Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dezgehên sexte, sertefîk û diplomayên sexte

06/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Di salên dawîn de, di nava civaka Kurdî de, gelek sazî û navendên çandî û rewşenbîriyê yên sexte û ne resen belav bûne. Bandora van saziyên bê bingeh gihiştiye civaka çandî û siyasî û ragihandinê ya Rojavayê Kurdistanê jî. Ev dezgeh û sazî navên mîna Akamdemî, zangîngeh û yekîtiyan li xwe dikin. Ti hebûneke wan a li bar çavan û şênber tune ye, tenê carna bi awayekî Elektronîk an jî çapkirî hin diploma û sertefîkên arzan diyarî hin kesan dikin. Carna jî leqeb û pêşnavên profesor û doktor yan jî balyozê niyetên baş li ser hin kesan belav dikin. Xwediyên van dezgehan pirê caran kesek an du kes in, dibêjin ku saziya wan girêdayî hîn saziyên biyanî ye.

Tişta balkêş û sosret ku pir kes, di nav wan de rewşenbîr û rojnamevan û carna jî hin saziyên çalak û navdar hene, dikevin vê dafkê û van sertefîka û diplomayan dipejirînin û li ser malpêrên xwe balev dikin ku filan saziyê ew xelat kiriye û sertefîka rêzgiritin û şanazî û rumetê diyarî wan kiriye. Nivîskarên qaşo ji xwe razî li ser rûpela xwe belav dikê û dibêjê wî xelata doktoraya rumetê ji filan saziya biyanî wergirtiye, bêyî ku bipirse ka ev sazî heye lê tune ye, yan ka bi rastî ew hêjaye ku diplomayeke wiha wergire.

Li gorî lêgerîna min a der barê vê mijarê de, min dît ku pirsgirêkeke wiha li pir welatên cihahê heye, bi taybet di nava welatên Ereb de, lewma pir welatan, yek ji wan Misrê jî, der barê mijarê de zagon saz kirin û ev kiryar weke sûcekî dane nasîn û yên ku van karên sextekariyê bike û bi navê saziyên sexte sertefîk û diplomayên sexte belav bike dê bêne darizandin.

Metirsî û bandorên neyênî yên vê rûdanê li ser civaka rewşenbîrî û ramyarî û siysî ya Rojava pir giran e. Tê zanîn ku ji ber pir sedeman di nava civaka me de kesên akademîk û pisporên karên ramyarî û wêjeyî û hunerî pir kêm in, hin kesan xwe westandin û bûne xwedî şiyan û karîn, lê pir kes jî pir caran bê bingeh û zanebûn xwe weke pispor û hosta nîşan didin û di der barê wêje û dîrok û ziman û ramanê de agahiyên şaş belav dikin. Eger bi ser vê rewşê de sertefîk û diploma û pêşnavên sexte jî bêne belavkirin dê rê li pêşiya pir kesan vebe ku nezanî û şaşiyên xwe belav bikin.

Bi taybet di van çend hefteyên dawiyê de, rewşeke wiha li Rojava çê dibe. Saziyeke ku dibêje navenda wê li welatekî Ereban e, bi rêya nûnerkî xwe ketiye qada rewşenbîrî, çandî û heme sertefîk û diplomayan belav dike, ji xwe tenê kaxezeke bi heman dîbaceyê ye, her carê navekî li ser dixe û belav dike, dide helbestvanan, rojnamevanan, siyasetmedaran, oldaran, çalakvanên jin û HWD, kesek jî napirse ka çi têkiliya saziyeke ragihandinê ya Erebî bi helbestvanekî Kurd re heye, yan bi oldarekî re yan bi siyasetmedarekî re heye.

Pir girîng e ku aliyên têkildar rê pêşiya rûdaneke wiha bigrin û rê nedin ku sazî û dezgehên sexte û bê bingeh li herêmê karên çewt bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.