Rojnameya Ronahî

Eger em tênekoşin wê dîse jin werin kuştin

Nehîr pale 

Dîrok dibe ku ji ber hinek buyeran ji xwe şerm bike û misoger wê li hemberî wan xwedî helwest be. Rêber APO dibêje:`Dîrok her tim zindî ye`, di demên pêş de dibe ku em rastî bertekên dijwar ên dîrokê werin. Em gihîştine sedsala 21`emîn ê mîladê. Dîrok ma wê heyanî kengî bipejirîne ku hinek buyerên dûrî exlaq û wicdan biqewim in.

Çima rê û rêbazên berî zayînê bi 4 hezaran hîna li hemberî jinê têne bi kar anîn? Hinek rêbaz jî weke rejimkirine bi olên yek xwedayî re dest pê kirine. Sîstema baviksalarî rejmkirin bi jinê ve sînordar kiriye û nêrîneke wisa di zihnê mirovan de daye çandin mîna ku jin exlaq, zagon û kevneşopiyên civakê paşguh dike û divê her tim were ceza kirin. Her kes li gel xwe difikire ku êdî divê hinek rêbaz nema werin bi kar anîn û civaka ku hîna ev rêbaz lê hene wê cahil û paşketî dibînin.

Çawa 2022`an li Hesekê di bin navê namûs û şerefê de jinek ji aliyê mêran ve hat kuştin, li gundê Til Semin ê ser sînor jî mêr li ser serê du xwişkan kom bibûn û eger ji destê wan hatibane wê canê wan parçe-parçe kiribane. Ev buyer jî di bin navê şeref û namûsê de qewimî.

Ma tenê ew mêrên ku işkence li wan jinan dikirin, sûcdar in? Işkence li jinê kirin tenê bi wan mêran ve ne sînordare, hemû mêr çi fîzîkî, çi piskolojîk be jinê işkence dikin. Di vir de ne tenê sûcê mêr e, sûcê herî mezin ê civakê ye û jin jî dema ku têkoşîn neke dibe hevparê sûcên ku mêr li jinê dike.

Dema ku em dibînin jin tê rejmkirin bertekên dijwar ji aliyê me ve derdikevin, ev bertek bi giştî çavkaniya xwe ji hestan digrin û dibe ku ne dayîmî bin an jî çareseriyê bi xwe re neyînin. Ji xwe dilê her kesî bi wê jinê dişewite, ji ber qîrên wan gelekî dijwarin, kesek ji me nikare tehemul bike û em hemû bêçare dimînin, lê jina ku alîkariyê dixwaze, rehmetê rica dike û dixwaze xwe ji nava destê wan mêran xilas bike, kesek pêre nabe alîkar heyanî ku canê wê parçe-parçe dikin. Ji xwe li gorî kevneşopiyên civakê jina hatiye rejmkirin divê cesedê wê neyê veşartin, gor û mezarê jî layiqî wê nabînin. Cesedê wê li ciyê ku rejm dikin dihêlin, an wê heywan bixwin, an jî kesên ku li wijdanê xwe guhdar dikin û dizanin wê jinê sûc nekiriye, bi awayekî veşartî cesedê wê jinê vedişêrin.

Jin wê çawa xwe biparêz e? Em napirsin wê kî jinê biparêze yan li benda mêr namînin ku jinê biparêze; jina di bin rehmeta mêr û civaka cinsiyetparêz de be çarenûsa wê mirin e. Ji bo em bixwe parastina xwe bikin tenê têkoşîn ji bo me çareseriya ye, jina têbikoşe wê her tim nêzî heqîqetê be, wê her kes bi hurmet nêzî wê bibe, wê xwedî helwest be û îradeya wê rojane neyê perçiqandin. Ji bo em bi rûmet bijîn tenê têkoşîn çareserî ye.