Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belavbûna Madeyên hişbir encama siyasetên şaş ên dewleta ne

06/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi têkoşîn û hevgirtinek mezin karîbûn li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin. Di heman demê de li dijî terora herî mezin a cîhanê DAIŞ’ê şer kirin û di encamê de dawî li hebûna wan anî. Piştî têkçûna DAIŞ’ê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê gav bi paş de avêtin û rê dan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Tevî Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, gelê herêmê bi Rêveberiya Xwe ya Xweser berxwedana xwe dewam dike.

Dijminên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber êrişên xwe yên li dijî destkeftiyên herêmê dimeşîn in. Dewleta Tirk êrişên xwe yên leşkerî, civakî, dîplomasî, aborî û civakî bê navber dewam dikin. Ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê coka xwe dîne erdê serî li her rê û rêbazan dide.

Hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê bi şebekeyên xwe yên taybet dixwazin madeyên hişbir li herêmê belav bikin û ciwanan dûrî nirxên welatparêzî û berxwedana ji bo welat bikin. Bi riya madeyên hişbir dixwazin civaka berxwedêr bê wate bihêlin û wan ji nirxên wan dûr bixin.

Herî dawî jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku hêzên wan li Minbicê li dijî depoyên madeyên hişbir operasyonek li dar xistin. Di encamê de 20 milyon hebên kaptagonê desteser kirin.

QSD’ê li ser mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku hêzên wan piştî ku derbarê cihên ku madeyên hişbir tê de ne agahî girtin, çalakî li dar xistin. Hêzên ewlekaryê di opersyonê de 20 milyon hebên kaptagonê yên di nava kevirên kolanê de hatibûn veşartin dîtin. Hêzên ewlekariyê dan zanîn ku di encama lêkolînê de  hate zanîn ku çavkaniya wan madeyên hişbir parêzgeha Tertûs a Sûriyê ye. Piraniya toreyên bazirganiya madeyên hişbir di navbera herêmên Hikûmeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine rêxistinkirin.

Her çendî hemû sazî û dezgehên navdewletî Hikûmeta Şamê yekem hêza belavkirina madeyên hişbir e, sazî û rêxistinên qaşo dixwazin têkoşîna li dijî madeyên hişbir geş bibe dibêjin hikûmeta Şamê ji belavbûna madeyên hişbir berpirsyare, rola dewleta Tirk di belavbûn û gişbûna bazirganî û çêkirina madeyên bişbir de ji bîr kirine. Çawa herêmên hikûmeta Şamê bûye navend, cihên dagirkirî jî navendeke din e.

Çawa berê matirsîna dewleta DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê hebû, tirsa madeyên hişbir jî li ser tevahî cîhanê û bi taybet welatên cîranê Sûriyê heye. Ji ber wê jî pêwiste hêzên navdewletî û di serî de welatên cîran para xwe di tekoşîna li dijî madeyên hişbir de pêk bînin. Heger bixwazin bi rastî rê li ber belavbûna van madeyan were girtin, pêwstî pê heye ku aloziya Sûriyê bi temanî were çareserkirin.

Herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê were rizgarkirin. Hikûmeta Şamê mecbûrî ketina lis er xeta çareseriya demokratîk were kirin. ji ber wê jî pêwîste Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ji bo tekoşîna li dijî madeyên hişbir pêş bixe.

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.