Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me çandina tovên berxwedanê ye’

06/03/2024
in NÛÇE
A A
‘Armanca me çandina tovên berxwedanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevbendiya Rêxistinan û saziyên civaka sivîl, bi alîkariya Desteya Çandiniyê û şarederaiya Qamişlo pêngava Şitlên Pêdariyê destpê kirin û 200 dar li çarxeriya Yûsiv Gulo ya bajarê Qamişlo çandin.

Îro li bajarê Qamişlo hevbendiya rêxistinan û saizyên civaka sivîl bi daxuyaniyekê pêngava Şitlên Pêdariyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan destpêkirin û li çerxerêya Yûsiv Gulo 200 dar hatin çandin.

Daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em îro li hember polîtîkayên qirkirina sîstematîk a li ser gelên herêmê, bi destê dewleta netew ya li Tirkiyeyê bi hedefgirtina binsaziya gelên Mezopotamiyayê kom dibin.

Dewleta Tirk li ser du çemên nemir; Dîcle û Firatê rêze bendav ava kir û rêya xwezayî ya bi dehan şaxan wan guhert.

Ev deverên ku damarên jiyanê yên ku di dirêjahiya dîrokê de li ser qeraxên wê hatin avakirin, bihezaran gund geş bûn û bûn cihê şaristaniyan.

Bûn cihê ku av lê zêde ye û wargehên yekem ên şaristaniya mirovahiyê û şoreşa çandiniyê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret ser polîtîkayên tirkiyeyê hate kirin û wiha domand: Ji ber polîtîkaya antîekolojîk a Tirkiyeyê, çavkaniyên jiyanê zuha bûn û şînkayî kêm bû. Ji hêla biyolojîkî ve, ew dever piştî ku bi hezaran sal û zozanek, veghurî çoleke hişk û zuha. Em li vir li kêleka çemê xabûr rawestiyane, ku heta van demên dawî ji bo me çavkaniya jiyanê bû, lê îro bûye çemekî bê ruh. Û li kêleka me çemê El-Ceqqceq e, ku ji ber êrîşên hovane yên li ser bîrên petrol û neft diherike nav. Wê bûye sedema karesetek nû ya jîngehê.

Di berdewamiya daxuyaniyê bal hat kişandina ser êrîşên dagirkeriya Tirk: Êrîş ne tenê li ser bîrên petrol, her wiha pompeyên avê, benzînxane û stasyonên cereyanê jî dibin hedef. Aş û gelek saziyên girîng ên xizeta xelkê herêmê dike tên wêrankirin.

Em weke rêxistinên civaka sivîl ku li bajarê Hesekê kar dikin, binpêkirinên dewleta Tikr ji qanênên mirovî yên delwetî re bi rengekî eşkere dibînin ku bisaziyê li ber çavaê cîhanê dike armanc û rasterast jiyana xelkê bi rêya qutkirina avê dixe xeteriyê.”

Herwiha di daxuyaniyê debang li saziyên mafên mirovan hat kir wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûûyî û saziyên wê yên mafên mirovan û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo şermezarkirina vê siyaseta ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandina bikevin dewrê û ji bo pêşxistin stasyona avê ya Alokê bixebitin. Bi rêya rêxistinên xwe yên mirovî  çavdêriyê bikin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Helwesta me çandina tovên berxwedanê ye, ku armanc dike giringiya zêdekirina qada kesk a li hemberî qirkirina hawîrdorê ya bi destê Tirkiyeyê tê kirin e. Îro em 500 şitlên berxwedanê diçînin ku çanda jiyanê û hatina gel hev, rêxistin, sazî niştecihên herêmê û mirovên koçber bi pêş bixin. Em îro li hev kom dibin ku destên xwe bidin hev û dengê aştî û aramiyê li ser axa xwe ya dîrokî bilind bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.