Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûcên kuştinê yên li Efrînê dibin, faşîzma tirkiyê berpirisyar e

16/03/2024
in NÛÇE
A A
Sûcên kuştinê yên li Efrînê dibin, faşîzma tirkiyê berpirisyar e
Share on FacebookShare on Twitter

Vîndar Roj/ Şehba

Çalakvanê Hiqûqî Îbrahîm Şêxo têkildarî bûyera Şehîdxistina Ehmed Medê de got ku Sûc û kiryarên di Efrînê de tên kirin di asta yekemîn de Dewleta Tirkiyê ya dagirker berpirisyar e.

bûyera kuştin û şehîdxistina zarokê Efrînî Ehmed Medê li navçeya Cindirêsê ji aliyê hemwelatiyekî girêdayî çeteyan ve. Bûyera ku divê hêzên navnetewî û rêxistinên parastina mirovahiyê yên gilobal şerm bikin û xwe weke hêzeke berpirisyar li mafê mirovahiyê nebînin. Di seranserî 6 salan de ji dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan ve û siyaseta qirkirina gelê Kurd bi kuştinê tê kirin û qirkirina çandî bi riya guhartina demografiya herêmê tê kirin. Di salvagera 6 emîn a dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018 an de her roj tê îsbatkirin ku Efrîn di bin bêdengiyeke navnetewî de hêdî hêdî tê tunekirin. Têkildarî sûca kuştina Ehmed Medê yê 16 salî de li Efrînê Çalakvanê Hiqûqî Îbrahîm Şêxo ji rojnameya me re axivî.

`Bûyera Ehmed ne ya yekemîn e`

Îbrahîm di destpêkê de bal kişand ser sûca ku derheqê Ehmed de li Efrînê bûye û wiha got: “Ehmed zarokekî biçûkbû û bi destê çeteyên hov û tu par ji mirovahiyê negirtine hate kuştin. Di wê bûyerê de heyanî niha nehatiye zelalkirin ger kujerê Ehmed yek bû yan zêdetir bûn. Ji ber hin agahî hatin ku Ehmed ne bi destê yek kesî hatiye kuştin, lê heyanî niha jî hîn nehatiye eşkerekirin. Bê guman ev ne yekemîn care dixwazin siyasetekî taybet li ser zarokên Efrînê bidin meşandin. Beriya çend rojan zarokekî ji gundê Meydana yê 8 salî ku şivantî dikir ji aliyê çeteyên komên Feyleq El Şam ve bi gukeyan hatibû tirsandin. Ev bûyer hêrs û nifreta gel bilind kir û  bi hezaran ji gelê Efrînê li Efrînê derketin qadan û bi girseyî nerazîbûna xwe anîn ser ziman”.

‘Koçberiya gelê resen armanc dikin’

Îbrahî Şêxo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan bi van siyasetan koçberkirina gelê resen hedef digirin û wiha got:”dagirkeriya Tirkiyê û komên çete di 6 salan de hemû cureyên qirkirinê derheqê gelê Kurd de pêkanîn. Kiyarên dij mirovî û exlaqî her roj di Efrînê de tên meşandin. Rûxmî hemû binpêkirin û zexta ku li ser gel didin meşandin, lê di encamê de em dikarin bêjin Tirkiyê dixwaze tavahî gelê Kurd yên resen ji Efrînê bi darê zorê derbêxe û guhertina demugrafîk bi hemû rengî li Efrînê dike, da ku rengê Kurdewariyê bi carekê li Efrînê nemîn e”.

`Tikriyê berpirisyar e û divê hesab bê xwestin`

Herwiha Îbrahîm anî ziman ku bi hatina Newrozê re van siyasetan didin meşandin û dagirkeriya Tirkiyê berpirsê yekemîn e û wiha bi dawî kir: “Komên çeteyan bi her nêzîkbûna Newrozî re siyasetên gelek qirêj pêk tînin da ku gelê li wir ma ye jî Newrozê pîroz nekin. Sala par bi kuştina malbetekê ji malbata Pêşmerge li Navçeya Cindirêsê di şeva Newrozê de û ew yek bû sersebebê ku gel Newrozê Pîroz nekin. Hemû siyasetên talankirin, qirkirin û guhartina nasnameya gelê Efrînê di asta yekemîn de dewleta Tirk berpirisyar e. Ji ber ku ew dewleteke dagirker e û divê hesab ji Tirkiriyê bê xwestin”.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.