Ronaz Silêman/Qamişlo
Di dirêjahiya 3 rojan ku ji 15 heya 17 Gulanê Kongreya Yekem a Piştî damezrandina (NADA) di bin dirûşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ li bajarê Silêmanê bi beşdarbûna ji 18 welatan û zêdeyî 200 delege hate lidarxistin. Kongre bi nirxandinên girîng û dewlemend hate derbaskirin û bi encamnameyekê bidawî bû.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, di navbera 31’ê Gulanê û 2’yê Hezîranê de li bajarê Amed ê Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya 250 nûneran ji 26 welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û welatên Ereban hatibû lidarxistin.
Herwiha Înîsiyatîfa ji bo Ewlehî û Aştiyê, Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinan, di 30-31’ê Tîrmeha 2021’an de li Beyrût a paytexta Lubnanê 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi Yekîtiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêkbînin’ hatibû lidarxistin.
Di çarçoveya berdewamiya vê pêvajoya dîrokî de ji 15 û heya 17’ê Gulanê Kongreya 1’emîn a Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) di bin dirûşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ de bi dirêjiya 3 rojan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Kongreya ku 3 rojan dewam kir ji 18 welatan û zêdtirî 200 delege amade bûn.
Bernameya Kongreya (NADA) wiha bû:
Roja yekem 15ê Gulanê: Gotûbêjên Teorîk
– Qeydkirina beşdarbûnê.
– Axaftina Rêxistina Malavaniyê Kinêr Abdullah.
– Axaftina vekirinê ji aliyê Komîteya Amadekar Buşra Elî ve.
– Peyamên pîrozbahiyê.
– Sînevîzyon: Têkoşînên jinan ên herî girîng li herêmê di navbera salên (2021-2025) de.
– Rûniştina yekem: Şerê Cîhanê yê Sêyemîn: Qirkirineke Veşartî li Dijî Jinan, Modêrator: Rajaa El-Dahmanî.
– Qonaxên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Herêmê ji aliyê Hacer Ozdemîr ve hate dayîn.
– Modela dewlet-netewe li herêmê û nebûna demokrasiyê: Organeke şerê serdestiya baviksalarî li dijî jinan ji aliyê Sema Bekdaş ve hate dayîn.
– Îslama siyasî ya serdestiyê: Amûreke şer li ser laşê jinan ji aliyê Esma Kaftaro ve.
– Rewakirina sîstema baviksalar ji bo qirkirina jinan bi rêya şerê qanûnî li dijî wan ji aliyê Buşra Abu El-îs.
– Bandorên wêrankirina jîngehê bi destê sîstema kapîtalîst a cîhanî li ser jin û civakan ji aliyê Afaf Gattaşa.
– Gotûbêjên rûniştina yekem.
– Rûniştina Duyem: Mîrateya Têkoşîna Jinan li Herêmê, Modêrator: Dr. Encêla Al-Muammarî.
– Dîroka Jinan û Nirxên wan yên Civakî ji aliyê Rojda Yildiz.
– Rola jinan di pêşxistin û parastina mîrateya zimanî, çandî û civakî de ji aliyê Besî Şamarî.
– Têkoşîna jinan di sedsala 21’mîn de: zehmetî û derfet ji aliyê Xedîce El-Huseynî.
– Rastiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Kinêr Abdullah
– Gotûbêjên rûniştina duyemîn.
– Şeveke hunerî (Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê.
Roja Duyemîn 16’ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê
Rûniştina Sêyem: Komxebat li ser xebatê Jinan (Zehmetî û Derfet).
– Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? ji aliyê Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn.
– Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de ji aliyê Umeyme Qutabî û Hanan Osman.
– Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan ji aliyê Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga.
– Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest ji aliyê Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo.
– Nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan.
– Rûniştina Çaremîn:
– Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji aliyê Modêrator: Muna Şamax.
– Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) ji aliyê Ghada Mûsa.
– Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de ji aliyê Rûken Ehmed.
– Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê ji aliyê Şehrezad El-Casêm.
– Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de ji aliyê Tulay Hatim Ogullari
– Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn.
– Şeveke hunerî (her çar parçeyên Kurdistanê).
Roja Sêyem 17’ê Gulanê: Kongreya rêxistinî ya Hevgirtina NADA:
– Sînevîziyon: Çalakiyên herî girîng ên Hevgirtina NADA di salên (2021 – 2025) de.
– Rûniştina yekem: Performansa Hevgirtina NADA.
– Dîwan: Dr. Encêla Al-Muaamarî, Dr. Hîbe Haddadîn, Selwa Gîga.
– Xwendina Rapora Hevgirtina NADA di Navbera salên (2021-2025) de.
– Nirxandina Performansa Hevgirtina NADA: Aliyên Erênî û Nerênî.
Rûniştina Duyem: Belgeyên Stratejîk
Dîwan: Buşra Alî, Hanan Osman, Dr. Abîr Hassaf.
– Pejirandina Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanî weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA.
– Pejirandina Belgeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA.
– Pesendkirina belgeya çarçoveyî û Rêziknameya Hevgirtina NADA.
Rûniştina Sêyem: Plan û pirsgirêkên stratejîk heta kongreya duyemîn a Hevgirtina NADA.
Dîwan: Nîmet Koko, Zhûr El-Meşrîqî, Hacer Ozdemîr.
– Hilbijartin.
Dîwan: Nîmet Koko, Dr. Encêla Al-Muaamarî, Buşra Elî.
Daxuyaniya Dawî (Nûbahar Mustafa).
– Gotina Dawî.
– Şeveke hunerî (Opêra, Govend).
Roja Çarem 18’ê Gulanê
Gera arkeolojîk û turîzmê (vebijarkî)
Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA bi rêya daxuyaniyekê hate eşkerekirin û ku tê de 7 komîte hatine diyarkirin û li ser 12 bendan li hev kirine.
12 xalên li ser hatine lihevkirin, wiha ne:
– Xurtkirina Hevgirtina NADA wek hevgirtineke jinan a berfireh ku li ser pîvanên mafên mirovan yên gerdûnî ji xwe re esas digire, Peymana Rakirina Her Cûre Cudahiyên li Dijî Jinan (CEDAW), Peymana Stenbolê û biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, wek belgeyên herêmî û navnetewî ku bingeha tifaqeke berfireh a jinan pêk tîne û xurtkirina wê.
– Qebûlkirina belgeyên şoreşa jinê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Belgeya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan wek referanseke bingehîn.
– Xurtkirina têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û parveker.
– Avakirina aştî û civakeke demokratîk a li ser bingeha takekes a azad, dûr ji tundî, mezhebgerî û neteweperestiyê.
– Piştgiriya hewldanên aştî û civaka demokratîk a bi perspektîfa azadiya jinê ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin.
– Daxwazkirina berdana girtiyên jin yên di girtîgehên rejîmên dagirker û zordar de.
– Zêdekirina piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Êzidî.
– Xurtkirina hevgirtina herêmî û gerdonî li dijî pirsgirêkên wek şer, tundî, koçberî, guherîna demografîk û cudahiyên aborî-civakî ku jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijîn.
– Avakirina tor û platformên têkoşîna hevpar di navbera rêxistinên jinan de; belavkirina parvekirina ezmûn, raman û (vizyon) dîtinê.
– Pêşxistina şiyan û zanebûna jinan da ku bikaribin di mekanîzmayên biryarstandinê de bi awayekî çalak cih bigirin.
– Xurtkirina çalakiyên komîteyên Hevgirtina NADA li ser asta herêmî û bicihkirina projeyên hevpar li ser asta herêmî.
– Avakirina medyayeke jinê ya serbixwe li dijî temsîliyetên nerênî û zayendperestên li dijî jinan di medyayê de.
Derbarê Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş ji Rojnameya me re axivî.
Sema Begdaş diyar kir ku di Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) zêdetirî 200 delegeyî ji 18 welatan beşdar bûn û wiha got: “Konferan di destpêkê de ji aliyê beşdarvanan, komîta amadekar û herwiha bi amadebûna jina yekem di Iraqê de Şahnaz Ehmed ve axaftin hatin kirin. Konferans di her dû rojên destpêkê de li ser asta work şop (Werşat El-emel) hem semîner dihat birêvebirin, di demên êvarî de jî gelek çalakiyên çandî ku her welatek çanda xwe nîşan dida, hatin lidarxistin. Di roja yekemîn de gelek semîner di derbarê Şerê Cîhanê yê 3’emîn de hatin dayîn, sîstemên netew-dewlet bandora wê li ser jinan. Di heman demê de li ser bandora kapîtalîzim û îslama siyasî bi rengê semîner hatin dayîn, di nav de jî nîqaş li ser hate kirin.”
‘Kongreyê NADA bi 3 rojên dewlemend pêk hat’
Sema Begdaş di dewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di heyama 3 rojan de Kongreya Hevgirtina NADA dewam kir û wiha got: “Kongre di nava 3 rojan de bi bernameyê xwe yê têr û tijî derbas bû. Di semîner û workşopên hatin dayîn de, bi awayekî berfireh li ser pirsgirêka jin, pirsgirêka netew-dewlet a ku çawa bandorê li jin dike, wek alaveke desthilatdariyê di aliyê çêkirina zagonan û tundiya li ser jin, bi taybet şerê cîhanên 3’emîn ku îro em jiyan dikin û hwd… ji mijarên ku bandorê li ser jinê dikin, hatin dayîn. Li kêlek van hemû pirsgirêk û bandorên li ser jin tê kirin têkoşîn û ezmûnên jinan hatin nîqaşkirin. Roja duyemîn jî bi vî rengî ku gelek work şop (Werşat Em-emel) çêbûn di wan de jî nîqaşên berfireh û nerînên jinan hatin girtin, herwiha encamnameya wan jî hate derxistin. Di roja 3’emîn bêtirî xwe di çarçoveya rapora Hevgirtina NADA ya ji sala 2022’an û heta niha kar û xebatên daye meşandin. Herwiha sîstema wê ya hundirîn hate nîqaşkirin û gelek belgeyên din hatin nîqaşkirin ji wan kar û xebatê Hevgirtina NADA, hem belgeyek a Konfedralîzma Demoratîk a Jin di Rojhilata Navîn de û belgeyeke ji lêvegereke şoreşa jin re, ev hemû hatin çêkirin û erêkirin ji aliyê jinan de.”
‘Tekezî bi xurtkirina hevpeymanên jinan hate kirin’
Sema Begdaş girîngiya Kongreyê anî ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Em hemû weke tevger û rêxistinên jin di wê baweriyê de kar û xebatê dikin ku gerek jin bi hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê re hevpeymanên xwe xurt bikin û pêk bînin. Têkoşîna xwe li hember sîstma netew-dewlet, îslama siyasî û tundiya li ser jin bikin yek. Da ku em encama tê xwestin bi dest bixin. Hemû nerînên di kongreyê de derketin pêş ku çareseriya herî mayînde ku em çawa dikarîbin projeya konfedralîzma jinê ava bikin, di wê konfedralîzmê de jî em dizanin wek ezmûna Şoreşa Jin di Rojava de wek lêvegerekê ye, ji ber di Rojavayê Kurdistanê de jin dikarîbû bi 10’an şoreşan di hundirê şoreşekê de di warê siyasî, diplomasî, civakî û xweparastin de çêke, ev hemû jî bi rêya sinevizyoneke taybet ji kar û xebatên jin hatin pêşkêşkirin. Herwiha hemû jinên beşdar tekez kirin ku êdî ev kongre bû bingeha hêzeke mezin bigirin, taybetî ji têkoşîna jinên kurd di Rojavayê Kurdistanê de. Di heman demê de jinan tekez kirin ku doza kurd di doza jin li çiya yek doze. Ji ber vê yekê pêwîst e em bi hemû hewldanên xwe bikin ku em yekîtî û hevpeymanên jina xurt bikin. Da ku em civakeke demokratîk di encamê de ava bikin.”