Rojnameya Ronahî

Pêwîstiya Rêveberiya Demokratîk

Rohat Bulut

Rêveberiyên herêmî, xwedî dîrokeke hevdem a bi cih bûn, civakbûyîn û pêşxistina jiyana civak û mirovan a kevnar e.  Lê belê nîzîkatiyeke ku vê çanda civakî ya rêveberiyê bi modernîteya kapîtalîst ve girêbide heye. Her çiqas pirsgirêkên rêveberiyên herêmî bi pirsgirêkên bajaran re bê pênasekirin û ev yek bi şaristaniya kapîtalîst ve bê destpêkirin jî di bingeha xwe de ji feraseta egocentrîk a pergala kapîtalîst tê û weke înkarkirina hemû pêvajoyên pêşkeftina civakî yên beriya xwe ye. Di heman demê de ev nêzîkatî her tiştî bi xwe dide avakirin û bi xwe diqedîn e. Lê belê, bi daneyên ku ji hêla lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk ve hatine aşkera tê dîtin û tê fêhmikirin ku dîroka nivîskî ya pêşkeftina civaka mirovî ji pêvajoyên pir kevin tê ku bajarîbûn ne destkeftiyek şaristaniya rojavayî ye.

Bi derbasbûna jiyana niştecihbûyînê ya mirovan û pêşketina civakî êdî rêveberî û polîtîkayên civakî yê rêveberiyê ji aliyê mirov û civakan ve tê pêşxistin. Ji hilberînê bigire, heta sazîbûyîn û ji debarê bigre heta parastinê û xwerêvebirinê ji destpêka civakbûyînê tê. Ev gelekî demokrarîk, wekhev, xwezayî û civakî ye. Lê bi pêşketina hişmendiya şaristanêya kapîtalîst û moderînîteyê ev rewş veguherî dijberiya civakbûyîn û mirovî. Ev jî heye ku şaristaniya kapîtalîst di warê erênî yanî civakî de tîşekî baştir nekiriye û nekariye bike jî. Xwe li ser nixên civakî dayejiyîn û hemû berhemên civakî malî xwe kiriye. Di lêkolînên arkeolojîk de derketiye holê ku şûnwarên destpêk piştre hatine hilweşandin û gelek caran li heman cihî hatine bi cih kirin, ji ber vê yekê qadên niştecihbûnê bi hêsanî nehatine guhertin.

Em bala xwe didinê modernîteya kapîtalîst a ku li ser bermahiyên kevnar ên çandî û şaristaniyên li Rojhilata Navîn pêş ketiye xwe daye jiyîn û hewil dide ku dîroka rastîn a civakî berovajî bike. Daneyên belgeyî yên li ser dîroka Rojhilata Navîn diyar dikin ku ev der cihê ku şaristaniya rasteqîn e. Bajarên pêşî Ûr, Ûrûk, Ubeyd, Nîppûr, Akad, Babîl hwd. li vê herêmê hatin avakirin. Bajar li vê herêmê pêş ketin, lê di qonaxa mezinbûnê de şaristaniyê xwe li Rojava û Ewropayê belav kir. Bajarên wekî, Atîna, Sparta, Roma û hwd. li ser bermahiyên bajar û şaristaniya Rojhilata Navîn derketiye holê û pêşketiye.

Lê belê, mezinbûna bajaran bi şaristaniya kapîtalîst pêşketiye û bûne navendên pîşesazî û qadên ku kargehên pîşesazî lê hatine avakirin. Bajar, plansaziya bajarvaniyê û herî dawî jî pirsgirêkên bajaran di pêşketina modernîteya kapîtalîzmê de gelekî zêde bûne. Pê ve girêdayî pirsgirêkên civakî, yên hilberînê, pirsgirêkên aborî, çandî, siyasî û derûnî bi pêşketina vê hişmendiya kapîtal zêdetir bûne.

Jiyana bajarî ewqas tevlihev bûye ku bi serê xwe dikare bibe mijara lêkolînên sosyolojîk. Ji ber ku jiyana gundî bûye siya jiyana bajarî û nakokiya bajar-gund di asta herî jor de tê jiyîn. Ev bi serê xwe pisgirêk û nakokiya herî bingehîn e. Ev pirsgirêkên heyî yên bi modernîteyê li bajaran pêş dikeve encax bi rêveberiyeke demokratîk bê çareserkirin. Heke rêveberî ne demokratîk be tu cudahiya modernîteya demokratîk ji modernîteya kapîtalîst namîne. Lewre jî pêwistî û girîngiya rêveberiya demokratîk bi zelalî xwe dide xuyakirin.