Rojnameya Ronahî

Xemla Kurdan bi cil û bergên  Kurdî xweşik dibe

Hêvî Melek/ Qamişlo

 Ciwan El Elî di sala 1980 li gundê Sîha ê giredayê bajarê Tirbesipiyê ji dayik bûye, ji zaroktiya xwe de karê dirûtinê dike, ku ji 6 saliya xwe de bi bavê xwe re li bazara Qamişlo karê dirûnê dikir. Ciwan diyar kir ku tişta herî xweş di cîhanê de ku kurdek cil û bergên newrozê bi destê xwe bidrûnin.

Di derbarê çêkirina cil û bergên Kurdî de Ciwan El Elî,fatma Hiso û Xebat Osman ji rojnameya me re axivî.

Elî karê dirûnê ji bav û kalê xwe girtiye, her wiha diyar kir ku cara yekem ku min cil û bergên Kurdî çêkirin kêfxweşiyeke pir mezin ket dilê min de,û wiha got: li cem min tişta herî xweş ku kurdek cil û bergên kurdî bidirûne. Bi hatina heyva Adarê re her kes lez dikin ku cil û bergên xwe beriya cejna newrozê bi dawî bikin ev yek jî dibe cihê kêfxweşiya min. cûdahiya vê sale ji salên din heye ,bi bilindbûna nirxê dolar re caw jî buha bûye ji ber vê yekê jî gelek kesên ku derfetên wan tune ne ji bo ku cil û bergên newrozê ji xwe re bikirin yan jî çêbikin, astengiyên ku em têre derbas dibin ewe ku nirxê her tiştî buha bûye bi vê yekê jî karê me sal bi sal kêm dibe, cil û bergên ku ez çêdikim buhayê wan di navbera 100 heyanî 150 hezarî de ye.

Di heman mijarê de Fatma Hiso ji rojnameya me re axivî.

Fatma da diyar kirin ku Kiras û xeftan sembola Kurda ye divê ku her kes xwedî li cil û bergên xwe derkeve, di roj û cejnên pîroz de li xwe bikin. Her wiha Fatma da zanîn ku cil û bergên kurdî kevneşopiyên me ne divê ev cil û berg werin li xwe kirin ji bo ku çand, wêje û kevneşopiyên me wenda nebin, dema ku hin jin daxwaza çêkirina cil û bergên kurdî li me dikin , em pir bi wan kêfxweşdibin, Fatma anî ser ziman ku dema mirov ji karekî hez bike tu astengî têde nabîne di heman demê de jî çêkirina Cil û bergên Kurdî ez tu astengiyan di çêkirina wan de nabînim. Fatma Hiso di dawiya axaftinê xwe de da zanîn ku banga min ji hemû jinan re ku xwedî li cil û bergên xwe derkevin ji bo ku kevneşopiyên me werin parastin bi vê yekê jî çand, ziman û wêjeya Kurdî nayê wenda kirin.

Di heman çarçoveyê de Xelat Osman da xûya kirin ku cil û bergên Kurdî  her dem nayên li xwe kirin tenê di cejin û şahiyan de tên li xwe kirin, û wiha got ji bona parastina çanda û kevneşopiyên Kurdan pêwîste ku her mirovekî Kurd, cil û bergên kurdî li xwe bike û bi vê rengê çanda Kurdî dikare xwe ji wendabûnê rizgar bike. Zehmetiyên ku em têde derbas dibin ne ji aliyê çêkirina cilan de ye lê di aliyê kirîna caw de ye ji ber ku caw li bazaran pir buhaye û gelek kes nikarin cil û bergan ji xwe re çêkin. Her wisa Xelat Osman di dawiya axaftinê xwe de banga xwe anî ser ziman û got: banga min ji hemû kesên li cil û bergên xwe xwedî derkevin ji bo ku çand jî were parastin.