Qêrînek tê ji geliyên kûr, gelo kî dibihîse, nalînek tê ji birînên xedar, gelo kê hayî jê heye!
Peyveka ji bo Kurdan pirr girîng, li ber dilê min yek jê pişavtin ango assîmîlatîon e. Pişavtin: Ji aliyê pergalên desthilatdar ve tine kirina çand, nasname, ziman û heyînên nijad û netewên cida, ji pêvajoya helandin û ji holê rakirina van heyînan re pişavtin tê gotin. Pişavtin, ji aliyê pergalên serdest û zordar ve bi rê û rêbazên cida tê kirin. Lê du rêbazên bingehîn hene; yek pişavtina bi darê zorê, yek ji a sîstematîk e. Di vir de pirrê caran ev herdû rêbaz bi hev re tên şixwilandin. Ji aliyekê ve desthilatdar û zilimkar bi riya hîmên pergalê weke dibistan, televizyon, rojname, pirtûk, video, reklam, înternet û hwd asîmîlasyona sîstematîk dikin. Ev rêbaz ji bo kom, nijad û netewên tên pişavtin kirin a herî tehlûke ye. Ji ber ku rêbazeka nerm e û xîtabî binhişiya mirovan, civakê dike. Bi taybetî ji bona zarokan bêxin di vê xefka henê de, rê û rêbazên li gor temenê wan û bala wan bikişînin bikar tînin. Encamên vê rêbazê dûvdirêjin û armanca vê rêbazê raste rast mejî û hestên kesan, koman, netewanin. Rêbaza duyem ji ya bi darê zorê ye. Di vê rêbazê de çav tirsandin, girtin, kuştin, talan kirin, êşkence, koçber kirin, mal xirab kirin û hwd hene. Ev rêbazeka hişk e. Ji ber kû ev rêbaz hişk e, zû bi zû encam nagire, yan ji encamên wê bê domin. Ev rêbazeka girbere, ji ber wê di nava kom, nijad, netewên tên pişavtin de bertekên nerazîbûnê zêdetir derdikevin.
Pişavtin ne karê rojekê, mehekê yan ji salekê ye. Karekî bi deh salan, sed salan dom dike. Di assîmîlationê de pergal du rû ye. Di serî de pergal rûyê xwe yê şirîn, nerm dide xwiya kirin. Rêbaz ji eve: Her tişt ji bo we û qenciya we ye! Lê ya rast ne eve. Zor û zextê li ser çand, ziman û heyînên wan komên tên pişavtin dike. Çanda wan weke çandeka şûnde mayî dide xwiya kirin. Mejî û hestên wan tevilhev dike. Ew kom ji her tim xwe di bin zor û zextê de hîs dikin. Armanca pişavtinê ya bingehîn a polîtîk, tine kirin û ji holê rakirina çand û netewên cida ye, ava kirina çand û neteweka yekane ye. Pergala desthilatdar dixwaze hemû cidahiyên di nava civakê de ji holê rake û çand û neteweka yekdest biafirîne. Ev jî, ji bo wan çand û netewa desthilatdar e. Di vê pêvajoyê de netewên li rastî pişavtinê tên di nava demê de çand û zimanê xwe winda dikin û di taliyê de jî kesayetiya xwe winda dikin. Pergal, ji bona serbikeve di serî de zimanê xwe li ser kom, nijad û netewên bindest ferz dike. Di nava demê de ew kom, netew ji vê yeka henê dipejirînin. Mixabin bi vî hawî gelik ziman ji ser rûyê gerdûn winda bûne. Ji van zimanên îro di bin vê tehlûkê de yek jê zimanê Kurdî ye. Iro her çend li başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî weke zimanekî fermî tê bikaranîn û herweha bûye zimanê perwerdehiyê ji, bes li bakûr û rojhilat ev tişt nîne. Li rojava bi awayekî de facto heye lê hêj ji aliyê rejîma desthilatdar ve nehatiye pejirandin. Fîlozofê Elmanî Ludwig Wittgenstein dibêje: Tixwîbê zimanê min tixwîbê dinya min e.
Sîpan ŞÎNDA