Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekemîn nexweşxaneya penceşêrê li bajarê Qamişlo

10/03/2024
in Uncategorized
A A
Yekemîn nexweşxaneya penceşêrê li bajarê Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/Qamişlo

 Yekemîn nexweşxaneya penceşêrê,Telasîmya û şewatê di 19`ê Çileya 2023`yan de li  ser asta Bakur û Rojhilatê Sûryê nexweşxanek li bajarê Qamişlo ji aliyê Heyva Sor a Kurdî hat vekirin. Di nexweşxaneyê de 4 bijîşkên ku ji bo xizmeta civakê bi awayekî bê pere kar dikin.

Ji demên berê de pêdiviya civakê bi nexweşxaneyekê wisa hebû ji ber ku malbatên kesên nexweş neçar dibûn ku nexweşên xwe derbasî nexwşxaneyên Şamê yan jî Başûrê Kurdistanê bikin. Lê piştî vekirina vê nexweşxaneyê barek giran li ser milê civakê hat rakirin. Ji ber ku ev nexweşxane bi awayekî bê pere kar dike û di bin xizmeta civakê de ye.

Derbarê kar û xebatê nexweşxaneyê de rêveberiya piroseya tenduristiyê û odeya rewşên awarte ya heyva sor a Kurdî Ferhan Silêman ji rojnameya me re axifîn.

Ji sala 2022`yan de û bi alîkariya Heyv asor a kurdî me dest bi avakirina nexweşxaneyê kir. Nexweşxane di nava xwe de 3 beşan dihewîne, beşê penceşêrê, Telasîmya û beşê şewatê. piştî avakirina nexweşxaneyê di Çileya 2022`yan de beşê penceşêrê hat vekirin û anha jî em amedekariyan ji bona beşê Telasîmya dikin, ew jî ber bi dawîkirinê ve diçe. Silêman da diyarkirin ku armanc ji avakirina nexweşxaneyê, ew e ku di Bakur û Rojhilatê Suryê de nexweşxaneyeke ku van nexweşiyan derman bikin tuneye û kesên nexweş neçar dimînin ku ber bi Şam û Başûrê Kurdistanê ve herin û li wê derê werin dermankirin. Herwiha di van demên dawiyê de nexweşiya penceşêrê pir zêde bûye, ev jî dibe pirsgirêkek xeternak di nava civakê de. Weke heyva sor me xwest ku em gavekê bavêjin ku em bibin parçeyek ji çareserkirina vê pirsgirêkê. Raste ku em nikarin bi temamî nexweşan derman bikin, lê emê hinek bar ji ser nexweşan rakin, weke qurç, sîram,dermanên razanê, çavdêriya bijîşkan, analîzkirina xwînê û dermanên pêwîst ji nexweşan re. Weke yekemîn nexweşxane di bin çavdêriya 4 bijîşkên taybet de ye ku ev bijîşk jî bi awayekî xwe bexş û bê pere di nexweşxaneyê de kar dikin ji bo ku alîkariyekê bi civaka xwe re bikin.

Silêman ragihand ku hîn beşê şewatê nehatiye vekirin, lê sîstema germ û cemidî û paqijkirinê 24 demjimêran têde peyda dibe. Nexweşxaneya me gihaştiye asteke pir pêşketî ku Oksîcena navendî, stasyona ava paqij têde heye, Ji bilî wê jî di nexweşxaneyê de dermanxaneyek heye her tiştê girêdayî vê nexweşxaneyê bê pere ye û di bin xizmeta civakê de ye. Rêveberê piroseya tendrostiyê û odeya rewşên awarte ya heyva sor a Kurdî Ferhan Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha got: Ev nexweşxane pêdiviya wê bi alîkariyê heye ku kesên welatparêz ji derve yan jî di hundir de ku bi civaka xwe re bibin alîkar û xwedî li nexweşxaneyê derkevin ku em qurç û dermanên pêwîst ji nexweşan re peyda bikin û nema hewce bike ku ji bo dermankirina xwe ber bi Şam û başûrê kurdistanê ve biçin’’

Herwiha derbarê nexweşxaneyê de yek ji Bijîşkên ku di nexweşxaneya penceşêrê de bi awayekî bexş kar dike. Emced Elî ji rojnameya me re da xwiyakirin ku beşê telasîmya wê di demeke kurt de were vekirin. Telasîmya nexweşiyeke helandî di xwînê de ye, her dem nexweş zehmetiyê ji aliyê kêmbûna xwînê dikşîne,nexweş carnan bi hewceyî piroseyê dibe bi taybet jêkirina zirav, ji ber vê yekê em bi hêvîne ku her kes alîkarî û piştgirî bide nexweşxaneyê. Ji ber ku pêwîstiya kesên nexweş bi dermanên taybet heye û buhayê van dermanan jî pir zêdeye û malbatên kesên nexweş nikarin van dermanan bi vî buhayî bikirin û peydabikin. Ji ber vê yekê banga me ji her kesî re ew e, ku piştgiriya vê pirojeyê bikin, ji bo ku em karibin van nexweşan bi hêsanî derman bikin û pêdiviyên wan bi cih bînin’’.

Post Views: 84
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.