Rojnameya Ronahî

Riya IMEC’yê ya abûriyê ya hêzên kaptalîzimê, rêya qirkirna gelan e

 Reşo Mihemed/ Qamişlo

 Hêzên Kaptalîzim ji bo pêkanîna serweriya xwe li Rojhilata Navîn, di nava piroje û planên serweriya aborî de bênavber berdewam in. Yek ji girîngtirîn projeyên aborî yên hêzên kaptalîzim, riya IMEC ya aborî ye. Lê ji ber ku ev riya aborî ku ji Hindê ber bi Ewropayê ve diçe, ne li gor berjewndiyên Tirkiyê û Îranê bû, wan ji bo tevlihevkirina kaxezan Hemas bikar anîn.

 Di Îlona sala 2023’an de, ji bo lidarxistina hevpeymaneke abûrî li ser asta cîhanî,  Amerîka, Hind, Feransa, Almaniya, Îtaliya, Yekîtiya Dewletên Ewripayê, Siûdiyê û Îmarat reşnivîsek dan îmzekirin.

Ev reşnivîs ji bo destpêkirina pirojeya aborî ya bi navê IMEC ango Xeta Hind-Rojhilata Navîn-Ewropa ya Aborî, îmzekirin.

Xeta aborî yek ji xetên herî mezin di cîhanê de ye ku parzemîna Asiya, Rojhilata Navîn bi Ewropayê ve girêdide. Herwiha ev xeta aborî ji Hindê destpê dike, derbasî Kendava Erebî dibe, ber bi Israyîl ve diçe û ji wir ber bi parzemîna Ewropayê dibe.

Pilanên hêzên sermayedar ji bo rêvebirina abûriya xwe û rikberiya wan

Her tevgereke aborî ya ku li ser ruyê cîhanê, di navbera hêzên kaptalîzima nûjen de pêk were, helbet li pişt wê berjewendiyên ku dikevin xizmeta dewletên desthilatdar hene. Ev hêzên sermeyadara cîhanî ya nûjen yên ku dixwazin bibinesaziya herêmên zengîn bixin bin serweriya xwe ya leşkerî. Li Rojhilata Navîn û cîhanê di warê abûrî û dijberiya siyasî de Amerîka, Çîn, dagirkeriya Tirk, Îran di asta yekê de rikberiaya hev dikin. Di destpêka sala 2011’an de li gelek welatên ereban  şer û pevçûn di navbera hikumetên erebî û komên cuda bi awayekî tund rûda. Weke Îraq, Sûriyê û Yemen û hêzên navdewletî weke Hevpeymana Navdewletî, dagirkeriya Tirk, Îran û hwd destwerdana leşkerî kirin û her yek ji wan bûn hevalbendê aliyekî. Herêma Rojhilata Navîn ji bo wan hêzan jî bû navenda şer û nakokiyan di heman demê de lihevkirina li ser bazirganiyê. Di 2013’an de jî dewleta Çînê insiyatîfa ji bo destpêkirina pirojeya riya abûrî ya bi navê bi Riya Herîr a nû da ragihandin. Dewleta Çînê bi riya xeta aborî û insiyatîfa xwe xwest vejînekê bide riya Herîr a ku weke kevntirîn riya bazirganiyê tê naskirin. Lê ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn rûdidan derfet bi Çînê re çênedibû ku dest bi pirojeya xwe bike. Di adara 2023’an de derfet bi Çînê re çêbû ku nakokiyên di navbera Siûdiyê û Îran yên heyî ji holê hilîne û armancên xwe yê girêdayî pirojeya riya Herîr hin bi hin pêk bîne. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û Îraq jî di Pûşbera sala 2023’an de dest bi hevdîtinê ji bo vekirina riyeke abûrî ku wê ji Kendava Erebî ber bi Tirkiyê  û Ewripayê ve biçe, kririn. Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna berjewendiyên abûrî û hewldana dagirkirina xaka Başûrê kurdistan û Îraqê gelekî bilez û dozdar e. Lewma jî pirojeya abûriyê ya herî mezin ku bi navê IMEC’ê weke riyeke rikber ji riya Herîr û ya Îraq-Tirkiye hat destpêkirin.

Çima niha projeya IMEC’ê kete rojeva cîhanê?!

Di Îlona sala bûrî de bû ku reşnivîsa pirojeya IMEC’ê hate îmzekirin û Amerîka ya ku weke serwera bazirganiya serdemî tê naskirin, yek ji dewletên îmzekarên wê bû. Heta ku ev xeta ekonomî pêk were, demeke dirêj û bi milyarên dolaran jê re pêwîste. Ji ber ku ev xeta bazirganiyê bi riya deriyayan û bejayiyê wê were vekirin. Herwiha wê 20 dewletên cuda ji bazirganiya ku were kirin di warê abûrî de qezenciyeke mezin bikin. Dewleta Amerîka xwe weke qezenckara abûrî ji vê pirojeyê nabîne, lê dibêje ez ê serpirştiya wê û piştgiriya wê bikim. Gelo rikberiya bazirganiyê ya di navbera Amerîka û Çînê de, herwiha hewldana herdu dewletên mêtinger yên ku dixwazin herêmê bixin bin serweriya xwe de, dest nîşan nake ku Amerîka wê ji vê riyê qezenc bike?! Bi riya Insiyatîfa Kember û Riya Çînî ango riya Herîr a nû ya abûriyê, Çîn dixwaze welatên ku abûriya wan li paş e, pêşxistina aborî û vejandin pêk bîne. Lê weke tê xuyakirin dewleta Çînê dixwaze bi riya van têkiliyên bazirganiyê cihê serweriya xwe di herêmê de ava bike û hin dewletan bixe bin serweriya xwe. Weke ku tê texmînkirin riya Hind-Rojhilata Navîn- Ewripa ya ku bû rojeveke cîhanî û herêmî dê rê li ber pilanê Çînê yên aborî bigire. Bisporê parzemîna Asyaya Başûr yê Navenda Wilson ya Washingtonê, Michael Kugilman ev yek bi postekê li ser Twiterê da tekezirin û wiha got: “Eger ev yek pêk were, ew ê bibe porjeyeke serkeftî û  têkiliyên di navbera Hindê û Rojhilata Navîn de bihêztir bibin. Di heman demê de wê bibe rikbera Insîyatîfa Çînê ya ku doza destpêkirina riya Herîrê ya nû dike. ”

Gelên Sûriyê, Israyîl û Filestînê dibin qurbana berjewndiyên sermayedaran

Dema ku nîqaş li ser xeta IMEC’ê û îmzekirina reşnivîsa destpêkirna pirojeya riya bazirganiyê hat kirin û hat dîtin ku ne dagirkeriya Tirk û ne Îran sûd ji vê riyê nakin, êdî mîna hirçekî berçî ku di xewa giran de ma ye û derng şiyar bûbe li Tirkiye û Îranê hat. Bi lez û bez dewleta Tirk û Îranê tevî nakokiyên di navbera xwe de, li hev rûniştin û xwestin bibin kelemek li pêşiya riya IMEC’ê.Weke em dizanin xeta abûriya nû di Israyîlê re ber bi Ewripayê ve derbas dibe û çêkirina aloziyeke domdar dibe pilaneke serkeftî ji bo veguherandina berê vê riyê ber bi Îraq û Tirkiyê ve. Ev yek bi riya çêkirina aloziyekê li Israyîl û Filestînê tê pêkanîn. Êrişa ku di 7 Cotmeha 2023’an de ji aliyê  Hemasê li ser Israyîlê pêk hat, bi piştevaniya Îran û dagirkeriya Tirk bû. Di encamê de gelek welatiyên israyîlî ji ber vê êrişê jiyana xwe ji dest dan û hatin revandin. Israyîl jî weke berteke tund li hemberî Hemas û gelê Filestîn da nîşandan. Îran û dewleta Tirk a faşist rola temaşevaniyê û barîna hêsrên sexte li ser gelê Filestînê lîstin. Dema ku  Erdogan li ser gelê Filestînê dibariyan, di haman demê de êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir. Li hevkirina Îran û dagirkeriya Tirk li ser mijara ku tevlîheviya li pêşiya riya IMEC’ê pilanek bû û li ser hisabê xwîna gelên Filestîn û Israyîlê bû. Herwiha me dît ku çawa Erdogan berjewnidiyên xwe yên abûrî di bin maska sexte ya olî de veşart û xwe weke xelîfeya ola Islamê da nîşandan. Erdogan mijara gelê Filestîn ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê kir rojeveke cîhanî. Di heman demê de jî Amerîka ku weke hevalbenda Israyîl e û xeta abûriya nû di erda Israyîl re derbas dibe piştgiriya Israyîl kir û bi lez çekên herî pêşketî ji bo kuştin û koçkirina gelê Filestînê şand. Li aliyê din jî dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî herî tund didomîne. Dagirkeriya Tirk rasterast sîstema aboriya civakî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûryê tê kirin, hedef digre. lê Hêzên Hevpeymana Navdewletî, Amerîka û cîhan bi giştî ji vê yekê bê deng in.  Di dawiyê de tê xuyakirin ku hêzên kapîtalîst tevî ku dizanin bi destxistina abûriyeke baş ji bo xwe li ser hisabê xwîna gelan be, lê dîsa jî hedefa wan ew yek e.