Rojnameya Ronahî

‘Jin bi abûriya xwe di nava civakê de hêz û baweriyê digre’

Ayşa Silêman/Qamişlo

Berdevka aboriya Kongira Star a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Mûrad diyar kir ku çiqasî îradeya jinan xurt be, wê ewqasî karê wê serkeftî be, herwiha çiqasî fikrê jinan azad be, wê zêdetir gavên mezintir bavêjin.

Wateya peyva aborî di zimanê yûnanî de ekonomiye, ekonomê tê wateya zagonên birêvebirina malê, ya ku malê bi rêve dibê û pêwîstiyên wê pêk tîne jin e. Gava mirov li dîrokê jî vegere, di civaka xwezayî de jin ê mal birêve dibir û çandinî ji cem wê dest pê kir, piştî çandiniyê gava berhem çêdibûn, tişta ku jê zêde diman radikir, da ku pêwîstiyên malbatê pêk bîne. Hişmendiyê zilam herdem desthilat dariye, herdem bi nêçîrê dihizire û hêza xwe derxe. Berûvajî vê yekê jin bi malbat û derdora xwe re difikirî, ji her tiştî hewil dida pêdiviyên xwe pêk bîne wek; ji çermê lawiran cil û berg ji bo xwe û malbata xwe çêdikirin, herwiha berhemên ku bi riya sewalan derdikevin xist di bin xizmeta civakê de.

Di derbarê kar û xebatên Aboriya a xweser Jin Berdevka aboriya Kongira Star a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Mûrad ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Aboriya Xweser a Jin

Gulîstan Mûrad diyar kir ku destpêka avêtina vê gavê gelek zehmetî derbas bûn û wiha got: “Gava me ji jinan re digot werin em pirojeyan ji were avabikin, yan jî bibin xwedî aborî, neqebûlkirin li cem wan hebû. Ji ber ku ev jin di dema hikûme Şamê de ji mafê aboriyê bê par û bê biryar bû, di bin siya zilam de kar dikir. Herwiha hişmendiya baviksalarî ya ku bi hezarê salan jin di nav malê de hişt, tenê ew wek amûra anîn û xwedîkirina zarokan didît, ev yek bandoreke neyînî lê kiribû. Di heman demê de kapîtalîzmê bandor li kesayeta jinê kiribû. Rêber Apo jî tîne zima û dibêje; “Aboriya ku bi destê jinê ava bibe, abûriyeke saxlem e, ji ber ku jin xwedî zihniyeteke paqij e, hertim bi malbat û derdora xwe difikire û pêwîstiyên wan bi çi awayî pêk bînin û bi pêşketina welatê xwe jî difikire.”. Aborî bingehê avakirina hemû welataye, bi taybet demên niha de sedema êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo abûriyê ye, herwiha binesaziyên herêmê armanc girtin. Çawa ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi Şoreşa jinê tê naskirin, ji ber vê yekê pêwîst bû jin ji aboriyê bê par nemîne. Ji sala 2015’an de heya roja îro em di nav hewildan û lêkolînan de ne, da ku roj bi roj em aboriya jinê xurttir bikin û hijmara pirojeyan zêde bikin.”

Rizgarkirina jinê ji tirsa bavkisalariyê

Gulîstan Mûrad wiha pê de çû û got: “Erkê me ye ku em ji bo jinan derfetên kar peyda bikin, pirojeyan ava bikin û komperatîfan zêde bikin, Da ku her jinek rola xwe di cihekî de bilîze. Ya herî baş di vê aboriyê de ku jin bi xwe xwedî biryare û tu kes nikare desthilatdarî û nêrîna xwe li ser ferz bike. Desetpêkê ev gav gelekî zehmet bû, ji ber ku jin bi tirs bû, hîn tirsa hişmendiya baviksalariyê di dilê wê de bû. Ji ber vê yekê, komîta perwerdê ya Kongra Star û rêxstina Sara destpêkê me hewil da bi riya perwerde, nîqaş û serlêdanan hişmendiyê jinê pêş bixin, ev yek jî encamek baş da. em dibînin ku jin di dema niha de ew bi xwe nêrîn û pirojeyên xwe pêşkêş dikin. Ya girîng li cem me kompiratîvin, ji ber ku em wekî aboriya civakî tên naskirin, aboriya civakî jî bingeha xwe ji kompiratîvan digre, kompiratîv  sîstemeke li hemû welatên cîhanê heye, lê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bû, ji ber ku herdem dewletan desthilatdariya xwe feriz dikir, herwiha komperatîv sîstema sermeyandariyê qebûl nake, ji ber komperatîv karekî hev beş e, herkes wek hev ked dide û encam digre, sîstema fon û desthiladarî radibe.”

‘Roja 8’ê Adarê li cem jinan hêviyek nûye’

Berdevka aboriya Kongra Star a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Mûrad axaftina xwe wiha qedand: “Destpêkê hişmendiya jin û civakê ji bo sîstema komperatîvê nehazir bû, lê gava ket di nav piratîk de û encam girtin, êdî jin bi xwe karê xwe dikin, pirojeyên xwe pêşdixin. Herwiha bingehê kompiratîvê bi hev re karkirin, aboriya komînal li dijî sîstemên desthilatdar rabû û kesê ku di kompiratîvan de kar dikin pêkhateyê vî welatî ne, gava aboriya herêmê dibin destê gelê herêmê de be wê bêtir xwedî lê derkevin, herwiha çiqasî kar pêş bixin û berhem zêde bin, aboriya wan wê xurttir bibe, li ser vî esasî kar û xebatên komperatîvan hatin birêvebirin, aboriya jin jî bêtir girîngiyê didin çandiniyê, ji ber ku pirojeyên me yên din bingeha xwe ji çandiniyê digirin. Heta niha li hêrêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 45 komperatîvên çandiniyê hene. Roja 8’ê Adarê li cem jinan hêviyek nûye, ne tenê 8’ê Adarê roja tekoşîn û azadiya jinê ye, divê hemû rojên me bitêkoşîn û berxwedan bin, ji ber ku jin herdem afrîner û xuliqkar e. Çiqasî jin îradeya wê xurt be, ewqasî wê di karê xwe de serkeftî be, çiqasî hêz û kesayeta wê xur be û fikrê wê azad be, wê bêtir bikaribe gavên mezintir bavêje.”