Rojnameya Ronahî

Her kes dikare bi ked û behreyên xwe cihê xwe di nava civakê de bigre

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêxistina Nûdem, bi armanca tevlîbûna astengdaran ji civakê re di sala 2021`an de hat avakirin. Nûdem kar û xebatên xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Herwiha Berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd diyar kir ku pêşketina kesên astengdar ji pêşketina civakê ye.

Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran bi hizra jineke kurd ve di sala 2020`an de ji aliyê komek jin ve hat damezrandin, armanca wê ew e ku kesên astengdar tevlî civakê bikin. Ji ber ew jî beşek ji civakê ne û pêwîste ku jiyana xwe mîna her mirovekî di civakê de jiyan bikin. Herwiha bi rengekî fermî rêxistina Nûdem di sala 2021`an de hat avakirin. Nûdem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatan ji bo astengdaran dide meşandin. Di heman demê de navendên wê li Qamişlo, kampa Waşo Kanî heye, wekî din jî dilxwazên wê li Şehba, Heleb, Dêrik, Hesekê, Tiltemir hene û xebatan li van cihan didin meşandin. Kesên astengdar di civakê de mafê wan heye. Dibe ku taybetmendiyên astengdaran cudayî kesên normal bin, lê hizirên wan yê pêşketinê heye, dikare pirojan bidin avakirin û li pêş bixin, herwiha bi ramanên xwe derdorê xwe fêr bikin.

kêmbûna alîkariyê derfetên avakirina pirojeyan kêm dike

Rêxistina Nûdem tevî ku xebatên xwe li ser amadekirin û geşedanên astengdaran dide meşandin, lê bi gelek beşan ve radibe, mîna beşê perwerdê, hêşyarkirina civakê, lewra ji dema avabûna wê, di komînan de perwerdeyên wê li ser hişyarkirinê berdewamin. Nûdem zarokên astengdar pêşwazî dike. Lê ji ber kêmbûna alîkariyê, derfetên wê yên avakirina pirojeyan ji astengdaran re kêm e. Kesên dilxwaz û xêrxwaz hin caran alîkariya wê dikin, li gorî wan alîkariya zarokên astengdar fêrî perwerdeyan dikin. Herwiha zarokên ku tên perwerdekirin, Nûdem li malê jî çavdêriya wan dike û rewşa wan dişopîn e. Di heman demê de di heftiyê de 3`ê rojan Rêxistina Nûdem serdana malbatên kesên astengdar dike.

Nûdem hewl dide derfetên kar ji astengdar re bide avakirin

Ji ber kêmbûna derfetên fêrkirin û karkirinê ji astengdaran re, rêjeyek mezin ji astengdaran naçin dibistanê. Rêxistina Nûdem ekîbên ji çend kesên astengdar avakirin û perwerdeyan li gorî xwesteka wan didin. Perwerdeyên ku têne dayîn jî evin; Pisporiya Kompıterê, Wêneyê Fotogirafî, Jêhatîbûna Hesankirinê, Lojistîk, Çavdêrî, Nirxandin û hwd… armanca wan ew e ku karibin astengdaran fêr bikin. Lewra piştî perwerdekirina wan, ji aliyê Nûdem ve danûstandin bi hin cihan re dibe, da ku derfetên kar ji astengdaran re bên avakirin. Herwiha ji bo hişyarkirina giştî civakê Nûdem çalakiyan li dar dixe. Rojên cîhanî yên astengdarên Dawin û Tewehid, bi çalakiyan ji astengdaran re bi bîr tîne û mafê astengdaran ji civakê re didin naskirin.

Derbarê kar û xebatên Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran de Berdevka Rêxistina Nûdem a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Davyan Mehmûd ji rojname me re axivî.

Davyan Mehmûd diyar kir ku dema astengdarî di bedena mirov de hebe, nayê wateya ku astengdarê her tiştiye û wiha got: “Em girîngiyê didin kesên astengdar û hewl didin wan tevlî civakê bikin û pêşerojekê ji wan re bidin avakirin. Astengdarên ku jêhatiyên wan hebûn mîna karê desta, Dengbêjî, Wênesazî û Dirotina cilan dikirin, me ji bo wan pêşengehek li dar xist, di wê pêşengehê de ji hemû bajaran kesên astengdar tevlî bûn, jêhatiyên xwe pêşkêş kirin, armanca me ewbû ku wan li pêş bixin û kêfxweşiyê bixin dilin wan. Ji ber astengdariya di beden de nayê wateya ku astengdarê her tiştî ne, lê astengiyên li hemberî astengdaran civak bi xwe ye.”

‘Pêwîste baldariya civakê ji astengdaran re hebe’

Davyan Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de bangewazî kir ku ji astengdaran re derfetên kar bên vekirin û wiha got: “Pêwîste ku baldariya civakê ji astengdaran re hebe, di heman demê de dema ku avahî bên avakirin, baldariya wan ji bo kesên astengdar hebin, da ku astengiyê di wir de nebînin. Ji bo astengdarên ku dikarin tevgerê bikin derfetên kar bên vekirin, herwiha ji bo astengdarên dawin jî dibistanên taybet pêwîstin. Hêviya me di her dibistanekê de beşeke taybet ji astengdaran re bê avakirin, dibistan bi vî rengî çalak bibin, hizirên astengdarên dawin pir hene, lê derfet ji wan re nehatiye avakirin, em wek Nûdem hewldanên me ji bo vê yekê hene.”

‘ Pêşketina civakê bi xwere kesên astengdar jê pêştêxe’

Berdevka Rêxistina Nûdem a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Davyan Mehmûd axaftina xwe wiha qedand: “Kes giraniyê nade kesên astengdar, hin caran çalakî ji zarokan re tên lidarxistin hemû zarok kom dibin, lê gazî zarokên astengdar nakin. Ev yek jî bala min kişand, ji ber ew jî zarokin, ji ber wê yekê pêwîste di çalakiyên zarokan de gazî zarokên astengdar jî bikin. Herwiha hewldanên me hene ku xebatên xwe hîn berfireh bikin. Di heman demê de saziyên girêdayî Nûdem û yên têne avakirin, wek navenda tedawiyên fîzîkî werin bikaranîn. Xwesteka me ev e, lê kes destekê nade Nûdem ku piroje û daxwazên ji bo astengdaran pêk bînin. Herwiha malbatên kesên astengdar nebin astengî ji zarokên xwe re, ji ber pêşketina civakê bi xwe re kesên astengdar jî pêştêxe.