Rojnameya Ronahî

Hêzên Rizgariya Efrîn;Qehreman û berxwedêrên serdemê

Zana Roj/ Şehba

 Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) hat avakirin. HRE’yê bi qehremantî û çalakiyên xwe yên bi bandor derbeyên giran li dijmin dide û Efrîn ji dagirkeran re kiriye dojeh.

Piştî dagirkirina Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hat damezrandin û rojane derbeyên giran li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dide.

Derbarê armanc û bingeha avakirina HRE’yê , herwiha çalakiyên wê yên bi bandor, Hêzên Rizgariya Efrînê bersiva pirsên Rojnameya me da.

Hêzên Rizgariya Efrînê kî ne?

Hêzên Rizgariya Efrînî ji keç û xurtên Efrînê pêk tê. Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk, di 18 ê Adara 2019’an de, yekemîn hêza li hember dagirkeriyê hat avakirin ew Hêzên Rizgariya Efrînê ye ku bi destê ciwan, keç û xurtên Efrînî yên ku armanca wan tenê rizgarkirina axa welatê wan e, hat avakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê  kengî hat avakirin û armanca avakirina vê hêzê şi bû?

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çeteyan ve, di raya giştî de jî hat dîtin ku hêzên Sûriye Demokratîk, YPG û YPJ ê bi awayekî fermî bi riya daxuyaniyekê ragihandin ku ji herêmên bakurê Helebê bi taybet herêmên Şehbayê vekişîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Piştî wê hat dîtin ku pêwîstî bi hêzekê heye, di 21’ê Kanûna 2018’an de Keç û xurtên Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê bi riya daxuyaniyekê ragihandin. Piştî wê daxuyaniyê Hêzên Rizgariya Efrînê hat îlankirin û di wê çarçûveyê de çalakiyên xwe dest pê kirin.

Bê guman avakirina vê hêzê gelek girîng bû. Bi taybet piştî berxwedaniya ku 58 rojan di Efrînê de li hember hêzeke navnetewî hatiye raber kirin. ev gel bi darê zorê koçberê herêma Şehbayê, Helebê her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Avakirina vê hêzê xwedî girîngiyeke stratejîk e û di aliyê leşkerî ve piştî dagirkirinê û koçberiyê derbeyekî giran li dagirkeran dixe. Efrîna ku ji sedî 95 ji Kurdên Rojava pêk dihat û bi zengînbûna sererd û binerda xwe dihat naskirin. Hêzên dagirker piştî derbasbûna Efrînê yekem talankirin di aliyê guhartina demografiya herêmê de çêkirin. Hemû şûnewar, xwezaya Efrînê her wiha gelê resen bi armanca qirkirinê talan kirin. Di bingehê de hêzên dagirker xwestin navê Efrînê ya çiyayê Kurmênc ji holê rakin, ev yek jî xwe disipêre pilanên kevnar yên ku li ser Kurdan hatine pilankirin. Ji lewra li hember van siyasetên qirêj, hovîtiya dijmin, guhartina demografî ya Efrînê û hemû rê û rêbazên qirkirinê Hêzên Rizgariya Efrînê hat avakirin. Hemû armancên vê hêzê valaderxistin û hilweşandina hemû polîtîkeyên dîzayînkirina Efrînê bi ser destê dagirkeriyê ye her wiha parastina nasnameya Efrînê.

Hûn çakaiyên bi bandor yên Hêzên Rizgariya Efrînê çawa dinrxînin?

Me di destpêka axaftina xwe de da diyar kirin jî ku dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de pilanên dîrokî yên ji bo qirkirina gelê Kurd dide meşandin. li ser vê esasê jî Hêzên Rizgariya Efrînê li hember tavahî siyasetên qirkirin û tunekirina dîroka Efrînê dekiniye. Di hundir Bajarê Efrînê de Hêzên Rizgariya Efrînê weke xewnek û kabosekê ye ji bo faşîzma Tirkitê û çeteyên li wir dimînin. Di kîjan alî de li ku derê derkevin û derbe li dagirkeriyê bidin ne diyar e. ji ber wê jî ketina nava giloverekê ku duxwazin bizanibin ev hêz çawa xwe bi rêxistin dike. me ji destpêka dagirkirina Efrînê de jî gotibû wê Efrîn ji bo dagirkeriyê bibe dûjeh. Li ser vê bingehê li ber her dareke zeytûnê di her çiyayekî ji çiyayên Kurmênç hêzek heye. Hêzên Rizgariya Efrînê di vê alî de gelek çalakî û derbeyên bi bandor li dijmin dan e. hêzên Rizgariya Efrînê ji 5 salan ve bi roj û şev bi çalakiyên leşkerî yên pispor her wiha bi şalakiyên tolhildanê dijmin derbe dike. Di vê çarçoveyê de gelek daxuyaniyên bi belge ku me ji raya giştî re dane hene û gelek jî me nedane hene ev gelek girînge. Em tu çarî gelê ku li wir dimîne armanc nakin. Hedefa me tenê hilweşandina sîstema leşkerî ya dagirkeriyê ye û em çalakiyên xwe li hember wê dikin. gelek caran gotine ku ev hêz gel û sivîlan hedef digire da ku Hêzên Rizgariya Efrînê reş bikin, lê belê tiştekî welê nîne û ger hebe jî emê bi daxuyaniyekê ragihînin. di heman demê de çalakiyên me gelek zelal in û em didin ragihandin, çalakî heyanî niha jî li hember pergala dagirkeriyê di welatê me Efrînê de tên kirin. ji ber ev mafê me yê rewa ye hêzên dagirker ew in û yên ku jê derkevin jî ew in. Bê guman di çarçoveya çalakiyên me de gelek çalakiyên tolhildanê li dijî dagirkeriyê kirine. her wiha di tavahî navçeyên Efrînê de her wiha li Xezewiyê şervanên me derbas bûne û dagirkerî derbe kiriye, divê em ji bîr nekin di dîrokê de çalakiyên bi vî rengî tu carî nehatine raber kirin.

 Di 30’ê Çileya 2024’an de li gundê Basilê çalakiyeke Tolhildanê ya fedayî hat kirin. Ev çalakî di devereke ewqas stratejîk de gaveke ber bi ku ve ye û derbeyek çawa li dijmin da?

Çalakiya ku di 30’ê Çile de hatiye kirin em weke oparasyon bi nav dikin. di serî de ev weke çalakiyeke fedayî bi pêşengtiya 5 hevalan her wiha ji bo tolhilgirtina ji tavahî Şehîdên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn e. ev oparasyon weke gavên destpêkê ji hemleyên din re ye. weke ku tê zanîn gelek çalakiyên bi bandor li hember dijmin hatine pêkanîn, lê belê oparasyona 30 ê Çile û devera ku lê hatiye kirin Gundê Basilê xeta temasê yê yekemîn di navbera me û dijmin de ye û deverekî stratejîk e. Ev oparasyon weke oparesyoneke leşkerî li hember dagirkeriyê di daxuyaniya me de hat ragihand ev oparasyon wê dewam bike û wê weke çalakiyên din nebe. Di vê merheleyê de wê çalakiyên bê kirin yên devergiritin û pêşdeçûnê bin. Ji ber wê jî oparasyona 30 ê Çile ji bo Hêzê gavên nû yên 2024 ye.

Girîngiya Gundê Basilê ji bo me gelek mezine, ji ber gundekî bi temamî di destê çeteyan de ye û xeta yekemîne. Her wiha di vê çalakiyê bi taybet 5 rêhevalên me zêdetirî 2 saetan bi temanî di gund de dimînin û gund di destê wan de dimîne. Cara yekemîn e ku oparasyonekî fedayî bi vê astê tê kirin, vê yekê jî tirseke mezin di hundir faşîzma Tirkiyê da avakirin. 5 heval gundekî de şer dikin û gund dikeve bin serweriya wan, ji lewra êdî hesabên mezintir ji Hêzên Rizgariya Efrînê re hatin kirin.  Ji ber wê jî hemû oparasyonên wê werin kirin jî wê oparasyonên rizgarkirina Efrînê û tolhildana ji Şehîdên Basilê re bin.