Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jin îro dîroka xwe ya windayî vejîn dike’

13/03/2024
in Uncategorized
A A
‘Jin îro dîroka xwe ya windayî vejîn dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên diyar kir ku 8`ê Adarê di encama têkoşîna û berxwedana bi hezarê jinan bû rojeke cîhanî û wiha got; Jin îro dîroka xwe ya windayî vejîn dike û di ropelên dîrokê de bi tîpên zêrîn dinivîsîn e.

Jin ji dîrokê ve ji bo azadiya xwe têdikoşe, berdewamiya têkoşîn û berxwedana wê ne bi hesanî heta roja me ya îro berdewam kiriye, lê bi berdêlên mezin yên jinên berxwedêr berdewma kiriye. Herwiha roja 8`ê Adarê di rastiya xwe de ne weke ku tê naskirin ku rojeke şahî û pîrozbahiyê ye, ev roj di encama têkoşîna û berxwedana bi hezarê jinan bû rojeke cîhanî. Ji ber di 8`ê Adara 1857`an de li eyaleta New York a Amrêkayê nezî 40`hezar jin, dest bi giravê dikin, da ku mafên xwe di kar de bistînin, ji ber bi mûçeyên kêm û seatên zêde kar dikirin, lê mêr tersî jinan tevî ku seatên kêm kar dikirin mûçeyên wan zêde bûn. Lê di encama giravê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 129 jin jiyana xwe ji dast dan.

Bi daxwazên Kilara Zetkin 8`ê Adarê bû roja jinên cîhanî

Buyera şewtandina 129 jinan bû weke teqînekê di cîhanê de. Hejmareke jin ji bo heqdestiya xwe bi rêbazê zihniyetperest û qirkirinê jiyana xwe ji dest dan. Lewra bi 1000`ê gel daketin kolanên New York`ê û serhildan kirin. Herwiha piştî merasîmên veşartina her 129 jinan de, êdî bû tiştekî normal ku her sal di meha Adarê de gel ew 129 jin bi bîr tanîn. Di heman demê de piştî vê buyerê di sala 1910`an de li Kopenhagê konferensa jinên sosyalîst a neteweyî ya duyemîn hate li darxistin. Di konfernsê de Kilara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman pêşinyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Lewra di 16`ê Kanûna 1977`an de Netewên Yekbûyî 8`ê Adarê weke roja jinan ya cîhanî raghandin.

Derbarê mesacên 8`ê Adarê de û cûdahiya wê ji sala bûrî Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên ji rojnama me re axivî.

Ibtîsam Elhisên di destpêka axaftina xwe de 8`ê Adarê li hemû jinên Rojavayê kurdistanê û cîhanê pîroz kir û wiha got: “8`ê Adarê di sala 1857`an rojek bi êş bû ku tundî li ser jin hate kirin. Jinên ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma rastî hedefa, zihniyeta zayendperest û pergala desthilatdar hat. Lê jinên berxwedêr bi hêz û baweriya xwe zincîra koletiya ku bi hezarê salan li ser tê meşandin, qetand. Bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şoreş di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û hizirên Rêber Apo dan lidarxistin. Û dengvedana şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ilhameke ji hemû jinên cîhanê re.”

‘Bi vîna jina azad em ê dawî li tecrîdê bînin’

Ibtîsam Elhisên diyar kir ku bi vîna jina azad eW ê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin û wiha got: “Em jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, her sala 8`ê Adarê bi bîr tînin û berî 8`ê Adarê bi 3 mehan bernameyan amade dikin, civînan lidar dixin ji bo pêşwaziya vê rojê. Îsal jî di bin dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin” me 8`ê Adarê pêşwazî kir. Herwiha roja jinên kedkar ên cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 24’ê Sibatê ve dest pê kir. Ya herî girîng jî ku di dirûşmeyê hat xuyakirin armanca me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ji ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîna azadiya hemû jinan e û dawîkirina qirkirina li ser jinan e.”

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên axaftina xwe wiha qedand: “Îsal 8`ê Adarê bi çoş û kêfxweşiyeke mezin ya jinan ve hat pêşwazîkirin. 8`ê Adara îsal cûdahiyeke xwe ji 8`ê Adara salên bûrî hebû, ji ber niha rewşa ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav re derbas dibe, bi taybet êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewame, di heman demê de rojane pêşengên jin têne hedefgirtin, da ku destkeftinên şoreşa Rojava û şoreşa jin têk bibin, lê jin li hemberî ewqas êrişan bi îradeyeke xurt rawestiya û pilanên dagirkeriyê vala derxist. Herwiha îro roj jin bi sîstema hevserokatî di hemû qadên jiyanê de xebatê dide meşandin. Jin jineke bermalî bû, bêdeng û bêreng bû, lê îro roj jin xwedî hebûn û nasnemeye û pirojeya ku Rêber Apo di nêvî de hiştiye temam dike, dîroka jinê a ku nehatiye nivîsandin, bi tîpên zêrîn û xwîna şehîdan li ser ropelên dîrokê bi aweyekî nû vejîn dike û dinvîsîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.