Rojnameya Ronahî

‘Tevî êrişan jî xebatên ambarên genim didome’

Hêvî Melek/Qamişlo

Rêveberê amabarên genim yên bajarê Qamişlo, Ferhad Zênal anî ziman ku kar û xebatên ambarên genim yên ku dikeve xizmeta civakê de, tevî hemû astengiyan jî  herdem berdewame.

Depoyên genim ên bajarê Qamişlo ango ‘sewamih’ di sala 1973`yan de hatiye avakirin. Ev depoyên genim weke avahiyekê ne û dikevin bin xizmeta civakê.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re û vekişîna hikumeta Şamê ji piraniya saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser ji bona saxlem kirin û parastina depoyên genim ên bajarê Qamişlo dest bi kar û xebatê kir in.

Rêveberiya Xweser ji bo komkirina genim êdî dest bi kirîna genimê cotkarên herêmê kir. Heta roja îro jî kar û xebat hîn tê meşandin.  Ji bo peydakirian ard ji bona pêdivêiyên gel re aşekî mezin jî di nava xwe de dihewîne.  Hejmara xebatkarên ku di di Depoyên Genim yên Qamişlo de kar dikin 30 endam in. Herwiha 8 ji wan erka wan çavdêriya depoyan e, hejmara endamên  ku di karên genim de pisporin, 8 endam in û 14 endam jî ji bo parastin û ewlehiya depoyan  ne.

Ev aş bi awayekî  rojane genim dihêre û ard li tevahiya firneyên kantona Cizîrê belav dike û bi vî awayî karê xwe didomîne.

Di derbarê kar û xebata Depoyên Genim yên bajarê Qamişlo de rêveberê wê Ferhad Zênal ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebata depohên  genim û astengî

Ferhad Zênal diyar kir ku ev depo bi cureyên genim yên hişk û nerim di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Weke ku tê zanîn depoyên Genim yên bajarê Qamişlo, aşekî jî di nava xwe de dihewîne, ew jî ji bo ku genim bibe ard û li firneyên kantona Cizîrê were belavkirin. Genimê ku ji cotkaran tê girtin dibe çar beş, beşa yekem û duyem bi giştî li aş tê veguhestin. Di heman demê de û beşa sêyem û çarem jî tê bêjingkirin û di depoyan de tê komkirin û firotin. Ji 15 heta 20  rojan ev depo ji bo ku zingar negre û  genim paqij bimîne, tên şopandin. Armanca me ji vê yekê parastina genim ji kêzikan e. Du cureyên kêzikan hene yên herî bi tehlûke ne, weke kêzika Xabra û Xunfusa û dibe ku ev kêzik bikevin nav genim de û êdî ew genim neyê bikaranîn. Ji ber vê yekê bi awayekî rojane ardê heyî bi dermanên taybet tê paqijkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev derman bandora wê ya neyinî li ser mirovan tuneye. Li aliyekî din jî hin astengî derdikevin pêşiya kar û xebata me, weke lewazbûna alektrîkê. Amûrên me yên depoyê bi hewceyî hêzeke mezin ji elektrîkê ne, ji ber ku bi awayekî rojane ev kar bêrawestandin tê kirin. Ji destpêka depoyên genim ketine bin xizmeta gelê de, her sal çeksazkirin têde tê kirin. Nimûne ji vê yekê dema amûrek ji depoyê ji kar were rawestandin, endamekî taybet ji bo çeksazkirinê heye û van amûran çêdike. ”

firehiya depoyên genim

Rêveberê Depoyên Genim yên bajarê Qamişlo, Ferhad Zênal anî ser ziman ku 60 şaneyên ji bo bicihkirina genim ku her yek ji wan bi ferehiya 1200 ton genim digre nava xwe, hene û wiha got: “ Ev depoyên genim pir kevn bûne, dîroka wan vedigere zêdeyî 50 salan û ji wê demê ve bê rawestandin di bin xizmetê de ne.  Hin amûrên teknîkî hene ku dema ji bin xizmetê derdikevin, bi zehmetî tên bidestxistin, carcaran jî nayên peydakirin. Herwiha komîteyên çeksazkirinê  yên taybet hene ku bi van karan radibin. Hêjayî gotinê ye ku hejmara şaneyên mezin yên ji bo bicihkirina genim 60 şane ne û her yek ji van şaneyan 1200 ton genim tê de bi cih dibe. Li kêleka van şaneyên genim yên mezin şaneyên biçûk jî hene û genim di wan de jî tê bicihkirin. Depoyên Genim ên bajarê Qamişlo salane 85 hezar ton genim di şaneyên wê de tê depokirin. Tevî ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma me yên ku binesazî û navendên xizmetguzariyê hedef girtin, lê dîsa her dem kar berdewam e.