Rojnameya Ronahî

Di Aloziya Sûriyê De Jin Di Nava Zehmetî Û Berxwedaniyê De

Vîndar Roj/ Şehba

  Bi derbasbûna 13 salan di ser aloziya Sûriyê re, xaka Sûriyê bi temamî hat perçekirin û dest bi şerê berjewendî û mayîndebûnê hat kirin. Di 13 salan de êşa herî giran ya jinê bû, jin di bin polîtîkeyên hêzên serwer de hatin tunekirin.

Bi pêşengtiya jinên MSD ê li herêma Şebayê panêlek diyalogî ji bo nîqaşkirina rewşa jinan bi giştî di aloziyê Sûriyê de, her wiha ev alozî û şerên ku hatine destpêkirin li ser jinê bandoreke çawa avakir li dar xistin. Di nava aloziya Sûriyê de jinên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û hemû pêkhateyên din bûn qurbaniyên siyaseta dewletê û yên hêzên derdor. Ji 13 salan ve heyanî niha jin di Sûriyê de rû bi rû bi kuştin, revandin û destdirêjiyê re dimîne. Bê guman ev ji xwe weke diyardeyên ji rêzê nehatine. Jina Ereb jî bi hebûn û hêza xwe diyat naskirin, lê ji ber rewşa ku Sûriyê xwe xistiyê de hêştiye ku jin bigihîne vê astê. Di encama pevçûnên ku li ser xaka Sûriyê hatine kirin her wiha siyaseta dagirkirin, perçekirin û destwerdanên hêzên derve, jin bi pirsgirêkên cidî re ma ku bibe sedema koçberkirin ûn bi siyasetên şerê taybet remayîn.

Di nava van alozî û geşedanan de bi hilbijartina xeta siyemîn û bi şoreşa 19 ê Tîrmehê re jinê li ser esasê felsefeya azadiyê û paradîgmeya Netewa Demokratîk roj bi roj xwe di hemû qadên şoreş û cîhanê de bi pêş dixist. Ev yek jî di asta jina Kurd de tenê nema. Bi vejîna şoreşa jinê re xwestin hemû jinên bindest û yên Sûriyê bi taybet ber bi zanebûn û azadiyê ve bibin. Da ku jin careke din xwedî li hêz û hebûna xwe derkeve.

Têkildarî van mijaran hevseroka Ofîsa Têkiliyan ya MSD Birîvan Elî û endamê Koordînasyona  Kongira Star Gulê Mihemed ji rojnameya me re axivîn.

`Srûriyê temenê aloziyê dirêj dike`

Birîvan di destpêka axafina xwe de diyar kir ku Sûriyê bû navenda hemû kirz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha got: “Dewleta Sûriyê xwe kir navenda tavahî pirisgirêk û kirîzên ku li Rojhilata Navîn hatine qewmandin. Tavahî pirsgirêk û siyasetên li ser welatên Rojhilata Navîn dihatin meşandin di Sûriyê de mehkum bûn û xetimîn. Dewleta sûriyê jî ji bo parastina berjewendiyên xwe û mayîndekirina serweriya xwe. Temenê aloziya Sûriyê li ser hesabê talankirina civakê dirêjtir kir û heyanî niha jî ji bo bidawîkirina vê yekê êdî ne çare tê dîtin û ne jî destwerdan tên kirin. ji ber hemû hêz û cîhan dizane çareseriya vê aloziyê di paradîgmeya Netewa Demokratîk de misoger e. jinên di Sûriyê de jî bûn perçeyek ji vê kirîzê bedelên herî giran giran dan, jin ket bin bandora siyasetên ku dahatin meşandin, her wiha rû bi rû bi siyaseta şerê taybet re ma, di heman demê de vê aloziyê rê neda ku jin bikaribe hêza xwe ya çareseriyê derxîne û tu rol ji jinê re nehat dayîn. Ji ber van sedeman jî jin di kesayeta xwe ya kilasîk û kevneşop de di bin bandora zihniyeta zilamperest de ma”.

`Jinê Şoreşa Vejîna Xwe destpêkir`

Birîvan destnîşan kir ku jina Kurd di şoreşa 19 ê Tîrmehê de gavên vejîna jinê ji bin zincîrên koletiyê avêt û wiha domand: “Di nava kirî û qeyranên ku di Sûriyê de dihatin jiyankirin de, gelê Kurd şoreşa vejînê bi hilbijartina xeta siyemîn destpêkirin. Di oxira vê şoreşê ku muhra xwe li jiyana me xistiye de û bûye mînak ji hemû şoreşên cîhanê re bi hezaran bedelên giran buha hatin dayîn. Şoreşa 19 ê Tîrmehê di xwe de şoreşa vejîna jinê avakir, jin li hemû herêmên Rêveberiya Xweser di encama têkoşîn û berxwedaniyê de bûn hêza herî pêşeng di civakê de. bê guman ev yek di kesayeta jina Kurd de tenê nema, di neva xwe de hemû jinên pêkate û netewên din dihewînin û ji bo guhartina çarenûsa jina Sûrî bi tayebt armanc û xebatên gelek mezin tên dayîn”.

`Bi siyaseta dagirkeriyê re jin tune dibe`

Her wiha Gulê Mihemed bal kişand ser siyaseta dagirkeriyê û bi taybet bandora dagirkeriya Tirk li ser jinê û wiha got: “Di nava perçekirin û siyaseta dagirkeriyê ya ku li ser xaka Sûriyê hatiye kirin. Bi taybet dagirkirina Herêma Efrînê û hemû herêmên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve hatine dagirkirin. Siyaseta tunekirin û reşkirina jinê tê meşandin. jina ku mamosetyê civak û malbatê dike, îro bi zihiniyeta dagirker û tundiyê hebûn, îrande, rol û hêza jinê tê tunekirin. Bê gumand di sedsala 21 emîn de rûdana vê hişmendiyê tê wateya tunebûna mirovahiyê û demokrasiyê. Jin di bin lepên dagirkeriyê de tê kuştin û bi van piratîkan dixwazin bandora xwe li ser hemû cîhanê avabikin”.

`Dem dema yekbûn û hevgirtine jinê ye`

Gulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê li hember hemû cûreyên tunekirina hebûna jinê têkoşîn bê meşandin û wiha got: “Em sedsala 21 emîn weke sedsala jinê pênase dikin. jin li ku dibe bila bibe divê li beramber tavahî cureyên tunekirinê ya dijmin, dewlet û malbatê bisekine û dest bi têkoşîna ferizkirina hebûna xwe bike. di oxira azadiya jin û têkoşînkirina li hember zihniyeta serdest û kevneşop berdêlên giran hatine dayîn. Ji lewra jî dem dema yekbûn û hevgirtina dengê jinê ye”.