Rojnameya Ronahî

‘Rojnamevana Jin hişmendiya civakê dughêrîne’

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd diyar kir ku bi saya Ragihandina Azad deng û rengê jinê hat pêşxistin û got, sîstemên desthilatdar her dem dixwazin jinê bêdeng û bê nasname bihêlin, lê em wekî YRJ’yê ji bo azadiya jin têdikoşin.

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) di 28’ê Hezîrana 2020’an de konferansa xwe ya 3’emîn li dar xist û di wê konferansê de Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtiya xwe ragihand. YRJ’ê avabûna xwe di şopa rastiyê de bûye dengê şoreşê û pêşengê avakirina Paradîgmaya Neteweya demokratîk ragihandibû. Niha hemû rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ)’ê de cihê xwe digirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) komxebatek bi dirûşma “Rola rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê di guhertina civakê de”  hat li darxist. Di komxebatê de du hîmên girîng wek Rola Jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê di wê warê de, her wiha rola rojnamevanên jin ji holê rakirina hişmendiya mêr de û awayên çêkirina şoreşekî di wî warî de guftûgo kirin. Di vê çarçoveyê de Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd ji Rojnemeya me re axivî.

‘YRJ nasnameya jinên rojnamevan e’

Arîn Siwêd diyar kir ku di dîroka gelan de Ragihandina Azad rolek pir girîng li hemberî sîstemên desthiladar yê ku xwe li ser zihniyeta Baviksalarî dane meşandin, lîstiye û wiha got: “Bi saya Ragihandina Azad deng û rengê jinê hat pêşxistin, di demên derbasbûyî de her dem dixwestin jin bixin bin bandora xwe de û jinê bê deng bikin. Rola me wekî ragihandina YRJ ew e ku jinê di bin vê bandoriyê derxin û wê azad bikin, di heman demê de YRJ bûye nasnameya jinên rojnamevan. Her wiha pêwîstî bi hin mijaran heye; 1`mîn Rêxistinbûna jinên Rojnemavan, 2`mîn jî zanînkirina jina Rojnemavan e, ev mijar jî di riya hin gotar û komxebatan dibe. Armnaca me ji komxebata ku hat li darxistin, ew e ku me bi tevlîbûna jinên rojnemevan li ser mijara girîngiya jinên rojnemevan di civakê de nîqaş bikin.”

 ‘Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn’

Arîn wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Em jinên rojnemevan heya niha nîqaş dikin ku heya çi astê em dikarin rola xwe di civakê de bileyizin? Ji ber ku heya niha kêmasî derdikevin, di nav hin bikaranînên paşnavan de û di dayîna nûçyan de jî hîn pirsgirêk derdikevin. Bingeha komxebatê jî ew bû ku me dixwest vê mijarê nîqaş bikin, wek rojnemavanên jin li hember polotîka weşanê ku esasê rojnemavantiyê ji aliyê dewletên desthiladar ve hatibûn dayîn, bi yek nêrîn têkoşîn bikin û em çiqasî dikarin guhertin û rolekê di zimanê çapemeniyê de bilîzin. Herwiha pêwîstiya me ji vê komxebatê ew bû ku em nasbikin çima hemû sîstemên desthiladar ku her dem dixwestin hegomoniya xwe li ser civakê ferz bikin, li ser jinê şerê taybet didin meşandin û wê dikin hedef.”

 ‘Pêwîsta Rojnemevanên jin gavên mezintir bavêje pêş’

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji hemû jinên rojnemavan re dibêjim ku hîn bi pêş bikevin, dibe ku rêxistinbûyîna xwe hîn xurtir bike û guhertinan bide avakirin. Her wiha pêwîstî bi perwerde û komxebatan ji bo jinên rojnemavan heye da ku asta lêhirbûnê zêde bibe û karibe çiqasî bandorê li jinên civakê bike. Ji ber ku her gurhertinên ku çêdibin di riya ragihandinê de çêdibe, ji ber wê jî pêwîstî bi sekinek hevpar heye ku li hember her cureyên tundeyê û desthiladariyê têbikoşin. Di heman demê de em dixwezin mîraseya jin a ku li her dewletê cîhanê bi îradeyek mezin tê kirin biparêzin û xwedî li mafê wan derkevin.”