Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ehmed Medê li ber çavê cîhanê hate kuştin

14/03/2024
in NÛÇE
A A
Ehmed Medê li ber çavê cîhanê hate kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Sûc û kiryarên dij mirovî û zaroketiyê li Efrîna dagirkirî digihêjin lûtkeya herî mezin. Di 13’ê Adarê de hat aşkerekirin ku zarokekî Efrînî yê bi navê Ehmed Xalid Medê yê ji navçeya Cindirêsê li ser destê Çeteyekî ji Îdlibê hatiye kuştin.

Zana Roj/ Şehba

Di dîroka 13 ê heyvê de hat eşkerekirin ku zarokê Efrînî yê ji navçeya Cindirêsê `Ehmed Xalid Mamo Mirdê` yê 16 salî ji aliyê Çeteyekî ji gundewarên Îdlibê ku li Efrînê dimînin hatiye kuştin. Ehmed zarokekî biçûk e û ji hemwelatiyên resen yê Efrîna dagirkirî ye. Weke ku bûyera kuştina Ehmed hatiye eşkerekirin wiha bû, kujerê bi navê `Yamên Ehmed Îbrahîm` li Firingeha bavê Ehmed kar dikir û di encama hin sedeman de pevçûn di navbera Bavê `Ehmed` û Kujer `Yemên` de hatiye rûdan û dev ji kar berdeya. Lê piştî hefteyekê ew kes ji bo tola xwe hilgire Zarokê xwediyê Firinê `Ehmed` dikuje û davêje bîrê.

Ev ne yekemîn bûyer e ku di derheqê gelê Efrînê yê resen û zarokên wê de tê kirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî yên ku nehatine eşkerekirin û ronîkirin hene. Careke din bûyera 20 Adarê ya sala derbasbûyî roja geşkirina agirê newrozê li Cindirêsê hatiye qewmandin xwe dubare dike. Ev kiryarên dij mirovî di bin bêdengiya cîhanê de tên kirin û mafê zarokan di Efrînê de her roj tê binpêkirin. Têkildarî vê bûyerê û kiryarên dagirkeriyê û komên çeteyan yên li Efrînê dibin Endama Rêxistina Sara Zeynep Xelîl her wiha Endama Komeleya Stêrk ya zarokan li kantona Şehbayê Zelûx Hido ji rojnameya me re axivîn.

`Di Efrînê de bûyerên Kuştina Zarokan xwe dubare dibin`

Zeynep di destpêka axafina xwe de anî ziman ku di meha Adarê de çîçekên kurd tên kuştin û wiha got: “Bêwîjdanî û neheqiya herî mezin ya ku tê kirin ew kuştina zarokekî ku hîn tehma jiyanê nekiriye. Di Efrînê de zarok ji zaroktiya xwe bê par in û têne kuştin. Çîçekên Kurd di Buharê de li ser destê çeteyên ku mal û milkên me dagirkirine tên kuştin. Çawa ku di Adara derbasbûyî de ji bo rêgirtina li pêşiya pîrozkirina Newrozê 4 kes ji malbatekê hatin kuştin, careke din ev dîrok bi kuştina Ehmed re xwe dubare dike. Divê tevahî cîhan bizanibe ku ev ne yekemîn car e zarokek ji jiyanê tê mehrûmkirin, bi sedan zarokên Kurd ji aliyê komên çeteyan ve hatine revandin û di encam de hatine kuştin”.

“LI hember tundiya li ser zarokan bêdengî”

Zeyneb diyar kir ku Di Efrînê de hemû kiryar û binpêkirinên tên kirin di bin pêdengiya navnetyewî de tên tepisandin û wiha domand: “Efrîn bûye bajarê Kuştin û revandinê. Dagirkeriya Tikrkiyê û Komên çete bi hemû hovîtî û bê exlaqiya xwe gelê resen a herêmê didin kuştin.

Zeyneb di nava axaftina de ev yek pirsî: Gelo tevî ewqas tesbît û belgekirinên ku hatine kirin û ji raya giştî re hatine şandin çima hemû cîhan, hêz û dewletên navnetewî li hember kujerê yekemîn Faşîzma tirkiyê û Erdoxan bê dengin ? .

Zeyneb got:”Rêxistinên parastina mafê zarokan bi taybet ji 6 salan ve tevî her roj tundî li ser zarokan di Efrînê de tê kirin, tu carî bi awayekî fermî banga parastina mafên zarokan nekirine. Hemû sûc û kiryarên tên kirin li pêşiya cavên raya giştî û navnetewî dibin, lê weke her car bêdengiya xwe diparêzin”.

“Divê lêpirsîn di dadgehên navnetewî de were vekirin”

Li aliyekî din Endama Komeleya Stêrk Zelox bang li hêz û Rêxistinên Navneteweyî her wiha yên herêmê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin û got:”Bûyera ku derheqê Ehmed de hatiye kirin ne bûyerekî ji rêzêye ku piştî cend rojan bê tepisandin. Divê li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê her kes dengê xwe bilind bike, divê her kes bibe dengê qêrîna Ehmed û hesabê bixwaze”

Zelox soz da ku ji bo bidestxistina mafên tavahî zarokan bi taybet ji bo zarokên ku di bin dagirkeriyê de jiyan dikin ew ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin.

Zelox bang li hemû rêxistinên navnetewî yên ku parastina mafên mirovan û bi taybet rêxistinên cîhanê yên xwe li hember parastina mafên zarokan û zaroketiyê berpirisyar dibînin kir ku bibin hêz ji zarokên di bi lepên dagirkeriyê de. Her wiha li hember zarokan bi erkên xwe yên sereke rabin û di dadgehên navnetewî de lêpirsînê bikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.