Rojnameya Ronahî

Zarok hêviyên jiyanê ne

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şer û aloziya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî wê tê, bandoreke neyînî li jiyana zarokan dike, lewra Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan hat avakirin. Rêvebera Komeleya Stêrk Cûliya Xelo diyar kir ku ew hewl didin pêşerojeke azad û xweş ji zarokan re bidin avakirin

Kirîz û şerê ku li giştî Sûriyê û êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bandoreke neyînî li ser jiyana zarokan kir. Herwiha bi armanca bidawîkirina tûndiya li ser zarokan û guhertina rewşa zarokan ya derûnî, di 6`ê Tebaxa 2023’an de, di bin dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke”, Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li bajarê Qamişlo hat avakirin. Ev rêxistin bi alîkariya Roja Sor a Kurd ya Siwêdê hat damezrandin. Komeleya Stêrk, Rêxistineke serbixwe ye. Piwîstî bi avakirina wê hebû, da ku şopandin û parastina mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were aktîfkirin, li ser vê bingehê Komeleya Stêrk kar û xebatên xwe dide meşandin.

Stêrk zarokan fêrî jiyana hevbeş dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek navendên Komeleya Stêrk hene. Beşên wê li Şehba, Heleb, Hesekê, Kampa Waşûkanî (Serê Kaniyê), Navçeya Holê, Kampa Vegerê û Serdem û Herwiha li Amûdê, Qamişlo û Dêrikê jî beşên wê hene. Komeleya Stêrk dozên zarokan dişopîne û hewl dide ku zarokan her dem li jiyan wan ya zarokatî vegerîne. Stêrk zarokên ku rastî tûndî, destdirêjî, ji dibistanê qot bûn, rewşa derûniya zarokan, destwerdanên li ser van rewşan dike. Di heman demê de Komeleya Stêrk bi Komînên taxan re hemahengiyê didin avakirin, di hundirê komînan de jî komînên zarokan ava dikin û perwerde dikin. Di hundirê komînên zarokan de bi rengê komî zarok tên perwerdekirin, da ku zarok fêrî hevbeşî û civakbûnê bibin. Di heman demê de ev komîn li ser çend gavan tên birêvebirin. Mijarên ku zarok fêrî wan dibin, xwe li ser wan perwerde dikin û xwe pêşdixin. Di destpêka avakirina van komîna de hejmara tevlîbûna zarokan kêm bû, lê hin bi hin hejmara wan zêde bûn.

Pêwîstiyên qonaxên temenê zarokan ji hev cûda ye

Avakirina komînên zarokan jî li ser van gavan tên avakirin, gava yêkê hemahengî bi komînan re tê kirin, gava 2`an perwerde ji malbatan re tê dayin weke danasîna Rêxistinê, gava 3 yan komên zarokan tên avakirin û nav tên qeydkirin. Her komek girêdayî beşê wan fêrbûna wan tê kirin û beşê mûzîk, dîlan û şano jî tê dayîn. Li kêleka perwerdeyî mûzîk û şanoyê, zarok fêrî çand û exlaqê civakê tên kirin ku çawa zarok nêzî derdora xwe bibin û xwe çawa di rewşên şer de biparêzin. Komeleya  Stêrk li kêleka perwerdekirina zarokan, perwerdeyê didin malbatên zarokan jî. Ji ber qonaxên temenên zarokan hene û her qonaxek pêwîstiya wî cudaye. Herwiha Komeleya  Stêrk girîngî û baldariyê jî didin zarokên ku rewşa derûnî ya zarokan. Bi vê yekê jî ji dema avakirina Stêrk û heta niha nêzî 10 zarokan tedawiya wan ya derûnî hatiye kirin.

 

Derbarê kar û xebatên Komeleya Stêrk de Rêvebera Komeleya Stêrk ya şopandin û parastina mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûliya Xelo ji rojnameya me re axivî.

Cûliya Xelo diyar kir ku Komeleya Stêrk avakirina pêşeroja zaroka ne û wiha got: “Ji bo ku zarok jiyana xwe ya zarokatî jiyan bikin û dûrî rewşên heyî bikevin, em pirojeyan didin avakirin. Niha jî pirojeya mûzîkê li Şehba hatiye destpêkirin, amûrên mûzîkê ji wan re hatine kirîn, da ku fêrî amûrên mûzîkê bibin. Di heman demê de jî koma şanoyê jî hatiye avakirin, ew jî di hundirê piroja Roja Şanoyê ya zarokan de cih digire. Li kampa Serê Kaniyê jî bi hemahengiya Heyva Sor a Kurd re bexçeyekî zarokan hat avakirin. Ji bilî wê pirojeya ku Desteya Şaredariyê pê rabûye ya mala jiyana zarokan a zarokên parsê em cihê xwe di vê pirojeyê de digirin. Zarokên ku rewşa malbatên wan xerab bin û zarok hewcedarî emliyatê bin em bi vê yekê jî radibin û heya niha 2 emeliyên vekirina dil, emliyeke çav û kabokan jî têne çêkirin. Wekî din jî zarokên ku agir bi canê wan ketine em emeliyat dikin.”

‘Dibistan avakirina pêşeroja zarokan e’

Cûliya Xelo di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Stêrk dibe alîkara vegera zarokan ji dibistanê re û wiha got: “Malbatên ku rewşa wan xerab bûn û bibû sedema qutbûna zarokên wan ji dibistanê, em bûn alîkarê vegera wan ji dibistanê re, ev yek jî bi hemahengiya Desteya Perwerdeyê tê kirin, ji ber dibistan avakirina pêşeroja zarokan diyardike. Bi vê armancê 40 zarokî/ê me vegerandin dibistanê, 150 çente û lênûs jî belavî zarokên Şehîdan û yên xizan kirin. Pêngava belakirina çakêtan, bi hemahengiya kesekî xêrxwaz re, derdorî 400 çakêt hatin belavkirin, ew jî li Amûdê, Qamişlo, Hesekê û Çil axa hatin belavkirin. Niha jî bi hemahengiya Heyva Sor a Kurd re, me piroja siwarkirina parçeyên laş yên çêkirî ji zarokên ku di şer û erdhejê de dest û lingê xwe ji dest dane daye destpêkirin. Beşê Stêrk yê Şehba bi rengê kom van zarokan rê dikin Qamişlo û li Qamişlo dest û ling ji wan re tên siwarkirin. Ev piroje li ser çend gavan birêve dimeşe, destpêkê bijîşk li rewşa wan guhdar dike, piştî wê pîvanên dest yan ling digire, piştî wê tê amedekirin û siwar kirin, herwiha heftiyekê jî tên perwerdekirin. Li kêleka van gavan em rewşa wan ya biskolojîk jî dişopînin, ji ber dema ku zarokek dest yan lingê xwe ji dest dide, nexweşiyên derûnî jiyan dikin. Ev nêzî 5 meha ye ku ev piroje hatiye destpêkirin û 10 zarok dest û ling ji wan re hatine çêkirin.”

‘Her zarokek xwedî hizreke cudaye’

Cûliya Xelo axaftina xwe wiha qedan: “Kar û xebatên ku em didin meşandin yek alî nikare were meşandin, dibe ku hemahengî were avakirin, li gorî wê na jî dema bixwazin pirojeyekî ji zarokan re bidin avakirin aliyên peywendîdar hene, lewra bi dervere re têkiliyan didin avakirin, li vir jî bi kesên xêrxwaz re, hemahengiyê dikin. Em hewl didin her zarok hizireke xwe bide avakirin, em naxwazin ezezî di navbera zarokan de were avakirin. Jiyana zarokan ji zarokatî ve tê avakirin û xêzkirin. Herwiha bi alîkariya civakê jî me karî mafê zarokan bi cih bînin. Bi hêvîne her kes parastina mafê zarokan biparêze û mîna erkekî  li ser mile xwe bibîne.”