Piştî hevdîtina Trump- Pûtîn li paytexta Fîlande Hilsinkiyê, saheya Sûriyê rastî pêşketinên bi lez û girîng hat. Nakokiyên çeteyên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, taybet piştî gefên serokê rejîma Sûriyê li ser Idlibê, zêde bûn. Komên çete demildest nav û çermên xwe guhartin. Bi taybet koma bi navê Heyet Tehrîr Elşam amûrê sereke ya dewleta Tirk li bakurê Sûriyê ku Tirkiyê bi riya wê koma navê xwe li ser lîsteya terora cîhanî heye, hebûna xwe li herêmê misoger dike. Piştî civîna Sûtşî jî, bi lez istixbaratên Tirk ketin tevgerê û hemû komên çete li Idlibê di bin navê Eniya Neteweyî ya Rizgariyê de komî ser hev kir. Tirkiyê dixwaze bi vê yekê him dagirkeriya xwe ji axa Sûriyê re dewam bike û him jî rewatiyekê bide çeteyan. Lê li gorî pêşketinên pêvajoya aloziya Sûriyê û qonaxên lidarxistina civînên Astana û Sûtşiyê, tê fêmkirin ku dewleta Tirk piştî her civînekê beşek ji axa Sûriyê dike qurbanê berjewendiyên xwe û difiroşe Rûsyayê. Li gorî agahî û nûçeyên derdikevin, xuyaye piştî radestkirina herêmên başûrê Sûriyê, wê pîtoleya siyasî, leşkerî û gengeşeya dîplomasî ya bazara navneteweyî ber bi herêmên bakur, bakur-rojavayê Sûriyê ve bizivire. Ango Idlib wê bibe sernavê merheleya nû ya aloziya Sûriyê. Ji bo ku Tirkiyê riya êrişike muhtemel a bi ser Idlibê ve bigire, ev kom anîn cem hev û rihên wan teraş kir. ji bona vê yekê jî wê Tirkiyê bi lidarxistina kongreyekî giştî ji bakurê Sûriyê re, hewl bide biçimekî sivîl bide van çeteyan. Wê hewl bide ji Idlibê re rêveberiyek sivîl ava bike. Wê çeteyên ji tevahî Sûriyê kom kiriye ji bo berjewendiyên dagirkeriya xwe ji axa Sûriyê re bike polîsên bê pere.
Li gorî pêşketinên bi lez, aliyê siyasî de jî diyar dibe ku herêm ber bi terazûyekî nû ya blokbûnê ve diçe. Taybet piştî dagirkirina Efrînê û radestkirina herêmên li Şam û başûrê Sûriyê. Di aliyê hundirîn de hevdîtina MSD û rejîma Sûriyê hebû. Diyare ew jî di encama hevdîtina Hilsinkî de bû. Hevdîtin di asta têkoşîna hundirîn a gelên Sûriyê de gavek baş û girîng e. Her wiha carek din isbat dibe ku tenê hêza xwedî proje dikare li Sûriyê bibe xwediyê dengê bilind. Çiqas bê paşguhkirin, lê dawiyê de wê ev hêz bi projeya xwe ya çareseriyê re bibe nûnerê rastiya nirxên vê civakê. Ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn dibêje; çi proje, sîstem û çareseriyên bi heqîqeta gelên vê herêmê re ters bin, wê muheqeq mehkûmê tunebûn û şer bin. Niha jî tişta me li jor gotiye rastiya vê herêmê tekez dike. Ango Tirkiyê çiqas van koman cîlaw bike û di bin sernavên biriqî de bîne gel hev, ji ber ku ne xwedî projeyekî neteweyî ku azadiya gelên li Sûriyeyê temsîl dike ne, wê nola hemû deverên din ên Sûriyeyê dehfî tunebûn û şeran bin. Di encamê de wê bi bin kevin. Tenê projeya gelên Sûriyê wê bi ser keve. Ti aliyek bi nirxên ji derve ve nikare vî welatî bi rê ve bibe, ne jî bi hişmendiya berê a netew dewlet ev welat tê birêvebirin. Ancax kesên ayîdê vê herêmê bi xwe karibin guherîn û veguherînê çêbikin. Ji ber van rastiyan xuyaye wê dewleta Tirk Idlibê jî di oxira berjewendiyên xwe yên hundirîn û derve de parçe parçe radest bike. kirîza lîreya Tirk a di encama dîktatoriya çors de rûdaye, nîşaneyeke ber bi çav e.
Idrîs HENAN