Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza 2024`an wê bibe Newroza  azadiya Rêber Apo

16/03/2024
in NÛÇE
A A
Newroza 2024`an wê bibe Newroza  azadiya Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi hatina Newroza 2024’an, welatiyên bajarê Qamişlo cejna Newroz li gelê kurd pîroz kirin û wiha gotin: “Newroza 2024`an wê bibe Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocelan û têkbirina dagirkeran.

Her sal 21`ê Adarê li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin,  li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi girseyî, li hemû bajar, bajarok û gundan tê pîrozkirin. Ev roj ji bo gelê Kurd xwedî giringiye, lewra roja azadiyê ye. Li kêleka gelê kurd, pêkhateyên Ereb, sûriyan û pêkhateyên din yên li herêmê jî vê rojê bi kelêjaneke mezin pîroz dikin.

Derbarê wateya Newrozê û pîrozkirina wê welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnemeya me re axivîn.

Welatiyê bi navê Kamîran Ehmed bi bîr xist ku berî şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê bi zor û zehmetî dihat pîrozkirin û wiha got: “Berî sala 2011`an, dema me roja Newroz pîroz dikir, me gelek zehmetî ji aliyê rejima Sûrî ve dikşand. Dema me agir dadida leşkerên rejimê dihatin agirê me vedimirandin. Gelek caran rejimê riyên sereke digirtin da ku ti kes neçe qada newrozê û pîrozbahî neyê kirin. Lê me agirê xwe pê dixist û Newroza xwe bi hêrsekî mezin pîroz dikir. Her wiha ciqasî şidet li me dihat kirin, ewqas me jî li beramberî wê berxwedan û têkoşîn dida meşandin. Cejna Newrozê bi tevayiya pêkhatan tê xemilandin. Newroz ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo her kesî roja vejînê ye.”

`Newroz tê wateya berxwedan û azadiyê`

Di heman çarçoveyî de welatiya bi navê Saliha Keleş diyar kir ku agirê Newrozê yê ku bi Mazlum Dogan ji nû ve geş bû, heta niha jî bi awayekî xurt û bi hêztir pêxistî ye û wiha got: “Çawa ku Mazlum Dogan û Kawayê Hesinkar yê hemdem ê, Zekiye, Ronahî û Bêrîvan agirê Newrozê yê vejîna kurdan, ji nû ve pê xistin niha jî ev agir li tevayiya cîhanê bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketî ye. Ji bo wê jî li gel Kurdan Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê. Lewra van kesan vejîn nûjen kirin û riya azadiyê diyar kirin. Wan çawa di Newrozê de agir geş kirin û roja nû hilat, em ê jî bi wî ruhî têkoşîn bikin û li hember dijmin bi ser bikevin. Her wiha agirê ku bi armanca azadiyê hatiye pêxistin wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî û azadiya tevahiya gelan geştir û mezintir bibe.”

`Newroza 2024`an wê bibe Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocelan`

Di heman demê de welatiyê bi navê Xelîl Temo wiha got: “Di destpêkê de Newoza 2024`an li tevahî Gelê Kurd pîroz dikin. Newroza îsal jî pêwîste li cîhanê tevî deng vede û agirê wê bibe agirê azadî û wekhevî û aştiyê. Di heman demê de agirê Newroza 2024`an bibe agirê azadiya Rêber Abdullah Ocalan, rêzgarkirina hemû parçeyên Kurdistanê û azadiya mirovayê. Di meha Adarê de her roj agirê Newrozê tê pêxistin û newroz bi dilekî geş tê pîrozkirin. Ji bo wê jî em dibêjin Newroza me berxwedane, têkoşîne û vejîneke nû ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.