Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana 12’ê Adarê bi mitîngeke bi heybet hat bibîranin

12/03/2024
in NÛÇE
A A
Serhildana 12’ê Adarê bi mitîngeke bi heybet hat bibîranin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ QamişloR

êveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê salvegera 20’emîn a Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an, bi mitîngeke bi heybet bi bîr anî.

Ji bo bîranîna 20’emîn salvegera Komkujiya Qamişloyê ku di 12’ê Adara 2004’an de ji aliyê hikûmeta Şamê pêk hat di encamê de nêzî 38 ciwanên Kurd di nav de zarok jî hebûn hatin qetilkirin her wiha bi dehan birîndar bûn, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê mitîngek li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Bi sedan ji şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tîmên sporê di mitîngê de amade bûn.

Mîtîngê di bin dirûşma “Em ê bi hevgirtina gelan hemû planan têk bibin” bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, bi senfoniyên Koma Serdem a Nûhasî ya muzîkê ya bajarê Hesekê, dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê û Meclisa Dêra Zorê axaftin hatin kirin.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Telet Yûnis axivî û wiha got: “Em tevahiya şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Îro 20 sal derbas dibe di ser serhildana Qamişlo re. Gelê me ji hemû herêman rabûn ser piyan li hemberî siyasetên qirkirinê ya rêjîma Baas. Ji qirkirin û înkarê re gotin na, û heta roja îro jî berxwedaniya wan berdewam kir. Ji bo demokratî, azadî û avakirina Sûriyeyek demokratîk em berxwedaniya vî gelî silav dikin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û got: “Heta ku em bighêjin mafê xwe divê em bedelan bidin. Divê gelê me di şerê gelê şoreşgerî de xwe kur bike ji ber ku gelek komplo lê pêşiya me hene. An jî wê dîsa dîrok xwe vegerîne.”

Herwiha li ser navê Kongra Star Remziya Mihemed serhildana Qamişlo bibîr anî û wiha got: “Ev 20 sale berxwedan û têkoşîna gelê me berdewame, tu carî sala 2004`an ji bîr nabe. Gelê me ku hemberî êrîş, qirkirin û siysasetên tecrîdê li ser herêmên me ku tê meşandin û her roj hedefgirtin tê kirin berxwedana xwe berdewam dike. Dixwsetin îradeya gelan tune bikin lê 19`ê Tîrmehê bû çirûska azadiyê û berdewamiya berxwedana 2004`an.”

Piştî bidawîbûna axaftinan matçeke goka piyan di navbera tîma kantona Cizîrê û tîma kantona Dêra Zorê hat li darxistin, herwiha tîma kantona Cizîrê di matçê de bi ser ket.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.