi rehên teknolojiyeke kirêt re bûye yek, tê. Çi cure û berhemên mirovê destpêkê hebûn, desteser kirine û di qata jêrîn a kerxaneyên zîgoratên hemdem de genî kirine û li dijî vîna gelan a demokrasî û azadiyê xebitandine. Dizin ME`yên dayîka xwedawend û destpotên yekdestariyên begzad ên nimêja qezenca zêde li piyaseya kolekirinê dikin, faşîzma domdar a ku îro bi şiklên genî yên Sedam, Xumeynî, Esad û Erdogan xwe didin der, bûne sedema pêxîrtengiyê û faktorên sereke yên Holdingên qirker.

Çawa ku xetîreyên azadiyê, nifiş nifiş geş mane û dest guhertine, faşîzm û dîktatoriya di zikê perestgehên dewletdariyê de mezin bûne jî dest guhertine û maskên di golên modernîteyê de qewirîne, li necaseta xwe siwar kirine. Îro jî ev yek di şexsê Efrîna dagirkirî de, bi qetilkirina Ehmedê 16 salî gihaye lûtkeyê. Pêrar Helebçe û Gazî bûn, par Garê, Zap, Metîna, Sine û Şengal bûn, îro jî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne. Xeta neyartiya ji Kurdan re, bi dirêjahiya dîrokê re, çendîn qalind û teng bûye jî, lê ne qediyaye. Her tim paralelî daxwazên azadiyê gindiriye û li ser sêla sincirî semaya bidawîkirineke tekûz kiriye. Lê Kurdan jî dîlan û govenda xwe ya azadiyê weke goka agir mezin kirin û xelek xelek li dora binemaya hebûna xwe gerandine.

Pîskopatên egoîst ên bi çekên kîmyasal û nûkleriyê hewl didin hebûna gelekî ji makê ve biqelînin, di nepeniya asoyên bê hêviyê de xeniqî ne, dengeya exlaqî ji dest dane û li nexşeya gelên otantîk de rût, bê cih û bê mekan mane. Ew e rastiya wan a dagirkirin, qirkirin û tunekirinê ye. Hebûna me jî rastiya gelekî orjînal ku li ser hîmên hebûna çanda wî, dengeya hebûna cîhanî rûniştî ye. Cudahiya me û neyarên me jî ew e. Li kuderê êrişên neyartî, dagirkerî û bê heqiyê hebin, bê eslî heye. Paradoksa zayîn û jiyîna heyîneke çelûxwar heye. Li dijî vînê şantaj hene.

Çendîn ziman û zaraveyên neyaran ne wek hev bin jî, binemaya dijatiya wan ji gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz re yek e. Neyar neyar e, dixwaze Tirk, Ereb, Pers û Kurd be. Ekol û tezên dijatiya wan derçûyên yek navend û yek naxirê ne. Ji ber vê jî; berxwedan berxwedan e, li hemberî hemûyan jî rewa, heqê meşrû û bê minetî ye. Çawa ku êrişên dagirkirinê, qetilkirin, serjêkirin û lihevkirina li ser tunekirina gelekî ji xwe re heq dibînin, serîhildan, tolhildan û heyfstandina cîhana azadî û demokrasiyê jî yasayî û mafekî serbest ê tekûzkirina hebûn û rizgariyê ye. Rastiya ku hebûna me aniya roja me ya îro jî ew e; birînên me şoregerên tolhildêr zîl didin. Ji ber vê jî, em bi kuştin û serjêkirinê naqedin, berovajî, em ê fena Big Bangê di rûyê celadên xwînmij de biteqin û mirovayiyeke nû bi xwe re biweldînin.