Rojnameya Ronahî

 Elxiznewî: Desthilatdaran di bin navê olê de, kurd bêmaf hiştin

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Şêx Murşd Elxiznewî diyar kir ku hêzên desthilatdar ji dîrokê ve ol weke amûrekê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe û xapandina civakan bikar anîne û wiha got: “Li tevahiya Kurdistanê hêzên serdest ol weke siyastekê ji bo xapandina gelê kurd bikar anînine û di encamê de jî kurd bêmaf mane.”  

Derbarê netewperwerî û olê, herwiha pikaranîna olê ji aliyê hêzên desthilatdar de weke amûrekê ji bo xizmeta berjewndiyan û xapandina civakan, şêx Murşid Elxiznewî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

-Li Rojhilata Navîn piraniya hêzên desthilatdar olê ji bo berjewendiyên xwe û xapandina civakan bi kar tînin, mînaka wan jî dewleta Tirk a faşist e, gelo hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Mijara bikaranîna olê ji bo berjewendiyên dewlet û desthilatdaran, herwiha xapandina civakan mijareke kevin e. Di dîrokê de gelek caran ol ji bo berjewendiyên desthilatdaran hatiye bikar anîn. Li Rojhilat Navîn dewletan di nav mislmanan de ev yek pêk hat, Israyîl jî li aliyekî din ola Cihûtî da pêş. Herwiha li Ewripayê ji ber ola Xirstiyanî bi hezaran kes hatin kuştin. Li Rojhilata Navîn û bikaranîna ola Islamê gelekî tê xuyakirin, weke Siûdiyê, Misir, Lîbiya û hwd. Li Sûriyê jî bi dirêjahiya zêdetirî 12 sal ji kirîza Sûriyê ol hate bikaranîn. Di heman demê de li Îranê jî gelek kurd bi hinceta ola Islamê ya radîkal hatin bidarvekirin. Li Tirkiyayê jî rewşa olê û bikaranîna wê wiha ye, weke AKP’ê û desthilatdariya Tirkiyê. Em dizanin ku partiya serdest a li Tirkiyê ango AKP’ê siyaseteke qirêj di bin navê ola Islamê kiriye û hîna jî dike, lê vê yekê nade xuyakirin. Lê em nas dikin ku AKP’ê di bingeha xwe de li ser fikrê Ixwan Elmuslmîn dimeşe. Dewleta Tirk li paş damezrandina DAIŞ’ê jî bû, me dît ku çawa  bajarê Istenbol bûbû navenda perwerdekirina DAIŞ’ê. Her kesê ku dixwest tevlî DAIŞ’ê bibe, dihat wir û ji sînorê Tikiyê derbasî Sûriyê dibû. Dewletên rojavayî jî piştgirên damezrandina DAIŞ’ê bûn û rola wan di vê yekê pir mezin bû. Siyaseta qirêj ya dewletên desthilatdar yên ku ol didin pêş, gelekî ziyanê li olê dike, bi taybet ola Islamê, ku wêneyê wê û Islama durist li ber çavê civakê bi giştî hate xerakirin. Herwiha bi meliyonan kurd ji ber vê siyasta bikaranîna lslamê û xapandina civaka kurd, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê bêmaf man.

-Çiqasî girêdana olê bi netewperweriyê re heye?

Ger ol piştgirtiyê nede welatparêziyê, dijberiyê jî nake, di hundirê olê de palpiştî bi netewê jî hatiye kirin. Di şerê Huneyna de dema ku Pêxmber Muhmed ji Mekayê penaberî Medîne Elminewere bûye, berê xwe daye Mekê û xemgîn bûye. Pêxember di wê rêwîtiyê de berê xwe dide Mekê û dibêje; tu şêrîntirîn welat li ber dilê min î, Xwedê şahid e ku ger xelkê te, min bi darê zorê dernexistiba, ez ê penaber nebûbama. Di serdema pêxemberê xwedê de Pêxember Muhemed, xwe bi netewa xwe serbilind û şanaz didît, ev yek jî tê wateya ku cihê netewperweriyê di olê de girîng e. Herwiha hevgirêdaneke mezin di navbera ola Islamê û netewan de heye û hêjayî gotinê ye ku Islam piştgiriyê dide netewê. Xwedayê Dilovan di ayeteka Quraana pîroz de dibêje; Ey gelî mirovan min we ji jin û mêrekî afrandiye û min we kirine gelek netew û êl ji bo win hev nas bikin. Di duniyayê de xweda gelek netew afirandine û netew ayeteke ji ayetên Pirtûka pîroz ku Xweda daye wicûdê . Ji ber wê jî ger tu kurd bî, tê wê wateyê ku Xwedê te kurd daye dunyayê. Nabe mirovek xwe ji netewa xwe bide revandin. Dibe ku carnan mirovekî  kurd  ji xwe re bibêje ez ne kurd im, yan jî mirovekî ereb jî wisa bibêje û dibe jê re tiştekî hêsan be, lê  Xwedê û Pêxemberê wî vê yekê qebûl nakin. Di heman demê de Pêxember Muhemed  dibêje le’ineta  Xwedê li wî mirovî  be ku xwe bi neteweke ji bilî netewa xwe ve girêde.

-Di dema niha de kurd çawa nêzî olê dibin û ji bo ku rastiya olê nas bikin pêwîste çi bikin?

Di warê oldarî û ola Islamê de, kurd dibin 3 beş. Beşê yekê xwedî fikrên radîkal in û gelkî nêzî olê dibin, lê netewê û kurdayetiyê ji bîr dikin, mixabin hejamara wan jî zêdetirî 40 ji sedî ye. Beşê 2’yan jî neviyên oldaran in, ew jî li ser bingeha radîkaliyetê ol didin meşandin. Ev beş gihaştine astekê ku terka olê bi giştî kirine, di heman demê de jî guh nadin aliyê netewperiyê. Rêjeke ji hejmara vê beşê, welatparêz in û hin ji wan jî dikarin Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bifiroşin. Herwiha beşê 3’yan jî kesên netewparêz û oldar  digre nava xwe. Kesên wiha bi rengekî aqlane nêzî olê dibin û ol wan bi aliyê netewperiyê ve dehf dide, lê mixabin hejmara wan pir kêm e. Dema ku Xwedê li ser çakwerî û nebaşiyê diaxive, destnîşan dike ku aliyê baş hindik e û yê nebaş zêdeye. Heta ku kurdên musilman ola xwe bi awayekî baş bimeşînin û li netewperiweriyê xwedî derkevin pêwîste şêx û melayên me ji qalibên kevin derkevin. Tişta herî girîng li cem me meşandina rêgezên Qurana pîroze, lê piraniya şêx û melayên me girêdayî rêbaz û hişmendiyeke taybet in. Dema ku kurdek gavekê bi aliyê netewa xwe biavêje û ev gav ne li gor rêbaza taybet be wê xwediyê rêbaza veşartî hişyeriyekê bide ku ev gav şaş e û ne li gor riya tê xwestin e. Lewma divê şêx û oldarên me yên kurd, ji bin wê siya veşartî derkevin, dakevin nav civaka xwe û derdê kurdan nas bikin.