Rojnameya Ronahî

Komkujiya Helebce dîroka herî bi êş ya mirovahiyê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

36 sal di ser Komkujiya Helebceyê ku di dîroka mirovahiyê de weke êrişa herî mezin a kîmyewî ya li dijî sivîlan tê pênasekirin, derbas bûn. Şopên Komkujiyê hîn jî wek roja yekem di dilê mirovahiyê de teze ye. Ew yek ji qirkirinên etnîkî yên herî mezin yên sedsala 20’an e ku bi çekên kîmyewi  hatine kirin. Di roja îro de jî komkujiyên li dijî kurdan yê bi çekên kîmyewî berdewame, lê vê carê jî bi destê dagirkeriya Tirk tê kirin.

Di 16`ê Adara 1988`an de, bi fermana Serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Husên ji ezman bombeyên kîmyewî li ser Helebceyê hat avêtin. Di komkujiya ku herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

37 sal ji salvegera Komkujiya Helebce ye ku di dîroka mirovahiyê de weke êrişa herî mezin a kîmyewî ya li dijî sivîlan tê pênasekirin. Şopên Komkujiya Helebce hîn jî wek roja yekem di dilan de teze ye. Komkujiya Helebce yek ji qirkirinên etnîkî yên herî mezin yên sedsala 20’an e ku bi çekên kîmyayî hatine kirin. Piştî Hîroşîma û Nagazakî, Helebce û niha jî li dijî gelê Kurd çekên kîmyayî tê bikaranîn.

Erdîngariya Helebce

Navçeya Helebce ya ji 1599 km. çargoşe rûberan pêk tê, 75 km. dikeve başûrê-rojhilatê Silêmaniyê. Ji nivîs û belgeyên dîrokî diyar dibe ku Helebce gelek caran rastî wêrankariyên xedar hatiye. Cara dawî 1650’yan bajar jinûve tê avakirin û 1889’an dibe navçe. Helebce ji navenda wê û bajarokê Sîrwan, Xurmal û Biyare pêk tê.

Gavbigav çûna ber bi komkujiyê ve

16`ê Adara 1988’an 20 balafirên şer yên MIG-23, yên rejima Iraqê çekên kîmyayî bi ser Helebce de barandin. Cara yekê bû ku dewletekê di nava sînorên xwe de çekên kîmyayî dibarandin. Artêşa Iraqê 2 rojan berî kîmyabaranê, derdora Helebce dabû ber bi roket û hawanan. Şahidên komkujiyê wiha axivîn: “Bombe bi giranî bi ser navenda navçeyê de dihatin barandin. Ji bo ku ti kes nikaribe derkeve, riyên ketin û derketinê dihatin bombebarankirin.”

Di serî de ev yek di navbera TirkiyeÎran û Îraqê de hatibû plankirin. Wê çawa bikin û çawa hewl bidin hatibû axiftin. Deme ku heta 16`ê Adara di sala 1988`an de êdî hêzên Îraqê dest bi qetilkirina kurdan kir. Bi çekên kîmyewî ji aliyê hêzên îraqê hatina bi kar anîn. Ev çêkên ku bi kar anîn jî, ji Hollanda hatibûn îraqê ve. Almanya jî haya wî kêlîkê hinek çekên wiha tiransferî Îraqê kiribûn.

Kîmyayê hatî bikaranîn û bandora wan

Gazên jehrê yên di komkujiyê de hatin bikaranîn; Sarîn, Tabon û Xerdel (VX) bûn ku bandora wan li mejî, hundir, bêhndan û çerm dikir.

Kenala BBC ya Birîtanî Kîmyabarana Helebce wiha ragihand bû “Roja Çarşemê zêdetirî 20 balafirên şer ji du aliyan ve bajarê Helebce bomberan kirin. Piştî bombebaranê ewreke reş, spî û zer wekî bablîsokê bi qasî 50 metrî bilind bû û bêhna gazê ya weke bêhna sîran ji hewayê dihat.”

Di dîmenên piştî bûyerê hatin kişandin de, tê dîtin ku gelek şêniyên navçeyê li hundir û derveyî malan, li kolanan û hewşên malan ji ber gazên jehrî canê xwe ji dest dan. Hin ji wan jî hewl dan bi wesatên xwe birevin, lê di nava wesaitan de canê xwe ji dest dane.

Cangoriyên Komkujiyê

Di dema bomberana çekên kîmyayî de, li cem şêniyên Helebce derbarê xweparastina ji gazên jehrî de ti agahî nebûn. Herwiha amûrên tenduristiyê jî li ber destê wan nebûn. Li gorî amarên li ber dest, berî komkujiyê 70`ê hezar kes li navçeyê dijiyan. Lê nayê zanîn di dema bombebaranê de li navendê jimar çiqas e, lewra berî kîmyabaranê hin derketibûn.

Ti kesî nikariya amarên vê komkujiyê bi temamî eşkere û zelal bike. Lê gorî amarên hatin bidestxistin zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûne. Li gorî amarên wê demê, ji sedî 75 ji qurbanan jin û zarok bûne. Herwiha zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran jî pişt re ji ber nexweşiya mejî, derûnî, bêhndan, ketina çerm û nexweşiyên cuda giyanê şehîd bûne. Heta niha jî bandora wan gazan li ser nifşên nû dewam dike. Hê jî gelek zarok astengdar ji dayîk dibin.

Piştî komkujiyê, şerê Îraqê yê duyemîn

Piştî ku komkujiyê şerê Îraqê yê duyem dest pê kir û bidawî bû. Di wê demê de ji pir mirovê kurd ji ber ku li kurditya xwe xwedi derketin hatina kuştin. Gelek ji wan, bi sedeme ku alikarî dana hêzên Amerika hatina kuştin. Ji xwe ji ber vê yekê, kurd li herêmê bûna armanc.

Kurdan. li hêzn herêmê baweriya wan nîne. Ji ber vê yekê, pir baweriya xwe bi hêzên Amerika Anîn  ku piştî ew hatina Îraqê, li wir wan rêveberiya xwe avakirin. JI vê avakirina TirkiyeÎran û Sûrî ji pir ne rehet bûn. Piştî şerê Îraqê yê duyemîn, di bin navê “li berxwadanan” de hêzên Îraqî yên ku Hêzên Amerîkî ji dikujin û bomba ji di teqînin ji aliy TirkiyeÎran û Sûrî ve hatina demazirandin. Wan li başûrê kurdistanê jî pir bomba dana teqandin. Amerika ku heya wê ji van hêzên ku tirkiye, Îran û Sûrî avakiribe jî, weke ku heya wê ne be tevgereha.

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina komkujîye Helebce

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina wê pir girînge. Ku bû, komkujî û jenosîdên nû yên ku wê li ser serê kurdan bibin wê bigirê. Wê li TirkiyeÎran û li Sûrî ji pêşiya komkujiyên nû bigirê. Li tirkî, îran û sûrî hê jî pirsgirêka kurd ne hatiya çareserkirin, ev jî, heya ku deriyê komkujiyên nû veke ku çareserkirin nebe, bêguman wê veke jî. Ji bo pêşya wan komkujiyên ku di paşarojê de bibine bê girtin, di qada neneteweyî de û di BM de û di neteweyên yekbûyî de bê naskirin, ji bo vê yekê pir girînge. LI tirkî îran û sûrî dîrokeke komkujiyan ya li hemberê kurdan heya. Ev yek, hê ne hatiya ji bîr kirin û ne di demeke dûr bû. Di demên nêzîk de bû. Ev yek ji li ber çava.

Bêdengî û rûreşiya civaka navneteweyeyî

Welatên biyanî, rêxistin û civakên navneteweyî li hemberî vê qirkirinê, bêdengî hilbijartin û ti piştgirî jî nedan gel. Lê hin rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat, bi xebat û çalakiyên xwe raya giştî ya cihanê ji vê qirkirinê agahdar kirin. Sala 2003’yan piştî Iraq ji aliyê Amerîka ve hat dagîrkirin yek ji sûcên sereke ku rêjîm û serokê wê Sedam pê dihatin sûcdarkirin, Jenosîda Helebce ya berdewama Enfalê bû. Wek jenosîd nasîna komkujiya Helebce û Enfalê di qada navneteweyî de, ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Lewra ji bo zelalkirina komkujiyên sedsala 20’an li her çar parçeyan hatîn serê Kurdan derfetek e. Dewleta tirkî li ber çavê cîhanê dîroka Sedam dubare dike û li dijî gel û gerîla çekê kimyayî  bi kar tîne.

Dagirkeriya tirk jî bi dehê salan e komkujiyên mîna ya Helepce dike. Ji sala 1986 haya 1999’an, ser 60 hezarî re Kurd kuştine û ser 40 hezar kurdî re jî hatine windakirin. Herwiha nêzîkî 20 hezarî nivîskar û rojnemavan û mirovên navdar yên Kurd hatina kuştin û windakirin. Dewleta tirk di dagîrkirina Efrîn û Serêkaniyê de gaza kimyayî bi kar anî ku ev hat teqezkirin, lê dîsa dewletên cîhanê bêdeng man.

Ev êrîşa nemirovane ku bi navê Komkujiya Helebceyê kete dîrokê, qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Beas a bi serokatiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989`an de bi awayekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk anî. Jenosîda Enfalê di 12`ê Adara 1986`an de dest pê kir û di 7`ê Hezêrana 1989`an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar û 500 gund û 30 bajarok hatin kavilkirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.

Gaza bi “bêhna sêvan” bajar dorpêç kir

Dema êrişa duyemîn dest pê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku bûne şahidê wan kêliyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû. Giyandarên Helebceyê yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn çû wan, yek bi yek ketin erdê.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrişa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan. Tîma Pizîşkên Sînornenas ku di destpêkê de gihîştin cihê bûyerê, bikaranîna gaza xerdelê piştrast kir. Ev tîma pizîşkên Belçîkayî û Hollandî ragihandin ku dibe ku di nav jehrên ku hatine bikaranîn de siyanur hebe. Hin birîndarên komkujiyê bi nexweşiyên domdar re rû bi rû mane.