Rojnameya Ronahî

Li Efrînê Polîtîkeyên Qirkirina Hebûna Jina Kurd Tê meşandin

Zana Roj/ Şehba

Bi salvegera 6 emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve. 1100 jin hatin girtin û 101 jin hatin kuştin û heyanî niha çarenûsa 300 jinên Kurd jî ne diyar e. kiryarên dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de di bin bêdengiyeke navnetewî de tên domandin.

Bi dagirkirina Efrînê re ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê di 18’ê Adara 2018 an de, ji milê faşîzma Tirkiyê û çeteyan ve bi  hemû hovîtiya xwe dest bi kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê kirin û hemû pîvanên exlaqî û mirovî derbas kirin. Hebûna dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de hebûneke ne rewa ye û bi pilaneke navnetewî Efrîn hat dagirkirin. Bi vê dagirkeriya ne rewa de gelê Kurd ên resen hatin hedef girtin û polîtîkeyên qirkirinê hatin meşandin.

Dîroka hovîtî û nîzîkatiya komên çeteyan yên li beramberî jinê ne xerîbe û di bingeha hişmendiya wan de jin weke lekeyeke reş tê destgirtin. Di sal û cihên ku hebûna xwe tê de mayînde kirine, komên çeteyan bi hemû şaxên xwe beriya her tiştî destdirêjî li jinê kirine, jin di qirkirinê re derbas kirin û hebûna wê jî qebûl nekirine. Jin tenê weke hêmaneke têrkirina cinsî hatiye destgirtin.

Di encama êrîşên dagirkeiya Tirkiyê yên li ser Efrînê de ji 20 ’ê Çile heyanî 18’ê Adara 2018 an zêdetirî 61 jinî hatin hedefgirtin ji wan 44 hatin birîndar kirin û 17 jin jî hatin şehîd xistin. Li gorî zagonên navnetewî yên cîhanê di şer de hedefgirtina jin weke sûcê şer tê pênasekirin.

Piştî 6 salan ji dagirkeriyê çarenûsa 300 jinê ne diyar e

Di herêma Efrînê de jî ev siyaset û hişmendî bi hemû şaxên xwe li ser jina Kurd hat meşandin. Jinên temen biçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan bûn. Zarokên keçik hatin revandin û ji bo serbestberdana wan berdêl ji malbatên wan hatin xwestin. Di destpêka dagirkirina Efrînê de bi hezaran Jinên Kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin girtin û revandin û di girtîgehan de hatin ceza kirin, Ev ceza ji bo çi û çima? Kesek nedizanî. Zêdetirî 1100 jin û di nav de yên temen biçûk hatin girtin û di encama berdêl dayînê de hineke ji wan serbest hatin berdan. Lê heyanî vê kêliyê jî di zîndanên Faşîzma tirkiyê di Efrînê de û piştî 6 salan ji dagirkeriyê çarenûsa 300 jin jî hîn ne diyar e.

Li gorî belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve. Zêdetitrî 1000 jin hatin revandin, zêdetirî 101 jin jî hatine kuştin ji wan 10 jin gihîştin asta xwekuştinê û 80 jin, keçik û keçikên temen biçûk jî di encama destdirêjiya cinsî de hatin kuştin.

Jin di girtîgehan de tên kuştin

Li gorî ku hatiye belgekirin ku di Efrînê de nêzî 20 zîndanên faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan hene. Di wan zîndanan de bi sedan jin hene û weke ku me dabû xuya kirin ku bi cezayên cur be cur hatine dîlgirtin. Di nava wan girtîgehan de jin di xiraptirîn rewş re derbas dibin. Di encama rewşa girtîgehan ya bê zagon, îşkence kirina jinê, bi pîskolojiya wê leyîstin, herwiha tunebûna rêxistinên tenduristiyê û herî dawî tecawîzkirina jinan de nêzî 90 jinî di girtîgehan de hatine kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî derbasbûna 6 salan li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve yekemîn car e û bi awayekî fermî ji aliyê Rêxistina `Human Rights Watch` di rapora ku di 26’ê Sibata 2014 an de derxistiye hat gotin ku dewleta Tirkiyê berpirsê yekemîn e li hember sûc û kiryarên ku di Efrînê de tên kirin e, herwiha ev yek bi nêrîn û axaftinên kesên ku bûne şahid hatin belgekirin.

Derbarê kiryarên dagirkeriyê di Efrînê de li dijî jin tên kirin parêzer Roşîn Hido li kantona Efrîn û Şehbayê ji rojnameya me re axivî û wiha got: “ji destpêka şerê ku li ser Efrînê de hatiye kirin û heyanî vê kêliyê sûcên dijmirovî derheqê jinê de hatin pêkanîn. Di şexsê jina Kurd de hemû şikestinên ku li ser jin tên pêkanîn kirin. Bi derbasbûna wan ji Efrînê re divê em ji bîr nekin çawa ku bi laşê jinên şehîd hatine lîstin û bi dîmen ev yek li ser tavahî medyaya dijîtal hat tespît kirin. Bi îlankirina serweriya xwe di Efrînê de bi ferizkirina cil û bergên reş yên ku dibêjin Şeriya û îslamî ne li ser hemû jinan, lê gava yekemîn xwestin jina Kurd ji nasname û çanda wê ya bi hezarê salan tecrîd bikin û li gorî zihniyeta xwe şekilgirtineke nû saz bikin”.

`Îradeya jin hat hedefgirtin`

Roşîn destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan polîtîkeyên taybet li ser jina Kurd feriz kirin û wiha got: “Jina di Efrînê de gihîştibû asta pêşketina bîrdozî û hişmendî, di hemû aliyên civakî, leşkerî, perwerde û dîplomasiya jinê bi qehremanî hebûna xwe avakiribû. Dagirkeriya Tirkiyê bi polîtîkeyên kuştin, revandin, destdirêjî û bi piskolojiya jinê leystin xwestin viya bidin diyar kirin ku; “ew jina azad di bin lepên me de îro tê tunekirin”, li ser wê esasê hemû sûc û kiryarên ku dihatin kirin armanc jê ew bû ku îradeya jina azad tune bikin”.

`Divê Tirkiyê weke dewleteke dagirker bê îlankirin`

Parêzer Roşîn Hido di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navnetewî kir ku derbasî Efrînê bibin û wiha pê de çû: “Divê hemû Rêxistinên navnetewî yên ku xwe li hember mirovahiyê berpirisyar dibînin, derbasî Efrînê bibin û tavahî sûcên tên kirin ji raya giştî re werin belgekirin û radestî cihên peywendîdar bibin, herwiha divê Neteweyên Yekbûyî piştî ewqas belgekirin bi awayekî fermî tirkiyê weke dewleteke dagirker destnîşan bike û di dadgehin navnetewî de were dadgehkirin.