Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peykersaz Rêşan Yûsiv

10/03/2024
in Uncategorized
A A
Peykersaz Rêşan Yûsiv
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Rêşan Yûsiv di sala 1988’an de li bajarê amûdê ji dayîk bûye û li wir dijî, ji zaroktiya xwe ve ji huner, peykersazî û şêwekariyê hezkiriye û dibîne ku huner pê re ji dayîk bûye, malbata wî ji zaroktiya wî ve piştgirê wî bûn û gelekî pêre alîkar bûn û heya roja îro jî pê re alîkarin.

Berî ku berê xwe bide peykersaziyê, karê şêwekariyê dikir, şêwekarî bingeha wî ye. Peykersazî û şêwekarî ji hev cûda nabin. Tişta ku hêlişt hezkirina Rêşan Yûsiv ji kevir, herî û peykera re zêde bibe, bajarê Amûdê ye. ji berî 35 salan heya roja îro kargeha malbata wî ya kevir û rûxamê heye, ev yek jî bû sedema ku hezkirina wî ji peykeran re zêde bibe, herwiha bi riya peykersaziyê re dîroka gelan tê naskirin.

Peykersaz Rêşan Yûsiv di derbarê jiyana xwe de ji Rojnameya me re axivî.

Bandora peykeran li ser mirovan

Rêşan Yûsiv diyar kir ku di temenê 7 salî de hezkirina wî ya Peykersaziyê dest pê kir, wî xwe bi xwe fêrkir û wiha got:”Ev ast û karên ku heta roja îro min kirine hemû fêrkirina takekesî bûn, peykersazî hunereke taybete di jiyana mirov û gelan de, herwiha min dixwest ez bizanibim heta çi astê bandora van peykeran li gel û derdorê heye. peykersazî gelek sûdên wê hene, bi taybet dema sazkirina rûyan de, ev yek gelek bandora wê ji aliyê tenduristî li ser mirov û gel heye. Herwiha encama bandora wek; derbirîna li ser çand û nasnamiyê, ji ber ku peykersaziya rûyan xeteke di riya wê re mirov dighe fêrkirina nasnameya xwe. Di heman demê de sembola peykerên rû, derbirîna nasnameya pêkhateyan dide. Bandora duyem jî peywendiye, ev peyker dihêlin mirov bi heycan bibin û hest di navbera wan û peykeran de avabibin. Ya siyem gava mirov li peykerê rû dinêre rehetî û xweşiyek pê re çêdibe, ev yek jî dihêle rih, dil û mejî gelekî ciwan û aram bibe.”

Kar û xebatên heta roja îro kirine û hîn jî berdewamin

Yûsiv wiha pê de çû û got:”Di bin navê avakirina jiyanê de ez li ser peykeran kar dikim. Pirojeya ku ji berî 5 salan li ser kar dike heta niha, avakirina jiyanê çiye, peykerê mêr, jin, zarok û ciwaniyê çê dikim. li ser felsefeya avakirina jiyanê, hezkirin, mirovatî û biratiyê, ji ber ku ev yek ji her tiştî mezintir e, ji şer û koçberiyê jî mezintir e. Di sala 2018’an de min çar peykerên nîvco yên helbestvan û nivîskarên kurd li bexçeyê xwendinê çêkirin. Di sala2021’an de min peykerê dayîkekî û zaroka wê di destê wê de, di bin navê xwedawenda jiyanê, ev peyker nêzî salekî dem xwar heya bidawî bû. Peykerê ku niha li ser kar dikin di bin navê vê felsefeyî ye; dixwazim bi riya rûyê peykerê ku niha li ser kar dikim  ez hezkirin û ciwaniyê bidim xuyanîkirin,  herwiha mirovahî bi rengê xwe yê tarî û ronahî bidim xuyanî kirin, mirov hêjaye jiyaneke hemû hezkirin bijî. Di dema niha de ez li ser girûpek peykerên jinên herçar parçeyên kurdistanê kar dikim, wek jina li Amûdê, Efrîn, Wan, Amed, Mihabad, Silêmanî, hewlêr û Hekarê ji aliyê cil û rol wê li van deran çiye. Herwiha çêkirina peykerê mehsa Emînî di bin navê avakirina jin jiyan azadî de. Di sala 2023’an peykerê Evdalê Zeynikê jê çêkiriye. Di heman demê de peykerê helbestvanê kurd Ehmedê Xanî û peykerê seyîd Riza jî çêkirin.”

 Xwendina Peykersaz Rêşan Yûsiv

Peykersaz Rêşan Yûsiv axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Min di sala 2006’an de bawernameya amadehî wergirt û xwesteka min hebû ku ez fakulteya hunera bedew li Şamê bixwînin, lê ew derfet çênebû û ev xwestek pêknehat. Lê ji aliyê takekesî ve min karî xwe pêş bixim di vî alî de û bingeha min ya ku ez ji xwe re wek zanîngehekî dibînim bajarê Amûdê ye. Herwiha di hundirê male de jî min pirtûk dixwendin li ser jiyana hunermendên cîhanî û min kar dikir bi vî awayî min karî ez xwe pêş bixim. Di heman demê de min gelek guhdan da dîrokê ji ber ku gava yek dîroka xwe nas neke, xwe nasnake, ji ber vê yekê heta ku mirov xwe fam bike divê dîroka xwe fambike. Di sala 2022’an de Zanînga Rojava nasnameya hunerî wek diyariyekî dane min. Ev yek kelecan û heyecana min ji aliyê peykersazî û hunerê ve zêdetirkir. Ji bilî karê peykersaziyê, ez mamosteyê beşê peykerim li Zanîngeha Rojava, bi riya hunera bedew re ez û şagirtîn xwe em karekî ciwan dikin û ez wan fêrî çêkirina peykeran dikim, carnan alîkariya malbata xwe jî dikim di kargehê de.”     

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.