Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yek ji mûmên azadiyê; Helebce Xelîl

13/03/2024
in Uncategorized
A A
Yek ji mûmên azadiyê; Helebce Xelîl
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şehîd Helebce Xelîl tevî ku ducanî bû jî, lê tiştek li pêşiya wê nebû asteng û ji bo xizmeta civakê û bedewkirina bajarê xwe bajar bi bajar digeriya. Dayika wê Mekiya Hiso diyar kir ku Helebçe her dem ji bo pêşxistina civak û derdorê kar û xebat dida meşandin.

Di destpêka lidarxistina şoreşa Rojava de, yekemîn saziyên ku hatin avakirin Şaredariyên Gel bûn, şaredarî di sala 2013`an de hatin damezrandin, wê demê ji ber ku qirêjiya bajaran zêde bibûn, lewra bi awayekî lezgîn şaredarî mudaxeleyên rewşa bajar kirin, da ku nexweşî di nava gel de dernekevin û bi derfetên xwe yên kêm xizmet ji bû gel didan meşandin. Herwiha di avakirina Şaredariya Gel de jina bi navê Helebçe Xelîl ku ducanî bû, bû qorbaniya encama komkujiya Şaredariyê ya ku di 11`ê Adara 2014`an pêk hat.

‘Tevî ku ducanî bû jî bajar bi bajar digeriya’

Bi destpêkirina xebatên şaredariyê re Helebce cihê xwe di nava şaredariya bajarê Qamişlo de girt. Di nava şaredariyê de gelek kar û xebat ji bo xizmeta civaka xwe da meşandin. Helebçe tevî ku ducanî bû bajar bi bajar digeriya û piroje ji bo bajaran dida avakirin. Xebatên Helebçe destpêkê li şaredariya taxa Hilko hat destpêkirin, piştre dema ku Şaredariya giştî ya bajarê Qamişlo li Findeq Hedaya hat avakirin, Helebçe derbasî wê dibe. Û di nava şaredariyê de, di Ofîsa Jin, Darayî û him kar û xebatê giştî yê şaredariyê dikir.

Jiyan xwe bi hevalên xwe re dadigirt

Helebce di 12`ê Îlona 1988 ji dayik bûye û keça yekemîn ya malbata xwe bû. Helebçe piştî xwendina xwe ya amadehî bi dawî dike, diçe bajarê Şamê û xwendina xwe ya zanîngehê li wir diqedîne. Li zanîngehê beşa Rêveberiya Karsaziyê derdixe. Helebçe piştî xwendina xwe bidawî dike, dixwaze fêrî zimanê dayikê bibe, lewra bi hewldanên xwe li kêleka zimanê erebî, inglîz fêrî zimanê kurdî jî dibe. Ji ber Helebçe keçeke bi tenê bû, jiyan xwe bi hevalên xwe re dadigirt. Helebçe li kêleka xwendin û pêşketina xwe, pir ji muzîkê jî hez dikir. Herwiha ji bo naskirina kar û xebatên şaredariyê, Helebçe li Bakurê Kurdistanê tevlî 2 perwerdiyan bû.

Derbarê Şahdeta Helebce Xelîl ku yek ji qorbaniyên komkujiya Şaredariya bajarê Qamişlo bû dayika şehîd Helebce Mekiya Hiso ji rojnameya me re axivî.

Mekiya Hiso diyar kir ku wan navê Helebce li komkujiya Helebçe ya ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat kir û wiha got: “Dema ku Helebce hat dinayê min dixwesta navê wê bikim hêwa, lê ew komkujiya ku li Helebce pêk hatibû, lewra bavê wê xwest navê wê li komkujiyê bike. Wê demê ez kêfxweş nebûm, ji ber em Kurd her tim tirseke me ji navên komkujiyan heye. Herwiha Helebce ji zarokatiya xwe ve jîr û zane bû, her tişt ayidê xwe qebûl nedikir, dixwest her tim pêşketina ava bike. Bi dilekî pak û paqij bi hevalên xwe re bû, êşa hevalên xwe berî ya xwe dikişand û pir bandorî li wê dikir. Tenê birayek Helebce heye û hizkirina wê ji birayê wê re pir zêde bû.

‘Derdora xwe nîşanî riya pêşketinê dikir’

Mekiya Hiso anî ziman ku Helebçe riya pêşketinê nîşanî wê dida û wiha got: “Helebce bi temê xwe yê biçûk bîrwer bû û her tim riya pêşketinê nîşanî min dida, di heman demê de bi hemû hevalên xwe re jî alîkar bû. kenê li ser lêvên wê winda nedibû, bi wî kenî derdora xwe jî kêfxweş dikir. Şaştî red dikir, bi taybet digot; me jinan gelek zilm û zordarî dîtiye, êdî bese qebolkirina me jêre. Dema ku Helebçe tevlî perwerdeyên şaredariyan li Bakur bû Osman Baydemir ji Helebça re got; ez bi hêvîme Rojava ava bibe mîna jinên wekî te, ji ber ku Helebçe gavên xwe ji bo pêşketinê davêt.”

‘Li pêş cavên cîhanê komkujî tên kirin’

Dayika Helebce Mekiya Hiso axaftina xwe wiha qedand: “Dema ku Helebçe şehîd bû, ducanî bû. Bûyera şaredariyê giştî cîhan pê êşiya, ji ber ew kesên ku ji bo xemlandin û xweşkirina bajarê xwe kar dikirin. Jin her tim dixwaze paqijbûna bajarê wê mîna paqijbûna mala wê be, Helebçe jî yek ji wan jinan bû, pir li paqijbûna bajar guhdar bû. Ji xwe çiqas em dengê xwe bikin, cîhan xwe bêndeng dike, ji ber li pêşiya cavê cîhanê komkujî li ser gelê me tê kirin, dijmin dixweze jinê qir bike, ji ber jin aştiyê dixwaze, lewra dijmin dixwaze bi her awayî jinê bike armanc, lê nizane ku her jineke me diçe bi 100` jinên din li ser şopa wê dimeşe.”

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.